Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
LI SER ŞOPA 57 HEJMARÊN HEWARÊ – Kovara Şar

“Heke Hawarê hîmê zimanê me danîye, Xanî gîyanê wî afirandibû”. (1)

Xwedîyê Hawarê, Mîr Celadet Bedirxan, bi vê hevoka jorîn kovara xwe dinasand û giranîya wê raberî xwîneran dikir. Lê roja îroyîn, ji danîna hîm û binemaya zimanî biwêdetir, şareza û zanayên kurdîyê Kovara Hawarê wekî destpêka wêjeya modern û tovê ragihandina kurdî dihesibînin. Ji ber çi tovê ragihandinê; çimkî heke mirov çavekî li serenav û sitûnên Hawarê bigerîne, bi dest xwe ra digihe encameka vebirrî ku li gorî delîve û pîvanên wê hingê, Hawar bi dewlemendî û berfirehîya beş û şaxên xwe ve, di biwara kovarvanîyê da ne tenê li ser asta Kurdistanê, belku li tevaya Rojhilata Navîn kovareka cihê û taybet bû.
Ji 15ê gulana 1932yan heta 15ê tebaxa 1943yan ve, 57 hejmarên Kovara Hawarê li Şama paytext hatin weşandin. Di wê pêvajoyê de, Hawarê bi xwedîyê xwe ve, bi dehên rewşenbîr û nivîskaran gihandin û di warê zanînê de ew bi xwedî kirin. Ji ber ku cara pêşîn di dîrokê de di 15ê gulana 1932yan de, bi alfabeya kurmancî-latînî weşangerî hat kirin, loma Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî (KNK)ê, sala 2006an ev roja han wekî “Roja Zimanê Kurdî” ragihand û îroj hem li Kurdistanê hem jî li tevaya deverên cîhanê, kurd vê rojê pîroz dikin.
Ji ber ku Hawar di gellek biwaran de şahesereka bilind e, êdî kesê ku xerîkî xebatên kurdî bibe, nikare xwe di ser Hawarê re çeng bike; neçar e ku jê vexwe û kêm-zêde xwe li serê ava bike. Ji ber egerên ku li jorê hatine rêzkirin û ji ber ku Hawar çavkanîya herî xurt û dewlemend a rêzimana kurmancî ye, hêja ye ku mirov hinekî bi şûn de vegere û sedsalekê li xwe çerx bike; ka kurdan, bi sazî û dezgehên xwe ve, çawa ev şahesera han ji windabûnê parast?

Sê Hawarên din… lê dîsa li derveyî Kurdistanê
Çawa ku yekemîn rojnameya kurdî “Kurdistan” li derveyî Kurdistanê, li Qahîra û paytextên Ewrupayê dihat derxistin, Hawar jî ji Kurdistanê dûr, li Şama paytext derdiket. Dîsa, bi hezarên kîlomitreyan ji Kurdistanê der, Hawar li Ewrupayê ji nû ve hat çapkirin. Nivîskar û rojnamegerê ji bakurê Kurdistanê, Hemreş Reşo, piştî 33 salan ji derketina dawîtirîn hejmar a Kovara Hawarê, an ku di 1976an de, li Berlîna Almanyayê 34 hejmarên dawî yên Hawarê (ji hejmara 24an heta ya 57an), bi destûra Kamîran û Cemşîd Bedirxan ji nû ve çap kirin. Li bara çapnekirina hemî hejmarên Hawarê, Reşo di pêşgotina çapa her 34 hejmaran da, wiha sedeman destnîşan dike: “Lêbelê rewşa diravî rê nedida me ku bikaribin 57 hejmaran tev de bidin çapkirinê. Wekî din hejmarên 1-23 bi tîpên erebî jî hatibûn nivîsnadin û di nivîsarên latînî de tîpên (herf) ‘Q’ û ‘K’ li cîyê hev bi kar hatibûn.”(2) Di heman pêşgotinê de, Reşo dide zanîn ku wî cara pêşîn di 1964an da li mala lawê Mîr Celadet, Dr. Cemşîd Bedirxan, Hawar dîtîye.
Li ser çawanîya bidestxistina her 57 hejmarên orjînal ên Hawarê, Reşo dibêje: “…lê giştî hejmarên wê (Hawarê) di sala 1969an de, li Şamê, ketin destê min. Apoyê delal (Osman Sebrî) ji bo parastin û çapkirina wê gişt hejmarên wê spartin min.”
Piştî çapa Hemreş Reşo bi 11 salan û dîsa li paytexteka ewrupî, li Stockholmê, nivîskar Mihemedê Bekir Axa (zavayê Osman Sebrî) xwest ku bide ser şopa Hemreş Reşo û xebata wî bigihîne serî; hewil da ku her 23 hejmarên pêşîn ên Hawarê ku Hemreş Reşo çap nekiribûn, ji nû ve bi rengekî sipehî binivîse û tîpveguhêzîya wê (ji tîpên erebî li kurdî) bike, ji bo ku paşê bide çapkirin. Di pêşgotina çapa 9 hejmarên pêşîn de, Mihemed Bekir plana xwe ji bo çapkirina her 23 hejmaran eşkere dike: “Ez bi xwe jî, li ser birê pêşîn (jimarên 1-23) dixebitim. Ew jimar di sê cildan de, bi vî awayî dê bêne çapkirin:
– Cild 1: Jimar (1-9)
– Cild 2: Jimar (10-16)
– Cild 3: Jimar (17-23)” (3)
Bekirî, cildê pêşîn ku 9 hejmar li xwe digirtin bi çapeka bedew deranî, lê mixabin jîyana wî têra têpveguhêzî û çapkirina hejmarên din nekir; 14 hejmarên mayî li pê xwe bêçap hêlan û koça dawîn kir.
Dîsa, 11 salan bi şûn de û li heman bajarê Mihemed Bekir, li Stockholma Swêdê, xwedîyê Weşanxaneya Nûdemê Firat Cewerî, xwesteka her du xebatkarên berî xwe (Hemreş Reşo û Mihemed Bekir) bi cih anî û ew xebata nîvcomayî gihand serî. Her 57 hejmarên Hawarê, bi çapeka ofîs a birêkûpêk, di du cildan da çap kirin. Cewerî dibêje ku wî di sala 1987an de, dema ku li bajarê Banyasa Sûrîyayê li hevjîna Mîr Celadet Bedirxan, li Rewşenê bûbû mêvan, hin hejmarên Hawarê yên orjînal bi dest xistibû û li bara bidestxistina tevaya hejmarên Hawarê, Cewerî wiha pê de diçe: “…Ez bi dû nêçîra peydakirina hemû hejmarên Hawarê ketim. Hejmarên ku li ba min kêm bûn, min ji ba Mehmed Uzun û Mahmûd Lewendî peyda kirin”.(4)
Li bara çapkirina Hawarê, xwedîyê Weşanxaneya Nûdemê, Firat Cewerî, bi daxuyanîyeka taybet bo Kovara Şarê, kêlîyên zor û zehmetîyên di ber berhevkirin û çapkirina Hawarê de bi bîr anî û bi dengekî bilind gazindên xwe kir: “Min digot (Hawar) derkeve wê kurd ji destên hev birevînin. Min digot wê dezgehên kurdan ji destên hev birevînin. Lê mixabin, weha nebû. Bi tenê vê dawîyê xortekî binxetî bi navê Hoşeng Nûh 30 taxim HAWAR ji me xwestin û pereyê wan jî pêşin li ser hesabê me razand”.

Navê negotî!
Ehmed Kurdîyê ku di salên 30î de hejmar û daneyên Hawarê, bi biskilêteka ku Mîr Celadet jê ra kirîbû, ji Binxetê li sînor dixist û li gund û navçeyên Serxetê belav dikirin, di hevpeyvîneka xwe da wiha dibêje: “Hemreş Reşo hat ji min xwestin. Min da wan. Birin. 24 çar hejmar (ya rast 34 e) çap kirin. Ê din man, dûra Firat Cewerî birin li Swêdê ew çapkirin. Çapeke spehî daye wan. Mala wî ava. Go ne ez bûma Hawar, hemû nedikete destê kesî”. (5)
Ehmed dide zanîn ku bi saya hejmarên Hawarê yên orjînal ku li nik wî bûn, Hawar ji nû ve hat çapkirin, lêbelê di her sê pêşgotinên: Hemreş Reşo, Mihemed Bekir û Firat Cewerî de navê belavkerê Hawarê, Ehmedê Kurdî derbas nebûye; tenê navên: Rewşen Bedirxan, Mahmûd Lewendî û Mehmed Uzun derbas dibin!

Hawara berhevkirî li Binxetê dihat firotin
Her çi qas di nava kurdan de nas û belav e ku her 3 çapên pêşîn ên Hawarê li Ewrupayê derketine û paşê belavî temamî dunyayê bûne, lê birekî mezin ê nivîskar û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê vê yeka han red dike û dide zanîn ku tu caran “Hawar li Binxetê qut nebûye”.
Li ser meseleya peydabûn û peydanebûna Hawarê li Rojavayê Kurdistanê, romannivîs Helîm Yûsiv bi daxuyanîyeka taybet bo Kovara Şarê ragihand: “Destpêka salên 80yî bû, li bajarê Amûdê ji cem kalemêrekî bi navê Sedeqe ku di dikana xwe ya polikan de pirtûkên kurdî kopî dikirin û difirotin, min her 57 hejmarên Hawarê ku di du cildan de kopîkirî bûn, kirrîn. Heta niha ew her du cild li cem min in”.
Nivîskarê ku ji mêj ve xerîkî xebatên li dor binemala bedirxanîyan û kultûra Cizîra Botan e, Konê Reş, tûrikê bîranîn û rastîyên ku li nikê ne ji me ra vekir û agahîyeka ku haya gellekan jê tune ye, eşkere kir: “Bawer im di sala 1993yan de bû, ez bi wê yekê agahdar bûm ku her 57 hejmarên Hawarê yên orjînal li cem Mihemedê Cemîlê Seyda peyda dibûn. Min gellekî jê lava kir ku wan hejmaran bide min, lê neda min, dawîyê min jê xwest ku kopîyekê ji ber derxînim. Min 3 kopî, yek ji xwe re û yek ji Ferhadê Içmo re û yek ji Ferhad Çelebî re, li nik Ûsivê seetçî yê xiristyan ji ber orjînalên Mihemedê Cemîlê Syeda derxistin”.
Peydabûna Hawarê li nik Mihemed Cemîlê Seyda ne dûrî aqilan e, ji ber ku heta salên 1940î jî, Mîr Celadet Bedirxan ew di mala xwe de bi xwedî dikir. Me têkilî bi lawê Mihemed Cemîlê Seyda (Hejar Seyda) re ku aniha li derveyî Sûrîyayê ye danî, Hejarî peydabûna her 57 hejmaran piştrast û erê kir, lê got ku aniha ew hejmar “di cihekî asê de ne û em nikarin nîşa we bidin”.
Ji alîyê xwe ve, Serokê Yekîtîya Nivîskarên Kurd – Sûrîye, Dilawerê Zengî, ji me re got ku wî jî di sala 1988an de, li bajarê Banyasê, 57 hejmarên Hawarê yên orjînal ji cem Rewşen Bedirxan anîne û heta vê kêlîyê ew hejmar li bal wî parastî ne.
Di vekolana li reh û rîşên vê babetê de, em li agahîyeka wisa rast hatin ku li Pirtûkxaneya Bedirxanê ya Eşrefîya Helebê, 57 hejmarên Hawarê ku di du cildan de berhevkirî bûn, dihatin kopî kirin û firotin.
Xwedîyê Pirtûkxaneya Bedirxanê, Mihemed Hemo ku ji sala 2001ê ve ji ber biserdegirtina hêzên istixbatara Sûrîyeyê dergehên pirtûkxaneyê dadaye û revîyaye Herêma Başûrê Kurdistanê, ji Kovara Şarê re dabaşa meseleya kopîkirin û firotina Hawarê kir: “Min birek hejmarên Hawarê di 1987an de ji cem Rewşen Bedirxan anîbû û yên mayî min ji çapa Hemreş Reşo girtin. Cara pêşîn, di 1994an da min Hawar di du cildan kopî kir. Ji 1994an heta 2001ê, min zêdetir ji 15 caran û di her carekê de zêdetir ji 20 daneyan, bi çapera rîzoyê (Canon) kopî dikirin”.
Di daxuyanîya xwe de Mihemed Hemo da zanîn ku kopîyên Hawarê ji bo başûr û bakurê Kurdistanê, Rûsya û Ewrupayê dihatin hinartin, her wiha: “Min ew kopî difirotin gellek pirtûkxaneyên devera Cezîrê, lê yên ku dihên bîra min du pirtûkxaneyên Qamişloyê ne: Pirtûkxaneya Bedirxan a Bavê Newroz û ya rehmetîyê Ezîzê Dawê li taxa Kornîşê”.
Hemoyî li axaftina xwe zêde kir û ragihand ku sala 1998an, lêkolerekî fransî yê bi navê Dominique Fradet li pirtûkxaneya wî bûye mêvan û çaxa ku bihîstîye 57 hejmarên Hawarê li balê kopîkirî ne “gellekî seyr ma û got, çênabe her 57 hejmarên peyda bibin. Çaxa ku min pêşê kirin ji kêfan re firîya, got, ez gellekî li wan gerîyame û min nedîtine. Dawîyê hejmarên 36 û 42yê ji cem min birin”.
Di heman babetê de, xwedîyê Pirtûkxaneya Bedirxanê ya li Qamişloyê, Baqî Reco Bavê Newroz, agahîyên Mihemed Hemo piştrast kir û da zanîn ku kopîyên Hawarê ji Pirtûkxaneya Bedirxanê ji wî re dihatin, wî jî hem kopî dikirin hem jî difirotin.
Dîsa ji Qamişloyê, nivîskar Newaf Bişar ji Şarê re da zanîn ku ji sala 1985an ve her 31 hejmarên Hawarê yên dawî li balê peyda dibin: “Di salên 1985-1986an de, birêz Ibrahîm Resûl ku mirovekî kurdên Qamişloyê ye, li bajarê Banyasê dixebitî û têkilîyeka wî ya qenc bi yadê Mîrzade Rewşen Bedirxan re hebûye. Wî 31 hejmarên orjînal ên Kovara Hawarê (27-57) di gel her 28 hejmarên Kovara Ronahîyê ji cem yadê Rewşen anîn û ji birayê min Elî Bişar re şandin bajarê Qamişloyê”.
Li alîyê din, berhevkar û çapkerê Hawarê, xwedîyê Weşanxaneya Nûdemê Firat Cewerî, van agahîyan red dike: “Haya min jê tunebû û heta niha jî haya min ji tiştekî weha çênebûye. Gelo ew 57 hejmarên, an jî her du cildên tu behs dikî ne çapa Nûdemê be”.

Du çapên bêdestûr!
Piştî çapa Weşanxaneya Nûdemê, “Kombenda Kawa bo çanda Kurdî” ku Selah Bedredîn (Selahê Bedrê) birêveberê wê ye, sala 2001ê li Herêma Başûrê Kurdistanê her 57 hejmarên Hawarê yên Weşanxaneya Nûdemê çap kirin.
Li Ameda bakurê Kurdistanê jî, Weşanxaneya Belkîyê ku Rênas Jîyan edîtorê wê ye, tevaya Hawarê ji nû ve bi kurdî-latînî venivîsîye û di 2012an da çap kirîye.
Tevî ku di çapa Kombenda Kawayê de hatîye nivîsîn ku çapa wan ji ber a Nûdemê ye û di ya Belkîyê de jî nivîsîne ku çapa wan (wekî çapa duyem) berdewamîya Hawara Nûdemê ye, lê Firat Cewerî dibêje: “Wan bêyî destûra me derxistine. Min karîbû hem çapa başûr, hem jî çapên bakur ên bêdestûr bidana mehkemeyê. Lê ji dilê min nehat ez ên bakur bidim mehkemeyên tirkan û herçî çapa başûr bû, ji xwe ji dezgeha dewletî ya herî bilind alîkarî wergirtibû. Min kevirek danî ser wê jî”.

Hawara ji bo gel bû û ji nava gel derket
“Gava mirov çavekî li her 57 hejmarên Hawarê digerîne, mirov dibîne ku Celadet Bedirxan vekirî tu îdeolojî nepesinandine, kurd nekirine sinif û tebeqe, sinif û tebeqeyek negirtîye û li dijî sinif û tebeqeyeke din şer nekirîye. Di ferhenga wî de gotina ‘kurd’ tê maneya biratî, hevaltî û dostaniyê”.(6)
Hawarê, hemî çîn û celebên civaka kurd dan ber xwe, ji her kesî re nivîsî û ji her kesî re weşand. Loma, di her pênc çapan û di berhevkirin û kopîkirinan de, ne bi keda partî û rêxistinên hikûmetî yên kurdan, lê bi saya neferên civakê û bi hewildanên takekesî, Hawar ji mirin û windabûnê hat parastin.


1 – Mîr Celadet Bedir-Xan, Hawar, h20, r1, 8ê gulana 1933yan, Şam.

2 – Hawar, Hermreş Reşo, Berlîna Rojava, Çapxaneya Durshlagê, îlona 1976an.

3 – Hawar, Mihemed Bekir, Stockholm, Çapxaneya Författares Bokmaskinê, hezîrana 1987an

4 – Hawar, Firat Cewerî, Stockholm, Weşanxaneya Nûdemê, 1998

5 – Malpera Bianet Kurdî, 15.05.2019
http://bianet.org/kurdi/huner/208515-wexte-min-li-hesin-dixist-weko-cin-dihatin-min

6 – Pêşgotina çapa Hawarê, Firat Cewerî, Stockholm, Weşanxaneya Nûdemê, 1998


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170