Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
DOLABÊN AŞTIYÊ ÇALAKÎYEK BO PIŞTGIRÎYA BIKARANÎNA PISIKLETAN – Kovara Şar
wêne: Aso network

Li jêr dirûşma “Da ku em bigêjin çûnûhatineka saxlem û gemareka kêmtir û tenduristîyeka laşane ya baştir û nêzîkatîyeka civakî yî mezintir” Rêxistina Sanad a avakirina aşîtîyê û rêxstina Şar a geşepêdanê, kampanyaya (Dolabên Aşîtîyê/ Ecelat El-Selam) li dar xistin.
Ev kampanya bi boneya roja cîhanî ya bikaranîna bisikletan e, ya ku di 3ê pûşbera her salê de ji alîyê Neteweyên Yekbûyî (UN)ê ve hatîye destnîşankirin.
Bi armanca belavkirina çand bikaranîna bisikletan di nava civakê de, gellek xort, keç û zarok beşdarî vê çalakîyê bûn.
Leyla xelef, endama rêxistina Sanad, a ku beşdarî komîteya amedekar bû vê çalakîyê wisa dinerxîne û dibêje: Ji erkên sazîyên civaka sivîl e ku jîngehê ji qirêjê biparêze û saxlemîya çûnûhatinê bike rojev, her wisa hewl bide ku beşên civakê nêzî hev bike û di heman demê de tenduristîyek laşane bo mirovan peyda bike; ev jî xebateka pîroz e.
Li gorî nerîna Leyla, heger ev rêgez bigihêje serî dê cudabûn di navbera her du zayendan de bê hilanîn, nexasim ku derî li pêşîya heman zayendan vekirîye û derfet di dest wan de heye.
Leyla Xelef got ku, ev çalakî, û ji ber hindek sedam, hate derengxistin bo roja înê 28ê ya heman mehê, “divyabû ku ev çalakî di 3ê pûşperê de lidarbiketa, lê bi sedema rasthatina meha rojîya Remezanê û nêzîkbûna ezmûnên xwendekaran ev çalakî hat derengxistin”.
Li gorî Leylayê, amadekarî di du mehan de qedîya, û xebatên pilankirina vê çalakîyê baş hatin birêvbirin. Û pêwendî li gel Birêveberîya Trafîk û Hêzên Ewlekarîya Hundirîn bo wergirtina rêdayînê çêbû. Her wisa gulên spî hatin pejrandin ji bo ku li beşdaran bên belavkirin. Û proşorên pênasekirina vê çalakîyê hatin belavkirin.
Leyla xelef wisa di berdewamîya axaftina xwe de bal kişand ser girîngîya vê çalakîyê “aşîtî nirxeka giranbuha ye pêwîst e ku civak bi gudan lê binêre û pêwîst e ku weke nirx bê belav kirin”.
Çalakî ji qada Osman Sebrî ya taxa Hilêlîyê bi beşdarbûna 27 kesan dest pê kir û ber bi kolana Munîr Hebîb ve çû pişt re berê xwe dan stada Şehîdên 12ê Adarê û li wir bi dawî bû.
Rojda Silêman yek ji kesên ku beşdarî vê çalakîyê bûbû ji bo kovara Şar da xuyan ku “ev çalakîya li dar ket wateyeka wê ya mezin bo min heye, nexasim ku ev yekem car e li bajarê Qamişloyê tê lidarxistin. Ez kêfxweş im ku ez beşdarî vê çalakî bûm, û tiştê ku bala min kişand ew bû hejmara jinan di vê çalakîyê de baş bû, min dît ku jineke û hevjînê xwe jî beşdar bûn; ev dîmen namayekê dighîne civakê”.
Şîlan şêxmûs, ragihîner e li rêxistina Şar, ji bo vê çalakîyê dibêje: “Parastina jîngehê erkekî hevbeş e, weke ku hûn dizanin rêxistina Şar guhdaneka teybet dide çalakîyên bi vî rengî, nexasim ên ku jîngehê ji gemarê diparêze, mîna çandina daran li bajar û bajarokan”.
Şîlan da zanîn ku mebest ji vê çalakîya hevbeş ew bû ku “jîngeh bê parastin û nameya aşîtîyê bigihêje hemû beşên civakê, loma me çanda geşkirina jîngehê kir rojev”.
Şîlan pê de çû û got ji ber bilindbûna asta gemara hewa û jingehê divê xebatên bi vî rengê çêbibin “nameya me ya sereke ew bû ku xelkên bajêr bi hejmareka mezin bisikletan bikar bînîn”. Her wisa nirxên civakî yên erênî bêne dîyarkirin, her wisa pêwîst e ku “xebatên bilindkirina asta hişyarkirinê di nava hevwelatîyan de çalak be”.
Şîlan bal kişand ser şkandina sînorên civakî dema ku li bisikletan siwar dibin û cudabûn di navbera her du zayendan rabe.
Ev yekem çalakî ye ku girêdayî vê mijarê li herêmê li dar dikeve, lew re dê kêmasî jî hebin, lê li gorî Şîlan ev nayê wê wateyê ku biser neket, û ev çalakî du xalên giring teqez dike “yek jê, nirxên mezin ên di nava xwe de li xwe digre û ya din jî moralên hevwelatîyan bilind dike”.
Sazîyên civaka sivîl ên ku ji bo nirxên giranbuha dixebitin ji erkên wan e ku di geşkirina civak û jîngehê de bixebtin, her wisa pêwîst e ku çanda civaka sivîl bikin rojev û wê di civakê de biçesipînin.
Li alîyekî din jî, pêwîst e ku sazî û alîyên berpirsyar ên Rêveberîya Xweser bi awayeke çalak alîkar bin û destekê bidin van çalakîyan.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Netewên Yekbûyî di roja 3yê pûşperê de ya her salê, li gorî biryara 272,72yan ya ku di 12 nîsana 2018an de, ev roj nola rojekea cîhanî ya fermî hate bicihkirin, mebest jê jî ew e ku bisiklet weke alaveke guncaw bo veguhastinê bê pejrandin.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170