Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
ÇANDINÎ LI HERÊMA CEZÎRÊ DI METIRSÎYÊ DE YE – Kovara Şar

Berhemê zevîyên me nema têra debara jîyana me dike

Bi van gotinan cotkar Selah Bedro ji gundewarên Amûdê ye, zehmetîyên karê xwe di çandinîya baxçeyan de kurt dike.

Ji destpêka alozîya Sûrîyayê ve zirarên mezin gihaştin warê çandinîya li Sûrîyayê bi giştî û herêma Cezîrê bi taybet.

Herêma Cezîrê deboya sereke ye ya berhemên çandinîyê bo Sûrîyayê û li gorî serjimarên berê nêzî 60% genimê Sûrîyayê ji vê herêmê ye.

Li gorî serjimarên 2011 an, berhemê Sûrîyayê yê genim gihaşte 3.6 milyon ton, jê 1.8 milyon ton genim berhemê herêma Cezîrê bû, her weha 600 hezar ton ceh bû û 40 hezar ton nîs kbû.

Lê ev berhem di sala 2017an de dakete nêvî, û li gorî serjimarên wê salê berhemê Sûrîyayê gihaşte 1.7 milyon ton genim, jê 700 hezar ton ê herêma Cezîrê bû.

Berhemê sala 2019an jî li gorî hin serjimaran kêmî yê sala 2017an e.

Endezyarê çandinîyê Mihemed Hisên, bo kovara Şar got: “Sedema kêmbûna berhemên genim vedgere kêmbûna deverên çandinîya genim û şewata zevîyan”.

Selahê cotkar jî dibêje “Di celebên çandinîya havînî de kêmbûn çêbûye û hin celebên wê gihaştîye asta tunebûnê” Selah mînaka pembo dide ku berya alozîyê berhemeke sereke bû bo herêmê.

Rewşa Çandiniya Zivistanî

Pirranîya zevîyên Bakurê û Rojhilatê Sûrîyayê di çile de bi genim û ceh û nîskan têne çandin, lê di salên alozîyê de guhertin ji alîyê pirrbûn û kêmbûnê ve kete van zevîyan.

Li ser sedemên kêmbûn û zêdebûna zevîyên çandinîyê di salên alozîyê de, endezyar Mihemed Hisên weha şîrove dike” Sedem bilindbûna buhayîyên cot û mazotê ye û nepeydabûna tovên baş û dermana ye, her wisa buhabûna semadê û qut bûna kahrebayê ye “.

Kêmbûn û zêdebûna zevîyên çandinîyê yên çile pirsgirêkek di alîyê berheman de derxist holê, berhemên genim û ceh kêm bûn û li beramberî wan berhemên Kemûn, Kizbera û Reşreşkê zêde bûn, ew jî dikeve şûna berhemên sereke yên çile (Genim û Ceh) lê li gorî ku endezyar Mihemed got “Alîyên berpirsyar van berheman nakirrin û çarenûsa wan jî di destên bazrganan de maye”.

Derbarê vê yekê de cotkarê genim Ebdilrihman Osman ê gundewarê Amûdê vê yek bo xwînerên kovara Şar şîrove dike “Em hemû pêwîstîyên xwe ji sûka reş bi du qatan dikirrin û berhemê xwe yê genim difiroşin Rêveberîya Xweser, min 1k.g bi (160 L.S) firoşt Rêveberîyê, lê ta gihaşte destê min 1k.g hat ser (155 L.S). û cehê xwe min 1k.g bi (100 L.S) firoşt, lê ta gihaşte destê min 1k.g hat ser (83 L.S)”.

Osman sedema vê zirarê vedgerîne buhabûna kirya tirimbêlan û lêçûna li Mîra tê dan û dibêje “Min 75 ton bi 55 hezaran gihandin Mîraya Gebekayê ya 20 k.m dûrî me ye û min ciwalekî vala bi 1250 L.S kirrî, lê Mîra 650 L.S tenê li min vegerand”.

Li alîyê din jî, cotkarên ku berhemên xwe firoştin hikûmeta Sûrîyayê jî gazinên mezintir dikin, ji ber ew rastî zirarên mezintir hatine.
Cotkar Ebdalrihman dibêje “Hin merivên me berhemên xwe firoştin dewletê, lê lêçûn gellek danîn û zirar gihaşte wan”.

Zevîyên hin cotkarên genim û ceh di havîna sala 2019an de rastî şewatê hatin, li gorî Komîteya Aborî ya Herêma Cezîrê ya Rêveberîya Xweser “2270012 donim li herêma Cezîrê şewtî”.
Cotkarên ku berhemên xwe çinîn jî gazinan ji buhaya berhemê dikin, ji ber cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê di sala 2019an de ketin navbera agirê du buhayan; ya dewletê û ya Rêveberîya Xweser .

Rewşa Çandinîya Havînî

Çandinîya sereke ya havînî li herêma Cezîrê berîya alozîyê pembo bû, lê aniha çandinîya pembo ji ber gellek sedeman rawestîyaye, lê çandinîya baxçeyên sebzeyan hîn berdewam e.
Berîya alozîya Sûrîyayê, dewletê %20 destûr dida cotkaran da pembo di zevîyên xwe de biçînin, lê aniha pembo li herêma Cezîrê nayê dîtin an jî kêmekî kêm e.

Kêmbûna çandinîya pembo ji ber gelek zehmetîyan e, di serî de buhabûna mazotê û birrîna kahrebayê bû, ji ber bîrê avê yan li ser mazotê ne û yan jî li ser kahrebayê ne.
Lê ta niha çandinîya baxçeyan li herêma Cezîrê heye û cotkarên bexçan di van salên şer de rastî gelek zehmetîyan hatine.

Selah bo baxçeyan dibêje”Em 10g tovê bacanan bi 90 dolarî dikirrin, lê hema ew tov berhem jî nade”.

Di mehên buharê de kurm û kêzik xwe li baxçeyan digre û ji boyî parastina baxçeyan derman pêwîst e, Selah dibêje “Em 100g derman bi 25 hezarê Sûrî dikirrin û ew derman jî tev bi qaçaxî tê deverê û di bin çevdêrîya aliyên berpirsiyar de”.

Bo vê mijarê, dektorê parastina çandinîyê Hozan Mihemed ji kovara Şar re da xuyan ku “Berîya alozîyê derman hebû û ji alîyê wezareta dewleta Sûrîyê ve misoger bû û li himber nexweşîyan bikêrhatîbû, lê niha derman bi qaçaxî ji Çîn û Tirkîyayê dighêje bazarên me; ew jî bê kêr in”.

Karkerên ku di baxçeyan de kar dikin, ew jî sûdê ji karê xwe wernagirin, çi ku bi pereyine kêm kar dikin.

Ebîr Firêh, jinek 35 salî ye, di baxçeyan de kar dike, dibêje “Mala me di şerê bajarê Hesekê de hat rûxandin û em hatine Qamişloyê da em di baxçeyan de kar bikin. Saetek bi 150 L.S ye. Em di rojê de 5 saetan kar dikin, û 750 L.S digrin, ew jî têra me nake”.

Fatîma Xilêf, a 40 salî, ew jî heman karê Ebîr dike, gazina xwe tîne ziman “Em şelekî bi 100 L.S tijî ka dikin û her saetek karê di rakirina pîvazan de bi 150 L.S ye, heger destê me ne tengbana min ev kar nedikir; malbata me mezin e û divê ez kar bikim”.

Buhayên Pêdivîyên Çandinîyê Li Gorî Sala 2011 û 2019an
Bersiva Rêveberîya Çandinîyê

Bo çandinîyek bi berhem çêbibe gerek hemû pêwîstî peyda bibin. Peydakirina pêwîstîyên cotkaran dikeve ser milê rêveberîya herêmê.

Li ser vê mijarê Hevserokê Rêveberîya Giştî ya Çandinîyê ya Herêma Cezîrê ya Rêveberîya Xweser, endezyar Ehmed Silêman, ji kovara Şar re da zanîn ku “pîlanên me hene, her cotkarek gerek e %50 ji zeviyên xwe bike genim û %25 bike nîsk, nok an fûl û %25 din şûv bihêle”.

 

Navê  pêwîstîyan Sal -2011 Sal- 2019
(1)Ton-tovê genim 12000L.S 174000L.S
(1)Ton-tovê ceh 8000L.S 180000-200000L.S
(1)Ton-semada hênik (Yorya 46) 12000L.S 200000-250000L.S
(1)Ton-semada germ a tev axê (Fosfat –p2)    8000L.S 260000L.S
Buhaya çinîna genim- serê sedî ji berhem  4-5% 7-9%
Buhaya çinîna ceh- serê sedî ji berhem 4-5% 7-9%
(1)L- Mazot  20-L.S 50-L.S
(1)Donim cotê Bingehîn-Dîsk 30-L.S 300-400-L.S
(1)Donim cotê bingehîn –

Sikke 

100-L.S 1000-1500-L.S
  1. K.G dermanê zexlîya nava genim 
1400 L.S – 11400L.S-
  1. çewalê vala
45L.S 850-     1250L.S

Li gorî Silêman, her tiştî li gorî pîlana çandinîyê pêşkêşî cotkaran dikin”Em mazotê bi 50 L.S didin cotkaran û li gorî rewşa axê em simadê û tov û dermanan didin”.

Zehmetîyên Çandinîyê û Qewîtî

1-Buhabûnek berçav di buhayên cot û çinînê de çêbûye; ji alîyên berpirsyar tê xwestin ku ji her celebê cotekî û derasan re buhayekî dîyar bikin. Her wisa pêdivîyên çandinê yên wek tov û derman û semadê peyda bikin.

2-Nepeydabûna tovên garantîkirî yên genim zirarek mezin gîhandîye berhemê, nexasim piştî ku karê navenda navneteweyî ya lêkolînên çandinîyê (ICARDA)yê li herêmê rawestîya, lew re tê xwestin ku Rêveberîya Çandinîyê bo herêmê tovên garantîkirî û baş ji cotkaran re peyda bike.

3-Nepeydabûna dermanên garantîkirî yên kompanîyên naskirî û li şûna wê belavbûna dermanên sexte û bêkêr ên di rêyên qaçaxî re derbas dibin, hiştîye ku çandinî di salên alozîyê de paş bikeve.

4-Buhabûn û nepeydabûna semadê bû sedemeke sereke ku berhemên çandinîyê kêm bibin.

5-Ji Rêveberîya Çandinîyê tê xwestin ku tov, semad û pereyan bi deyn pêşkêşî cotkaran bike, da cotkar karê xwe ji destpêka sala çandinîyê ve birêkûpêk bikin.

6-Ji Rêveberîya Çandinîyê tê xwestin ku berhemên nîskan, kemûn, kizbera û ceh ji cotkaran bikirre, her weha cewalên vala û tirimbêlên veguhestina berhemê genim û ceh jî bi buhayek guncaw dabîn bike.

7-Ji destpêka alozîya Sûrîyayê ve paşketinek mezin di çandinîya pembo de çêbûye, ew jî ji ber birrîna kahrebayê û nepeydabûna mazotê ya ku têra avdana pembo bike.

8-Zevîyên şûv û yên çandî di salên alozîyê de tev li hev bûne; ew jî ji ber hin berhem nedihatin kirrîn.

9- Gerek e Rêveberîya Çandinîyê destikdayîna sazkirina kargehên biçûk bike; mîna kargeha çêkirina ava bacanan û zeytê, da berhemên çandinîyê bêne bikaranîn.

10-Gerek e Rêveberîya Çandinîyê destikdayîna pirojên hişkkirina berhemên baxçeyan bike; ev pirojeyên han dê

rê li ber xerabûn û avêtina berhemên baxçeyan ên havînî bigre.
Bigiştî

Li gorî hejmarên ku di vê lêprsînê de xuyabûn, lêçûna çandinîyê bi 10 carî ji salên berîya alozîyê bêhtir e, her wisa berhemên çandinîyê (zivistanî û havînî) bi gellekî ji salên berîya alozîyê kêmtir bûne û pirranîya berhemên çandinîyê di nava lepên bazirganan de maye, lewma eger qewîtîyên li jorîn neyên berbiçavgirtin, dê siberoja çandinîyê li herêma Cezîrê di metersîyeke mezin debe.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170