Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
ZEYTÛNÊN EFRÎNÊ TÊHNA DAGIRKERAN NAŞKÎNIN – Kovara Şar
wêne: Azad Evdikê

Ji zimanê erebî: Hoşeng Nûh

Gava ku em pêngava dagirkerîya leşkerî ya ku di 20ê Çileya 2018an de li dijî Efrînê ji alîyê Erdoxan ve hatibû plankirin didin alîyekî, em lê hay dibin ku êdî rêjeya hebûna Kurdî li Bakurê Rojavayê Sûrîyeyê herî zêde xwe li bejna %30 dixe. Ev yek jî li gorî anagştên Erdoxan ên pêş in, %10 kêmtir bûye; ji ber ku li ser zimanê wî digerîya ku hebûna Kurdan li Efrînê %40 e. Li alîyê din jî, gava ku em nêzîkî nêrîna xelkên hundirê Efrînê bi xwe dibin, ew jî teqez dikin ku rêjeya koçbarkirina Efrînîyan xwe li %70 jî xistîye.
Hîn di germîya dagirkerîyê ya rojên pêşîn bi xwe de Cendirmeyên Tirk û Çekdarên Komên Îslamî nîyeta xwe li derxistina rêjeyeke tewrî bilind a Kurdan xira kiribû. Ev yek jî bi rêya operasyoneke berfireh a koçbarkirineke bizorê ji 12-18ê Adara 2018an, dema ku xelk di hefteya herî dawîn a berî bicîanîna dagirkerîya leşkerî de bi alîkarîya rêbara Çîyayê Xewnan bi refan baz dida, bi wan re çû serî.
Loma, talîya talî û piştî bihurîna sal û çar heyv û bêyî hebûna çirûsek ji hêvîyê jî ku kela dilê xweragirên li hundir û ya yên koçbarkirî (yên ku li hemberî zordarîya dagirkerî û zêdegavîyên çekdaran radiwestîyan), hênik bike, rewşeke nuh xwe bi Efrînîyan da ferzkirin. Ji bilî wan jî, rejîmê jî destê xwe xistibû xenaqa wan û ew dabûn ber darê dorpêçkirinê; wek ku ji Efrînîyan re bibêje: “Çawa ku we rê li ber min girt ku derbasî Efrînê nebim, li hêvîyê bin ku hûn jî çavên xwe bi dîtina Helebê kil bikin!”.
Rejîma Sûrîyeyê jî, bi vê buhaneyê xwe li dû vê perdeyê da veşartin, da ku kêmanî û seqetîya xwe ya neteweyî bide nixumandin; ji ber ku jê jî dihat xwestin ku berevanîyê di ber sînorê xwe yê neteweyî de bike û biparêze, çi ku ew şervan jî zarokên heman welatî ne û wan li ber xwe dida ku xaka xwe biparêzin û li hemberî dagirkerîya ji alîyê Osmanîya nûhatî ve bisekinin.
Ji xwe ew rewş jî pirr dijwar û bialoz bû, tev li ku li gorî tesnîfa Tirkîyeyê êdî “Kurdên Qenc” bi xwe jî dil nîn e ku heman rewş li deverên Başûrê Ferêt jî were dubarekirin; ji ber ku tiştê ku li Efrînê rû da, por dan sipîkirin, wek ku keçikek bi neçarî û bêyî dilê xwe lê ji boyî ku malbata xwe ji gef û destdirêjîyên ku dê li zevîyên wan an jî çinîna wan bibe, biparêze, bi çekdarekî milîsên ku gundê wan vegirtîye re bizewice.
Ji xwe ji boyî ku Dagirkerîya Tirkîyeyê hêvîya xwe ya têkilhevkirina xelkên mayî yên deverê bi çi kesekî kes û karên çekdaran re (yê ku dilê wî li niştecihkirinê hebe), bîne cî, baş li ser sekinî ji boyî ku peywendîtîya resen a xelkên deverê bi axê, binpê bike. Ji bilî wan jî, li alîyê din em dibînin ku tev digere ku nasnameyekê bide wan niştecîkirîyan ji boyî ku bi xwedîyên deverê bi xwe re yeksan bibin û bikevin rêza wan. Wekî din jî, li hemberî ku astengîyan li niştecîyên Kurd bar bike, bi awayekî nedîyar tev digerîya ku dil û cihê niştecîkirîyên xwe hêniktir û bilindtir bike.
Li alîyê din, tu lê hay dibî ku bi dehan gund -wek nimûne, gundê Bofalonê yê bi ser navçeya Şera/Şeran ve- virto vala mane; loma, dema ku xelkên Bofalonê da xwe û dil kir ku li gundê xwe vegerin, pirseke şor ew dan sekinandin: “Ma em lê vegerîyane ku hûn jî lê vegerin?” Ji vê yekê jî tê xuyakirin ku ew niştecîkirî barê kiryarên xwe yên kirêt dixin sitûyê wan xelkên reben, wek ku biryara vegerandina rebenên ku di ber çareya rejîmê re nehatine û bi dilê xwe ji deverên xwe derketine li bajarên wan, di destê niştecîkirîyan de be. Ma çawa na, heke tu bi çavên serê xwe dibînî ku hin piştevanên dagirkerîyê eşkere û vekirî ji Kurdan re dibêjin ku divê hûn bivê nevê vê rewşê bi xwe bidin qebûlkirin û pê razî bibin ku di bin dagirkerîyê de bijîn!
Lê ev buhaneya wan hat redkirin; ji ber ku gerek bû wan jî wek pirranîya çalakîgerên Dera’yê yên ku çareya bi rejîmê di ser a Tirkîyeyê û Îxwan El –Mislimîn re girt û qebûl kir di çavdêrîya Rûsyayê de bimînin, li ser xwe qebûl bikira. Lê her du jî –Tirkîye û Îxwan- bi ya xwe kir û li û Basên Kesk ên şermê siwar hatin û hatin li ser kezeba belengazên ku çavên xwe li aramî û jîyaneke biserbilindî digerînin, rûniştin.
Gava ku mirov xwe bera hunidrê Efrînê û Efrînîyên ji debara xwe bi xwe mehrûm dide, mirov dibîne ku ew xema peydakirina parîkê nanê xwe dixwin. Ji xwe piştî ku liv û tevgera pîşesazîyê ya ku di serdema Rêvebirîya Xweser de gurr û har bû, êdî Efrînî ji boyî debara xwe ya rojane gellekî dipên û li ber xwe didin; ji ber ku êdî ji bilî karê bi rêxistinên qaşo xêrxwaz û hawarhatinê yên ku di rastîya xwe de desteyên belavkirina fikirên radîkal in û Kurdan û Partîyên Kurdî di kodika kemançeya gawirî û tundrêtî de dibin û tînin û bi navê biratîya Îsalmî wan dixapînin, ne pêjna karkeran û ne jî ya kargeh û terzîxaneyan ji wan deran tê.
Tev li ku gellek hêvî li ser Efrînîyên li hundir tên girêdan, lê meseleya ku dest ji wan bê şûştin ku li hêvîya çarenivîsa xwe ya bêîman bimînin û berpirsyarîya dîlketina ji wan ne xem be, dihêle ku destê yekî li ser dilê wî be û dilê yekî jî li hev dixe; loma, ne dûr e ku dagirkerî dûvdirêjtir bibe ku ji xwe re li ser xewna nifşên nûhatî pal bide û tevî hebûna çandeke resen a Efrînkî, fikirên tûndrew jî bide çandin. Ji ber vê yekê jî, li sûna ku Partîyên Kurdî ji berpirsyartîya xwe birevin ku ev yek jî dihêle ku derî li ber bişaftinekê bê vekirin, çawa mabe, ji wan tê xwestin ku her gaveke ku barê Kurdên li hundirê Efrînê bi wan bide sivikkirin ku hêvîyek li wan bê barkirin ku karibin li ber nîrên dijwarîya ku dikişînin li ber xwe bidin û xwe ragirin, biavêjin.
Tevî giranî û dijwarîya debara jîyanê, tirsa ewlekarîyê jî xwe li niştecîyên Kurd kirîye bar û li ser dilê wan veniştîye; loma, her çi qas ku tê gotin ku tenê nêzîka 2000 kesî hatîye binçavkirin, dîsa jî bêhna kêmanîyê jê difûre. Ji xwe li gorî hîpotezan, tê gotin ku 250 hezar Efrînî li hundir mabû; loma, sedî sed, hemî xortên 15 salî heta bi zilamên 50-60 salî di nava hefteyekê de di gêra lêpirsîn û desteserkirinê de çûne û hatine. Li alîyê din jî, bi hezaran xort û zilam bi egera ku berê endamên hêzên ewlekarî, asayîş û YPGê bûn, dihatin binçavkirin. Ji xwe çarenivîsa bi sedê xortan jî ku heta vêga jî kes û karên wan nizanin ka gelo şehîd ketine yan jî dîl ketine, ne dîyar e.
Lê ji ber egerine ewlekarîyê yên girêdayî navçeya Nubul û Zehrayê, dagirkerîyê xwe li gundên Şêrawayê yên ku nêzîka deh gundan in û bajarên Şehbayê yê ku navçeyên wek Ihriz, Til Rif’et, Dêr Cemal û Fafînê û hwd. li xwe digire, neqelipand; loma, dorpêçkirina ku rejîmê bi zorê bi xelkê dabû ferzkirin, tenê di serê pîr û kal û belengaz de, ên ku divîyabû û ji wan nedihat ku wê demê heta milyon û nîv lîre li serê xwe bidin ku xwe bigihînin Helebê, şikest.
Tevî ku dûre nirxê qaçaxçîyê gellekî jî daket, lê êdî wan kesên ku xwe gihand rexê Şehba’ û Şêrawayê -ku tê texmînkirin nêzîka 100-150 hezar koçberî ne- bivê nevê wan ew rewş bi xwe da qebûlkirin û wan pê li hemî zehmetîyan kir ku çav li debareke nuh bigerînin. Ji xwe wan bi rêya vekirina dikanên bazirganî û sûkan, rih bi wan deverên kavil de anî, tev li wan jî, di sazîyên Rêvebirîyê bi xwe de jî xebitîn, li gel wan jî, hin alîkarîyên ku karibin zehmetîya havîn û zivistanê jî bi wan siviktir bike, ji wan re dihatin peydakirin.
Ji bilî Şehbayê, gellek Efrînîyan berê xwe da Şêx Meqsûd û Eşrefîyeya Helebê yên ku din bin kontrola Rêvebirîya Xweser û QSDê de ne. Wekî din jî, tevî ku ew xem û tirsa siberoja van deveran dixwin, lê ew kul bi sed qatî ji koratîya dagirkerîyê çêtir e.
Tevî êş û azara ku kêlî bi kêlî hogirtîya Efrînîyên li hundir dike, lê kula hemêzkirina axa Efrînê û mirina li koçeberîyê hîn dijwartir e. Vê yek jî ew ji du hêlan didan sotin; ji alîyekî ve kişandina êşa jidestçûna kes û karan, a din jî, çendî ku mirin tehl û zehmet e jî, lê hêvîya sipartina li axa bav û kalên wan bi xwe jî xewnek bû; loma, wek ku ne bi dilê mirî bi xwe be jî, li axeke sar û xerîb tê sipartin, “bi ser mirinê de jî, xewa wan di bin wê axê de nedihat!”.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170