Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
REWŞA PERWERDE Û HÎNKIRNÊ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎYAYÊ – Kovara Şar
wêne: Liwa Slêman

“Bi salan em bi hesret bûn ku bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin, nizanim çi sedem e ku aniha gellek ji me zarokên xwe naşînin dibistanên Rêveberîya Xweser”, Eyşe ya 50î salî bi van gotinan êşa xwe ya gellekên din anî ziman.
Li heman bajarê ku Eyşe lê dijî gellek malbat li dijî şandina zarokên xwe ne bo dibistanên ku metoda kurdî tê de bi cih bûne, û wan dişînin dibistanên ku metoda rêjîmê li bi cih in. Qasim ê 45 salî sedema vê yekê vedigerîne siberoja şagirtan û dibêje “ne ji ber ku em li dijî zimanê xwe ne, lê ev mijar girêdayî rewayetî û siberoja zarokên me ne”.
Piştî ku Sûrîyayê di sala 1946an de serxwebûyîna xwe bi dest xist, kurdan êşeke dijwar di warê hînkirin û perwerdekirina bi zimanê dayîkê de kişand, nemaze piştî ku desthilata Sûrîyayê kete destê partîya Baisê.
Piştî ku Rêveberîya Xweser a Demoqratîk di sala 2014an de hate damezirandin di sala pey re metodek bi zimanê kurdî derbasî dibistanên bajarê Qamişloyê bû. Lê di sala 2012an de yekem car bû ku waneyek bi zimanê kurdî di dibistanan de cihê xwe girtibû, û hingê li giştî dibistanan metoda rêjîma sûrîyayê li dar bû.

Rêbazên wanedayînê li dibistanên Rêveberîya Xweser

Behcet Lewend, ku yek ji birêvebirên komîteya amadekirina dibistanan a herêma Cezîrê ye, bo kovara Şarê dibêje, karê dersdayînê du alîyên wê hene “him alîyê wê zanistî heye û him ê hunerî heye”. An ku çawa mamosta dikare vê zanistê bighîne şagirtan ev hunerek jê re gerek e “ji bo wê em nikarin bibêjin çend rêbaz hene an wê di çarçoveyekê de destnîşan bikin, çi ku ya girîng ew e ku li gorî sîstemên perwerdeyê yên nûjen şagirt xala girîng e”. Mamosta jî li gorî xwe huner û rêûrêbazên guncaw ên di rêya wê re dikare agahî û zanista xwe bighîne şagirtan bi kar tîne”.
Behcet da zanîn ku li gorî lêkolînên wan dora 18 rêbazan heye, lew re mamostayên xwe li gorî van 18 rêbazan perwerde dikin, “em nikarin bibêjin ku rêbazek ji ya din çêtir e, ji ber mamosta li gorî zanista xwe çi pêwîst e ku bighîne şagirt li rêbaza girêdayî wê vedigere. Li gorî her waneyek di pirtûkê de mamosta rêbazê hildibjêre çi ku her waneyek armancek wê heye. Her ku çi qas rêbaz hêsan û baş be ew qas xweş dighêje şagirt û sûdê jê werdigre”.
li bara vê mijarê, di civakê de, tim pirsek xwe dide pêş: Ev minhac ne bi şêweyekî akademî û zanistî hatiye amadekirin. Kesê bibernavê (Ehmed), dibêje “em nakarin zarok,n xwe bşînin dibistanên ku ne mamosta û ne jî metod di asteka baş din”.
lê Behcet balê dikşîne ser xalekê û teqez dike “di warê perwedeyê de ji bo ku em bighêjin armanca xwe dem jê re gerek e, “em nikarin aniha bibêjin ku ev 18 rêbazên heyî yên ku mamosta li gorî wê têne perwerde kirin baş cihê xwe dîtîye; em nikarin vê yekê bibêjin”. li gorî Behcet wan wekû gav dest pê kirîye “lê ji bo pêkanîna wê dem ji me re gerek e heta ku mamostayên me van rêbazan bi rehetî bikar bînin. Lê kêm zêde em encamên wê dibînin heta ku ne li gorî xwesteka me ye jî”,
Cemal ê 40 salî dibêje ku ji ber em ji zimanê xwe mehrûm man, “em zarokên xwe dişînin dibistanên Rêveberîya Xweser, zarokên me bi zimanê xwe baş diaxivin û dinivisin, û kesayetîya wan jî pirr xurt bûye”.
Behcet bo vê mijarê dibêje “li gorî şopandina me, sîstema ku em dixwazin li dibîstanan bi cih bikin encamine baş dane, ji ber aniha li gellek dibisatanan şagirt bi xwe dersan dite; ew jî girêdayî mijara rêbazê û zansita mamosta ye, ku şagirt erkdar dike û hindek lêkolînan dide pêş wî, bi vê yekê şagirt dûrî çanda ezberkirinê dikeve û rê li ber têgahiştina şagirt vedike”.
Mamostayên ku li dibistanên Rêveberîya Xwesr waneyan didin, li rastî kelemekê tên ew jî kêmbûna jêder û lêvegerên bi zimanê kurdî ye, Ciwan Ebdî, mamostayê bo kovara Şar da xuyan ku “di warê wanedayînê de, her mamostayek baş lêkolên dike heta ku bikaribe waneya xwe bide, ji ber ku lêveger û jêderên bi zimanê kurdî kêm in û barê mamostayan giran e bo bidestxistina agahîyan”.
Ciwan balê dikşîne ser hebûna prisgrêkên lojisîtîkî jî “di dibistanan de alav û emrazên wanedayînê kêm in, a din jî birêvebrirên dibistanan ger tiştekî bixwazin dereng dimîne heta ku dighêje wan; heger ew çareser bibe wê baş be. Xwestekên wan pêk tê lê deremg dimîne”. Ciwan pê de çû û got “Şêwazê wanedayînê ji waneyekê heta ya din cuda ye, wanedayîna wêje wê ne wek a fîzîk be, her yek şêwazek wê heye, lê bi giştî mamostayên me ev serê çend salan e di perwerdeyan re derbas dibin”.
Sazîya biranşan (Metod) berî du salan hate avakirin û navenda wê Amûdê ye, berê wek komîte bû bo sererastkirina pirtûkên kevin, lê aniha sazîya biranşan ji 70 kesî pêk tê. Dîyar Osê, endamê sazîya metodan dibêje “bêguman ya herî binghîn di metodan de ew e ku li gorî civakê bê amadekirin, mînak em nikarin metodeka ewropayî wergerîne bo kurdîyê û wê bikar bînin çi ku wan li gorî civak û çanda xwe nivîsandine”. Lê Dîyar vê yekê teqez dike ku “metoda destpêkê ya ku hat bikaranîn di rewşek awarte de bû û baş li ser neheatibû xebitîn, lê piştî wê sal bi sal kar û xebat bo pêşxistina wê hate kirin, û ji nû ve rastîya şaşîtîyên ku di metoda berê de me di ber çavan re derbas kir û sûd jê hate girtin”. Dîyar da xuyan ku “piştî danheva mamostayan û perwerdeya salekê metod ji nû ve tê nivîsandin û bi şêwazeke nû”. Her wisa Dîyar got “Sazîya me her sê pêkhate cihên xwe tê de digrin, kurd, ereb û suryan, û her pêkhatîyek metoda bi zimanê pêkhateya xwe amade dike”.
Li gorî ku Ciwan anî ziman, komîteyên şopandinê jî karê xwe baş dikin û “li dibistanan digerin û heger şaşîtyek an jî kêmasîyek li cem mamostayan hebe wan aghadar dikin da ku bikar bin wê kêmasîyê çareser bikin”.

Dibistanê rêjîma Sûrîyayê guh nadine şagirtan

Li gorî gotinên gellek malbatan ên ku zarokên xwe dişînin dibistanên rêjîmê gazinan ji neguhdana bi şagirtan dikin. Bêrîvan a 40 salî, dibêje çend dibistanên ku li Qamişloyê hîn metodên rêjîmê lê bi cih in nema weke berê guh didin perwerde û hînkirina şagirtan “lew re em naçar dibin ku mamostayên taybet bo zarokên xwe peyda bikin. Aniha pirranîya şagirtan li malê yan jî li amûjgehên taybet têne hînkirin”.
Mamostaya ku li dibistanên rêjîmê karê xwe dike, ya ku xwe bi navê (Ahîn) da naskirin, bo kovara Şarê da xuyan ku “dema tu derbasî polê dibî bêhna te diçke, ji ber ku hejmar gellekî pirr e. her polek ne kêmî 60-70 şagirtî ye. Ev ji bo dibistanên navîn e. yên seretayî bi 3 taqan bêhtir e. nexasim dibistanên hundirê bajêr”. Ahîn dibêje dibistana ku ez lê mamostayê dikim dûrî bajêr e, nêzîkî balefirgehê ye. ji bilî dibistan û pola xwendinê û mase ku giş şkestîne ev dibistan bixwe koçber lê bi cih bûbûn û “piştî ku dibistanên dewletê yên bajêr hatin girtin şagirt anîn vê dibistanê”.
Ahîn balê dikşîne ser alîyê zanistî û dibêje, wek perwerdekar ger em biaxivin 3 qonaxên giştî yê perwerdeyê hene dibistan, mamosta û malbat ev her sê qonax bo hînkirina van şagirtan e. mamosta yan jî kadroyên hînkirin û perwerdeyê jixwe pirr in, nimûne mamostayên zimanê erebî 8 in li vê dibistanê ji bo du polan her yek ji wan tenê rojekê tê û rojên din nayên, “mamosta û birêvebirê dibistanê ji xwe re li hev kirine, yê birêvebir jî qezncdar e; geh pere ne û geh dîyarî ne”.
Ahîn da zanîn ku gellek pirsgirê di dibistanê de hene, jê danûstandina mamosta bi şagirtan re, pirtûk dereng dighêje destê xşagirtan û yê ku pirtûka wî tune be mamosta jê re dibêje here ji xwe re bikire. Û pirsgirêka herî mezin gellek şagirt dighêjin pola 7an û nizanin tîpan binvîsîn û bixwînin “ji ber biryar ji Birêvebirîya Giştî ya Hînkirinê ya dewletê hatîye ku divê hemû şagirt biser bikevin. Zanibin nezanibin ne xem e, gihaştibû asta ku ji me re digotin heger şaştî di pelikên wan ên ezmûnê de hebin sererast bikin”.

Çi cudahî di navbera metodên dibistanên Rêveberîya Xweser û yên rêjîma Sîrûyayê de heye

Behcet Lewend dibêje ku cudahîya di navbera rêbaza me û ya ku berê li dibistanan dihat bikaranîn de ew e ku berê rêbaza axaftinê bû, an ku tim mamosta diaxivî û şagirt jî tenê lê guhdarî dikir, bêyî ku beşdarî axavtinê û waneyê bibe û heger beşdar bûbûya jî ew beşdarî qeils bû. “Em dixwazin aniha vî şêwazî pûç bikin, tev li ku ev jî rêbazeke ya wanedayînê ye, lê nabe ku em vê rêbazê tenê bikar bînin ji ber em ê perwerdeya xwe bifetisînin”.
Diyar osê jî da zanîn ku gellek cudahî da navbera rêbaz û metodê rêjîmê û yê Rêveberîya xweser de heye. “Di metoda rêveberîyê yê ku nû tê amadekirin de şêwaza nirxandinê ye bêhtir ku şêwaza ezberkirinê be, pirranî rahênan in, ew deqên dirêj ên ezberkirinê nema ne, bêhtir me giranî dayê rahênan û xwepêşxistin û alîyê perwerdeyê”.
Li gorî Ahîn, mamostayên kevin ên dibistanên rêjîmê xwe li pêş nexistine ku bikarbin waneyan li gorî metoda nû yê rêjîmê bidin. “Armancên ku dive bête bidestxistin di hundirê waneyê de pêk nayên ji ber têkilîya di nevbera mamosta û şagirtan de ne avakirîye ser rêzgirtin û hezkirin û danûstandinê; şagirt dikare bi hêsanî gotineke ne xweş ji mamosta re bibêje”.

Metoda Rêveberî û ya rêjîmê li ber çavê rexneyê

Helbet Desteya Perwerde û Fêrikirinê ya Rêvebrîya Xweser dixwaze di rêya metodên xwe re xwe dûrî bandora metodên ku rêjîmê li dibistanan bikar dianî dûr bixe, Ibrahîm Xelîl, nivîskarekî kurd e, vê yekê tîne ziman û dibêje “di nerîna min de ev yek zehmet e. di metoda kevin de baş şaşîtî hebûn lê ew hatin sererastkirin. Demek baş divê heta ku bikaribin xwe ji zihnîetya metodên rêjîmê rizgar bikin çi ku mamostayên vê herêm bigiştî, ku aniha gellek ji wan mamosta ne li dibistanên rêvebrîyê perwerdeya rêjîmê ne û nikarin şagirtan li ser zihnîyetek nû ava bikin”. Ibrahîm dide xuyan ku li dibistanan tiştek heye jê re dibêjin emrazên hînkirinê, “heger dixwazin xwe ji rêbaza ezberkirinê rizgar bikin divê ev emraz ber dest bin; û bi rastî ev yek aniha ne pêkan e di dibistanan de”.
Ibrahîm balê dikşîne ser rola mamosta di perwerdekirinê de û dibêje, a herî girîng di vê qonaxê de perwerdekirin û bilindkirina asta mamostayan e çi ku şagirt dê di rêya wan re bêne perwerdekirin, “gerek ev mamosta bikêmanî li seranserî du salan beşdarî kors û perwerdeyên cihêreng bibin, mîna korsên zimanê kurdî, ingilîzî û komputer û warine din; jixwe heger nola zanîngehê çar sal bin dê baştir be”. Her wisa Ibrahîm dide zanîn, pêwîst e kesên di ku warê perwerdekirinê de pispor in “van mamostayan hînî şêwe û rêbazên wanedayînê bikin da ku bikaribin danûstandinê bi şagirtan re bikin û zihnîyet û çanda lêxistin û tirsandina şagirtan ji bîr bikin”.
Merwa Mihmede, xwendina asta bilind a pirtûkxane û metodan qedandîye, bo kovar Şar dibêje ku “metoda hikumeta sûrîyayî li gorî dewletên herêmê dewlemnd e, lê gellek agahîyên dûbarekirî ne, lew re lêvegerek ji metodê re divê”. Her wisa Merwa bal kişand ser perwerdeya mamostayan “ji ber nikarin agahîyan bighînin şagirtan, û ev yek dibe kelem pêşîya pêşxistina prosêsa perwerdeyê”.
Lorîn Sebrî, ku dîploma metodan wegirtîye dibêje pirsgirêka heyî, him di medota rêveberîyê û him di ya rêjîmê de, ew e “ku mamosta xwe nagihînin asta wanedayîna li gorî metodên nûjen”. Lorîn dibêje “ev rêbaz û şêwazên nû pêwîstîya wê ne tenê bi hînkirinê heye, pêwîstîya wê bi nameya xwendinê di pratîkê de heye, di nav şagirtan de. Çi ku her waneyek rêbazeke wê ya guncaw heye”.
Jixwe Lorîn di gotina xwe de anî ziman ku metoda rêjîmê tenê avakirî ye ser axaftina mosmosta û şagirt jî guhdar dike. Lê Lorîn da zanîn ku “her du metod jî, yên rêveberîyê û rêjîmê, aniha li gorî metodên nûjen e, lê pirsgirêk di kadroyên perwerdeyê de, an ku mamosta nikarin li gorî rêbaz û şêwazên nûjen waneyan bidin”.

Çawa mamosta dighêjin asta wanedayînê

Behcet Lewend bo kovara Şarê da zanîn ku wekû pilansazî, sala bê em derbasî pola 11an dibin, ji sala çûyî ve em amadekarîyên xwe dikin, “her sal jî perwerdeyên me yên havînî hene em mamostayên xwe li gorî her gavê wan perwerde dikin, ji par ve me 3 pêşbirik bo wergirtina mamostayan me ragihand, hejmarek baş ya mamostayan tevlî me bûne ji ber hejmarê berê têra me nedikir”. Li gorî Behcet ku ji me re got mercên mamostayên ku dikarin beşdarî pêşbirêk bibin ev e, “ji bo qonaxa amadehî divê derçûyîyên zanîngehê bin, piştî ku di pêşbirkan re derbas dibin em wan perwerde dikin, ji bilî perwerdeyên havînî mamosta li 5 akademîyên me perwerdeyê dibînin ji bo ku bikar bin beşdarî wanedayîna hemû qonaxan bibin. Aniha jî me dset bi pilana derbasbûna pola 12an kirîye”.
Hêjayî gotinê ye, li gorî ku berî demekê Semîra Hac Elî, Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cezîrê, ragihand, aniha nêzî 3000 dibistan li seranserî Herêma Cezîrê metoda Rêveberîya Xweser bikar tînin û bêhtirî 300 hezar şagirt berê xwe didine van dibistanan.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170