Civat bi Salihê Heydo re destpê dike, lê bidawî nabe

Heger tu li Hisiça Rojavayê Kurdsitanê bû mêhvan û tu li civata Salihê Heydo rûnenişt nebêje min serdana Hisiçayê kiriye.

Roja 15.08.2019 li mala mamosta Selah Hemo em bûn mêhvan, berî niha min daxwaz kiribû ku ez bibim mêhvanê Selah Hemo ku yek ji aşiqê ziman û kultûra Kurdî ye û yek ji xwendevanên ku bi evînî berhemên Salihê Heydo dixwîne. tevî ku Ez û Selah Hemo, em ji gundekî ne jî lê ti carî em li yek civatê rûneniştibûn, ji xwe Selah bi pazdeh-bîst salan jî ji min mezintir e, lê ji ber nivîs û xwendina wî ya bi kurdî bi rêya facebookê em bûne heval.

Min dixwest ez Selah bibînim û pişt re jî ez ji Selah bixwazim ku em serdana mamosta Salihê Heydo bikin çinku hevaltîyek dûvdirêj di navbera Selahê Hemo û Salihê Heydo de heye. Min bitenê carekê berî deh-pazdeh salan Heydo dîtibû, lê mamosta Selah bi spasî rêya min kin kir û ji min re bi rêya telîfonê re got: “Heta carekê Salih were vir ez dê telîfona te bikim û wer em  dê pêkve hevûdin bibînin”.

Werhasil wek min got, civîna me roja 15 heyvê li cem mala mamosta Selahê Hemo pêk hat.

Piştî Silavê û ji ber ku Salih dizane ku ez bi serdanekê ji Başûrê Kurdistanê hatime Rojava yekser bi Soranî li gel min axifî û got: “Silaw kaka çonî, aya tu baş fêrî Soranî bûytewa?”.

Min got, belê Kaka kû debî min fêrî soranî nebûmewe, eme hewt salî min ke li Herêmî Kurdistan, li Hewlêrî paytext ejîm, êste xwendin û nûsînî soranî baş ezanim, belam qisekirdinî min nawendîye.

Mamosta Salih, derwêş û aşiqê kultûr û wêjeya kilasîk a kurdî ye, ev bêhtir e ji sîh-çil salên wî ye ku bi zimanê kurdî helbestan dinvîse û kultûra kurdî dide ser hev û şîrove dike û dide nasîn û niha jî li Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê li beşê Ziman û Wêjeya Kurdî mamosta ye waneyên folklor bi hemû beşên xwe dide, bi giştî heta niha bêhtir ji 40 pirtûkî çap kirîye, û bi qasî wan jî hazir in an jî têne hazirkirîne bo çapê, beşek ji wan a helbesta kilasîk e ji berhemên Heydo bi xwe ne, beşa herî mezin jî danhev û şirovekirin û danasîna folklor û kelepûra kurdî ye, çi stran, çi metelok, çîrok û çîvanok, lîstok û têdrxistinok.

Civata bi Heydo re dest pê dike, lê bi min bidawî nabe, temenek pê gerek e ku mirov ji civata Heydo û ji guhdarîya axaftinên wî têr bibe.

Wê êvarê me civata xwe li ser wê sozê, ku di nêzîktirîn dem de ew dê hemû pirtûkên çapkirî û niha li ber dest in ji bo min amade bike, da ku ez rêya xwe bi wî bixim û wan pirtûkan bidest bixim, li ser vê yekê û piştî me li çend parçeyên helbesta kilasîk ji berhemên Heydo, çend stranên folklorî li ber dengê tembûrê ku wî bi xwe lê dida û çend çîrokan guhdarî kir me xatir ji hevûdin xwest.

Roja 18.08.2019 me soza xwe pêk anî û careke din min û Salih li cem birayê Selahê Hemo hevûdin dît.

Vê carê Heydo ne tenê bû, lêbelê bêhtir ji 20 pirtûkên xwe bi xwe re anîbûn û bi comerdî got, kerem bike tu bi kêfa dilê xwe pirtûkan bibe, min jî got: Ez hemû pirtûkan bi yekcarê nabim, da ku her demekê ez bêm û te bibînim û beşekî ji keda te ya pîroz hilgirim û çavên xwe bi dîtina wan û guhên xwe bi bihîstina çîrok û serpêhatîyan kêfxweş û rehet bikim.

Piştî min hejmarek pirtûk ji xwe re neqandin û min ji dil spasîya wî kir, careke din civata me dest pê kir û Heydo bersiva pirsên me dida, bi her pirsekê re dîrokek vedibû û çîrokekê dest pê dikir.

Bi civata wî re, em çûn mala seydayê Cegerxwîn me li şîret û şiroveyên seyda, li nerîn û pêdaçûnên Apo Osman û mêranîya wî, li çîroka vekirina dibstana kurdî ji alîyê Namî, li çîrokên mêrxasîya Hesenê Kurd, dilsozî û heyranîya Tîrêj û laqirdîyên BêBuhar û gellek bûyer û çîrokên kevin û nû guhdarî kir.

Şevek bi awaz, stran, helbest laqirdî û dîrok me bi Heydo re derbas kir, ne ez, ne Selahê Hemo, ne jî Esma xanim hevjîna mamosta Selah ji civata bi Heydo re têr bûn, lê şev zî bû û deng ji Hisiçayê bilîya zarokên malê jî nivîyan, bi tenê em û ew û heyiv di wê bendengîyê de bê deng nemabûn û çîrokên me bi dawî nehatin.

Dema ez vegerîyam ber bi malê de min nedixwest ez biçim nav livîna, di nav çar dîwarên odeya xwe de, min dixwest li berîyê, li çolê di bin ezmanê ku bi stêr û heyvê xemilandî bû de çavvekirî binivim.

Close