Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
DÎROKA SÎYASÎ YA NEQŞEBENDÎTÎYA KURDÎ – Kovara Şar

Lêkolîn û mijara vê pirtûkê li bara rêça Neqşebendîtîyê ye, veguherînên wê yên sîyasî li bakur û başurê Kurdistanê, di sedsalên 19 û 20an de, her weha pêvajoyên ku tê de derbas bûye ta gihaştîye asta ku cihekî wê di “Seltena Osmanî” de li hember tevgera “Wehabî” çêdibe û paşê dibe Neqşebendîyeke “Cîhadî”. 

Pirtûka li jêr navê (El-Tekaya El-Muselleha/ Tekîyên Çekdar), ya di sala 2019’an de ji hêla çapxaneya “Temûz Dîmozî” ve hatîye çapkirin û belavkirin. Nivîskar û lêkoler Hisên Cemo dema ku li ser sîyasetên Rûsî li bara kurdan lêkolîn dikir, ew rastî belgeyekê hat, ku zanyarê Rûsî Xalfîn di pirtûka xwe ya bi navê “Nakokîya li Ser Kurdistanê” de belav kiribû, tê de hatîye nivîsîn, metirsîyek Rûsî ji têkilîyên veşartî yên di navbera melayê Neqşebendî Seyd Taha û serokê şoreşa Qefqazî ya dijberî Rûsyayê mele Şamil de heye, îcar ev belge bû bingeh û him tayekî zirav ji bo vedîtina alîyê sîyasî yê rêça Neqşebendîyê li Kurdistanê.

Nivîskar ev pirtûk li ser çar beşan dabeş kirîye. Di beşa yekem de çaksazkirina kurdî li hember çaksazkirina tirkî şîrove dike û ji têkçûyîna “Osmanîyan” li hember “Persan” a şerê Tebrîzê dest pê dike ku bû nîşana serkeftina “Tesewfa Şî’iyî” ya bi nûnertîya Qizilpaşîyan, li ser “Tesewfa Sunnî” ya bi nûnertîya Neqşebendîyan. “Lê piştî 300 salî ji vê têkçûyînê ve careke din bi destê mewlana Xalidê Neqşebendî û bi alîkarîya mele Ebdulayê Nehrî, yê ji Hindistanê geş dibe û ji Sêlêmanîyê dest pê dike ta ku li welatên ereb û tirkan belav dibe”, û him Ebdulayê Nehrî yê ku li Şemzînan bi cih bû û xebata xwe li wir pêk dianî, lê karê mewlana Xalid ne bi vê hêsanîyê bû, sedem jî êrîşên zanyarên rêça Qdirîyê yên Berzençî, ku bûn sedema derketina wî ji Slêmanîyê di sala 1820an de, îcar diçe Bexdê û ji wir derbasî Şamê dibe û dûrî xebata ku li Kurdistanê pêk dihat, dikeve. Di dawîya sedsala 18an de, dema Şî’iyan çalakîyên xwe li derveyî Îranê belav kirin, ew di Kurdustanê de li mertala ku mewlana Xalid ava kiribû rawestîyan û karê wan li wir bi ser neket. 

Di beşa duyem de nivîskar li ser rewşa Neqşebendîyan a Kurdistanê radiweste, ku di navbera salên 1828 – 1856an de xaka Kurdistanê dibe cihê ceng û şerê di navbera Rûs û Osmanîyan de, her weha çavên Fransî û Inglîzîyan li ser xêr û bêra wê deverê bû; “di encamê de peymanek bazirganî di navbera Inglîz û Osmanîyan, di sala 1838an de, hat imzekirin û çaksazkirinek birêvrberî di dewleta Osmanî dest pê kir”. Ev yek bû sedema paşketina pîşesazîyê û pêşketina çandinîyê, ku “mîrê kurdan û mezinên Neqşebendîyan xwe pê dewlemend kirin, lê ti bandoreke wan a sîyasî tune bû”. Di nav van guhertinên aborî û birêviberî û şerê li hember Rûsan de, îcar Neqşebendî bû tevgereke “Cîhadî”. Piştî ku tevgera Neqşebendî bû tevgereke cîhadî, Mele Seyîd Tahayê Nehrî, ku nûnerê herî bilind ê rêça Neqşebendîyê yê bajarê Şemzînanê bû, û Bedirxan Beg mîrê Cizîra Botan rêkeftinek di navbera xwe de çêkirin, “ew yekemîn car bû ku lihevhatin di navbera serokatîya gîyanî û serokatîyeke êlî li ser xaka Kurdistanê pêk tê, ev yek ji ber ku armanca herduyan yek bû; ew jî şerê Xiristîyanên ku Inglîz û Amerîkîyan piştgirîya wan dikirin, bikin”.

Di vê rewşa aloz û dijwar de rewşa aborî jî dikeve astengîyan, ev yek jî dibe sedema ku rêça Neqşebendîyê li pêş bikeve û dibe parastgehek bo belengaz û perîşanan, her weha şerê ku Kurdan li hember Xiristiyanên ku bi piştgirîya înglîz û Amerîkîyan bû, li dar xist, bû sedema ku Înglîz û Rûs fişarê li împratorîya Osmanîyan û Persan bikin ji bo rêkeftinekê çêbikin. “Di encamê de hevpeymana ‘Erzerûm’ di sala 1847an de hat îmzekirin, li gor vê hevpeymanê deverên kurdan hatin parçekirin”.

Lê piştî ku ‘El-Ithad we El-Tereqî’ inqîlabeke destûrî li Ebdulhemîdê duyem çêkir, îcar biryar ket destê dewletên mezin. her weha cihê kurdan di plansazîya dewletên mezin de nema, ji ber vê yekê mezinên kurdan li Bakurê Kurdistanê bi serkêşîya malbata Bedirxanîyan hewl dan ku komxebatekê li dar bixin, di encamê de “Ebdirezaq Bedirxan komek ji meleyên Neqeşebendî bi serkêşîya Mele Selîmê Bedlîsî li dor xwe kom kirin û hewl dan ku karekî sîyasî li hember Înglizên ku biryara “Seltena Osmanî” xistibûn bin destê xwe, li dar bixîne”, her weha ew alîgirê Rûsya bin ta ku nêzikatîyek di navbera wan û Ermenan de çêbibe ji bo ku wan bi ser xwe de bînin û ji wan re bibin hêzek, lê dema mele Selîmê Bedlîsî derbasî bajarê Bedlîsê bû Ermenî lê qulibîn û ji bin fermana wî derketin û bi vî awayî şoreşa Neqşebendîyê ya herî dawî têk diçe û Mele Selîmê Bedlîsî direve Qunsilîya Rûsî û li wir cendirmeyên Tirk wî digirin û tev gellek meleyên din yên Neqşebendî bi dar ve dikin.

Di beşa sêyem de, nivîskar li ser rewşa cotkar, kêmnetew û meleyên Kurdistanê diaxive. Piştî wan salên dijwar ên şer, pevçûn, komkujî û koçberîya ku di deverên Kurdistanê de pêk dihatin “em bala xwe didinê ku li Bakurê Kurdistanê bajar kêm bûn, lê gund û gundewarî li hember wê firehtir bûn, berûvajî wê jî li Başûrê Kurdistanê gundewarî kêm bû û di şûna wê de çandinî fireh bû”. Di vê rewşa aborî ya dijwar de melayên Neqşebendî karê xwe dikine, lê nikarîbûn vê pirsgirêka belengazî û perîşanî çareser bikin tevî ku hin mele ji wan mal û samanên wan pirr hebûn û hin ji wan didîtin ku “ev zuhd û kêmbûn tiştekî baş e ji bo bikaranîna rêça Neqşebendîyê. Her wisa di vî beşî de nivîskar ji me re rewşa Bakurê Kurdistanê di serdema dagirkerîya Înglîzan de dide xuyakirin ku çawa him Înglîzan him jî Ebdilhemîdê duyem yê “Seltena Osmanî” dixwestin ku rêçên “Tesewifê” bikişînin bi ser xwe de, di encama vê danûstandina di navbera Osmanî û Înglîzan de “di navbera êlên kurdan de wek êla Berzan û Zîbarî, kesên ku Silêmanîyê ji xwe re kiribûn navend şerek rû da, her du alîyan jî ji Înglîz û Osmanîyan rêçên “Tesewifê” bi ser xwe de dikişandin”. Di encama vê rewşê de mirov dikare bibêje ku Neqşebendîyê nikarîbû çîneke rewşenbîrane ava bike, ne jî ji alîyê aborî û leşkerî ve karekî pêşketî li gor pêwîstî û pêdiviyên serdemê bike, ev bû sedema belavbûyîna wê li gellek bajaran û êdî nema hêzek bi serokek tenê bû, û hucreyên wan bûn cihên îbadetê û civînên olî û wisa projeya Neqşebendî bi dawî bû.

Di beşa çarem û ya dawî de, nivîskar balê dikişîne ser rewşa kurdan ku di navbera hestên neteweyî û olî de wenda bûbûn, çimkî di wê demê de him projeya neteweyî ya bi damezrandina Partîya Karkerên Kurdistanê ve dest pê dike û him jî nirx û cihê bermaya rêça Neqşebendî di nava gel de hebû. Di wê demê de nizikatîyek di navbera Rûs û Tirkan de çêdibe, ew jî ji ber ku Kurd tewanbar dikirin ku projeyeke Birîtanî heye da dewleteke Kurdî ava bikin ta ku qutkirinê di navbera welatên Tirkîye, îraq, îran û Rûsyayê de çêbikin. Ji ber vê yekê nêzikatî di navbera Tirk û Rûsan de li dijî sîyaseta Birîtanya li Kudistanê pêk hat, lê dema ku Birîtanya dît ku çîna borciwazî ya kurdan bi kêrî şoreş, dewlet û serkêşîyê nayên. Îcar ji vê sîyasetê vedigere û nêzîkatîyê bi Osmaniyan re çêdike ta digihêjin ku hevpeymanekê bi navê “Lozan”ê çêdikin û di encama wê de Kurdistan dibe çar parçe. Her weha sedema herî bingehîn a parçebûna xaka Kurdisanê ji alîyekî ve ti hêzeke navdewletî ku piştgirîya wan bike tune bû û ji alîyê din ve Mustefa Kemal Etaturk, beriya ku Komara Tirkîyeyê bê damezrandin, çû cem mîr û feodalên Kurdan û sozek da wan ku welatekî ji Kurd û Tirkan re ava bikin, lê ev giş xapandin bû. Di wê serdemê de rêçên “Tesewif”ê piştgirîya dewleta Osmanî dikirin. Piştî ku Kemal Etaturk serokêl bi ser xwe ve kişandin Kurdistan parçe bû . Lê paşê geşbûna hestên neteweyî li Bakurê Kurdistanê, di wê serdemê de, vedigerîya vegera kesên dervederkirî ku bi hestên neteweyî dikelîyan. Her weha hin rewşenbîr û ronakbîrên Kurdistanê mîna Se’îd El-Newresî û malbata El-Orasî roleke girîng di geşkirina hestên neteweyî de dilîstin.

Awayê bidawîbûna rêça Neqşebendîyê li Kurdistanê di encama sîyaseta dewleta Tirk a hember vê rêçê bû, ku bûn du beş, yek jê yekcar dûrî nasnameya xwe ya kurdî ketîye û nabîne ku ew ji kurdan e û yê din jî xwe dibînin ku ji kurd in lê di nav dewleta Tirkan de hatine pişaftin. Piştî ku li Kurdistanê rêça neteweyî bi dawî dibe, derbasî bajarên mezin dibe û dibe îslameka sîyasî ya ku îro (AKP)yê bi serkêşîya Erdoxan nûnertîya wê dike.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170