BEŞDARÎYA CIVAKANE YA ÇALAK

Beşdarîya civakane ew e çaxa ku kesek hevkar be di civaka xwe de, û xwedî rol be di pêkanîna geşepêdana civakî de. Her wisa bibandor be di gellek waran de, jê: Rêzgirtin û bicihanîna qanûnan, hilbijartin, parastina xwezayê, paqijî, çandina daran, hişyarkirina civakê, belavkirina çand û ronakbîrîyê û berpirsyarîya giştî. Dibe ku kes an jî rêxistin bi vê yekê rabin, lê armanca herduyan jî yek e, û her du jî hevûdin tekûz dikin bo pêşxistin û geşkirina civakê û pêşkêşkirina karekî bi şop û armanc.
Beşdarîya civakî, bigiştî, tê pênasekirin ku ew e bizavên kes û rêxistinên civaka sivîl in bo ku cihê xwe biryarstandin û biryarbichkirin; çi ku ev prosês rêyek berfireh li ber kesan vedike da ku bikaribin roleke mezin di rêvebirên de bilîzin. Jixwe li gellek welatan ev beşdarî nola şêweyek xwebexş e.
Ev prosêsa civakî derfeteke baş dide jimareke mezin a kesan da ku beşdarî çalakîyên cihêreng ên bi sûd bibin. Mîna, alîkarîya şaredarî û sazîyên mîna kareba, av, sazîya karên giştî û rêyan… hwd. Ji ber vê yekê, divê ked û bizavên ku ji alîyê kes û civakê ve tê kirin di warê plankirin, bicihanîn û nirxandina biryayran de be. Ev yek di Penda 21ê ya Daxuyannameya Cîhanî ya Mafê Mirovan de hatîye ziman: “Her kes xwedî maf e ku destê wî bi rengekî yekser di birêvebirina karûbarên giştî yên welatê xwe de, hebe”.
Armanca Beşdarîya Civkane ew e çêkirina avakirina bingehek dirust di navbera hemwelatî û birêveberî an jî desthilatdarîyê de. Her weha têkilîya di navbera civaka xwecihî û birêveberîya wê de xurt dike.
Ji ber ku şaredarî û desteyên xwecihî weke desteyên ku, ji hêla aborî ve serbixwe ne û weke hîmên bingehîn ê beşdarîya civakane, tên nasîn, erkê wan peydakirina xizmetên bingehîn û pêwîst ên hemwelatîyan e, êdî barek a avakirina civakê dikeve ser milê wan jî, ne tenê yê birêveberîyê ye.
Çanda civakekê ji civakeke din û ji welatekî heta welatekî din cuda ye. Pirranîya caran çanda civakê girêdayî kevneşopî, tîtalên gel û qanûnan e, ji ber vê yekê, çandina çandeke baş divê ji zarokatîyê ve dest pê bibe. Divê zarok hînî tevger, peywir û têkilîyên bi kesên ji xwe mezintir û yên ji xwe piçûktir her weha bi jîngeha xwe re, bibe. Ev yek erkê dê û bavan, dibistan, mamoeta, ragihandin, birêveberî, rêxistin û desteyan e, ku zarok bi awayekî durist bêne perwerderkirin û kiryarên baş û yên nebaş ji hev cuda û nas bike. Wek mînak heger zarok hînîî çanda hevkarî, alîkarî, çavfirehî, parastina kesên lawaz û xwezayê bibe, wê demê em dê nifşekî hevkar, xêrxwaz û çalak bibînin.
Di salên bûrî de, gellek rêxistinên navdewletî û xwecihî, xêrxwazî, deste û sazîyên ku guh didine vî warî peyda bûn û derketin holê; gellek çalakî, perwerde, semîner, hewildanên ronakbîrî, darçandin û hişyarkirina tenduristî û jîngehî, her wisa pêşxistina behreyên hemwelatîyan -çi ji zarok an jî ji mezinan re- pêşkêş kirine. Lê tev li van qas hewildan û pêşketina bîrberîya civakî, hîn gellek kiryarên ku ziîyanê dighêjînin civak û jingehê li holê berdewam dikin. Mînakên vê yekê pirr in, wek ku berî çend salan, herêma me di alozîya kêmbûna sotemenîyê re derbas bû, hingê gelê me dest bi birrîna daran kir. Dîsa di warê neguhdana bi jîngehê de, di demsala buharê de, gava şênîyên bajarên me derdikevin seyranan, pirranîya wan gemarê li pey xwe dihêlin û barê berpisyarîyê hilnaynin. Her weha jî, li dirêjahîya sînorê bakurî yê herêma Cezîrê, poxan tê şewtandin, ji bilî bêhna tûj û dijwar a ku gellek nexweşîyan li gel xelkên herêmê peyda dike, dûman û rengê reş xwe li ezman dipêçe û di nav xwe de winda dike, her weha nirxê xweşikbûnê binpê dike. Ev xal hemû cihê rexneyê ne, lê ka yê ku rexne bike? Ev pirs bixwe pirseke din dikşîne, gelo çanda gilî û gazinkirinê li gel civaka me di kîjan astê de ye?
Lê gava em werin behsa neberpirsyarîya di warê civakê de bikin, yekser mînaka bikaranîna zarokan a demançeyên morîkan di rojên cejnan de, tê ber çavên me, çi ku di çend salên bûrî de bûye dîyardeyeke zîyandar, ne tenê bo zarokên ku wan bi kar tînîn, lêbelê bo kesên derdorê jî. Di heman warî de, bikaranîna çekan û gulleberdana bi rengekî nebirêkûpêk û bêpirsyarî ji alîyê mezinan ve, çi ku ew jî bûye metrsîya herî mezin di her şahî û zemawend û boneyan de. Wekî din jî hîn gellek kes hene çanda rêzgirtina kesên kêmendam li gel wan peyda nabe û vê yekê di mejîyê zarokên xwe de jî diçînin. Cardin pirs tê kirin, gelo ev perwerde, semîner, hişyarîyên ji alîyê sazî, rêxistin, birêveberî û desteyan ve tên dayîn bê encam in? Yan jî divê bac ji hemwelatîyan bê standin an ku bi darê zorê, ta ku ev kiryarên ku civaka me bi şûn de vedigerînin, bidin rawestandin.
Lê divê em xizmetkirina bo geşkirina civakê û destlêwerdana karên xelkê yên taybet ji hev derxin, wek mînak dema ku tu bibînî mirovek zîyanê dibîne yan jî ku tu alîkarîya temenmezinekî di derbaskirina rê de bikî, ev kiryar ne destlêwerdana di taybetmendîyên xelkê de tê dîtin; lêbelê ev karekî mirovî û sincî bixwe ye. Lê ji alîyekî din ve dîtîna birrîna daran, gemarkirina xwezayê û zîyangihandina kesekî lawaz, dibin navê teybetmendîyê nahêlin kesek biaxive; lew re, divê çanda gilîkirinê derbarê vê dîyardeyê de, li cem hemwelatîyan xurt bibe, da ku em vê dîyardeyê ji holê û ji nav hemwelatîyan rakin û civaka xwe ber bi baştirîn rewş ve bibin.