
“Koçberîya ku me dît, ji kuştina her du lawên min zehmetir bû”.
Bi van gotinan, dêya Ehmed (bernav) li ser koçberbûna xwe ya ji Serê Kanîyê, anî ziman.
Dêya Ehmed ji bajarê Girê Spî/ Til Ebyedê ye, di şerê li dijî Daişê de, koçberî Serê Kanîyê bîbû, li wir, li gel malbata xwe bi cî bûbû.
“Serê Kanîyê mîna buhiştê bû, me jîyaneka pirr xweş û hêsan li nava vî bajarî derbas dikir”, bi hesteke nazik û bi kul, Serê Kanîyê ji alîyê dêya Ehmed ve hate bibîr anîn.
Piştî rêwîtîyeke koçberîyê ya dirêj, bi malbata xwe re, li konekî di nava kampa Newrozê de, li bajarê Dêrikê rawestîya.
Kampa Newroz ya ku li ser dirêjahîya pênc salan, penaberên Şingalê li xwe girtibû, aniha, ji xelkên Serê Kanîyê û Girê Spî re dergehê xwe vekirîye, û konên vê kampê rondik, xemgînî û kulên van koçberan di nava şevan de, di hundirê xwe de vedişêrin.
Çeydanê çayê û çar qedehên şûşe li ber dêya Ehmed û hevser û nevîyên wê ne, li ser paçekê li erda kampê rûniştine, li milê konê xwe ku bûye mala wan, bi cîranên xwe re diaxivin.
Di xulekên kin de, bişkurîn ji ser dêmên wê winda dibin, rondik şûna wan digirin, kêlîyên tirs û revê di mejîyê wê de digerin, û bi zelalî di çavên wê de, eşkere dibin.
Di şerê li dijî Daişê de, du lawikên wê jîyana xwe ji dest dan, û yekî din revandî ye, û ta niha çarenivîsa wî ne dîyar e, zarokên wan li dora wê dileyzin, ber bi himêza wê ve direvin, çi ku ji wan re bûye dayik, bav û dapîr. Di dema koçberîyê de ev zarok cihê herî mezin bûn a tirsa di dilê wê de, “min li nevîyên xwe temaşe dikir, û dilê min digivişî, ez ê wan bi ku de bibim? Çawa wan ji mirinê biparêzim, ev zarok ji bêhna lawikên min in”, kesera wê dirêj dibe ta radeya ku depê sînga wê bilind dibe û henaseyeke lerizî ji hinavên wê derdikeve.
“Dema ku Amerîka bingehên xwe li cem me vala kir, rasterast Tirkîyê em topbaran kirin, em pêxwas ji malên xwe derketin, hevserê min li ser karê xwe bû ku avê belav dike, em û xelkên Serê Kanîyê bi tevahî ji mirinê revîyan”.
Her ku beşekê ji çîroka xwe dibêje, li dora xwe dizivire, û çavên wê li nevîyên wê digerin, çayê ji hevserê xwe re dadigre û berdewam dike.
“Malbatekê, cîranên me bûn, ji mala xwe derneketin û piştî demekê ber bi Tirkîyê ve çûn, ji me re bi axaftinên pirr dijwar gotin: “Ji vir derkevin êdî cihê we li vir nema”, wê malbatê alaya çekdarên dijberîya Sûrîyayê yên girêdayî Tirkîyê hildan, û bi kêfeka mezin li derketina me ji bajêr dinêrîn”, em ber bi gundan ve çûn, ta ku em gihaştin Til Koçerê”.
Birçîbûn, tazîbûn, tirs û xemgînî, hûrgilîyên kêlîyên vê malbatê bûn, piştî bîst rojan ji mana li Til Koçerê, berê xwe dane kampa Newrozê ku, di milê malbatên ji Efrîn,Kobanî, Serê Kanîyê û Girê Spî, derdê koçberîyê dijîn û hêvîyên vegerê li mal û xaka xwe dihunin.
“Bila ez vegerim Serê Kanîyê û bila mala min konek be li nava kolanên wê, dê li ber dilê min mîna koşkê mîran be, dilxwaza min vegera ber bi Serê Kanîyê de û hew…”, ev hevoka yekem û bi tenê bû ku bavê Ehmed ji min re got, berî ku ber bi konê koçberîya xwe de biçe bêyî ku li paş xwe binêre.