
Dema mirov di kolanan de dimeşe, jîyaneka hevbeş bi asayî li ber çavan dîyar dibe, ji wênekêşan re hêsan e ku, vê hevbeşîyê di wêneyên xwe de dîyar bikin, dema ku li her deverê xaça dêrekê û heyva mizgeftekê nêzî hev in û hevûdin silav dikin.
Di yek kolanê de, gotinên girêdayî bi çûyîna hecê li ser dîwarê malekê û li beramberî wê xaçek hatîye xêzkirin, tê dîtin.
Dîmenên bi vî rengî, bi pirrbûn li bajarek wekî bajarê Dêrikê têne dîtin ku bi dehê salan pêkhateyên ji olên cuda jîyanê bi hev re parve dikin.
Xiristîyanên bajarê Dêrikê xwedî dîrok, çand û jîyaneka taybet in, hejmareka ya pêkhateyên wan ji demekê dûr ve li bajêr bi cî bûne.
Pêkhateyên xiristîyanan li Dêrikê:
Siryan, Kildan, Ermen, Aşûr, Rûm û Pirotistant, ev in pêkhateyên xiristîyanan ên ku li nava bajarê Dêrikê, her wiha li gundewarên wê jîyana xwe bi çand û ziman û ramanên xwe yên cuda bi rê ve dibin.
Siryanên bajarê Dêrikê bi hejmara xwe yên herî bêhtir in:
Berîya destpêka şerê li Sûrîyayê, hejmara Siryanan li Dêrikê digihaşte bêhtirî 1200 malbatê, lê mîna hemû xelkên vî welatî û bi sedema pêla koçberîyê, hejmara wan di dema aniha de digihêje derdora 500 malbatê, pirranîya wan ên ku koçber bûne li welatên Ewropayê bi cî bûne û bitaybet li welatê Swêdê.
Li nava bajêr çar dêrên girêdayî Siryanan ve hene, du dêr ji wan kevinar in, ew jî dêra “Meryem El-Ezraa” û dêra “Mar Yaqûb” in, her wiha dêrên “Mar Şimonî” û “Mar Dodo” yên ku li gorî heman dêrên ku li Azexê hebûn, li Dêrikê hatine avakirin.
Li gundewarên bajêr jî du dêrên Siryanan hene, ew jî dêra “Meryem El-Ezraa” li gundê Brebeytayê û dêra “Mar Basûs û Mar Şûşan” li gundê Hekemîyê ku, ji demekê ve têne venûkirin, ew jî kevinar in.
Ji alîyê ziman ve, zimanê Siryanî pirr devokî ye ew jî: (Toranî, Esxênî û Aramî) ne.
Li Dêrikê devoka ku tê bikaranîn a Esxînî ye, û zimanê Siryanî yê resen bitenê ji alîyê oldaran ve tê bikaranîn, lê bi pirranî zimanê erebî di jîyana Siryanan ya rojane de tê bikaranîn.
Zimanê Siryanî bi du rêbazan û bi astên pêşketî li yekemîn dibistana Siryanî ya li bajêr tê fêrkirin, ev dibistan ji asta seretayî ta bi amadeyî fêr dike, û amadekarî bo vekirina dibistaneka duyemîn tê kirin.
Wekû her pêkhateyekê, cejinên taybet bi Siryanan hene ku, di 15ê gulanê de ji her salê cejna pîrozkirina Meryem El-Ezraa bo çandinîyê, ji alîyê Siryanan ve tê lidarxistin, li Dêrikê ev cejin li gundê Berbeytayê tê çêkirin, her wiha di roja sêyemîn de ji cejna zindîbûnê, cejna Mardodo ye ku, di wê rojê de hemû pêkhateyên din têne vexwendin û şahîyek tê lidarxistin, û savar wekû pîtê tê belavkirin, her wiha, cejna Mar Basûs û Mar Şûşan jî di 5ê gulanê de her sal tê lidarxistin.
Du dêrên Kildanan li bajarê Dêrikê û gundewarên wê hene:
Pêkhateya Kildan ji sala 1917an ve li gundê Eyndîwerê bi cî bûn, ew jî piştî ku Tirkîyayê komkujî di sala 1915an de li dijî Xiristîyanan pêk anî.
Piştî derketina Fransîyan ji Sûrîyayê, û ji ber metirsîya ku komkujîyên nû li dijî wan li ser sînor çêbibin, di sala 1946an de malbatên Kildan ji Eyndîwerê berê xwe dane nava bajarê Dêrikê.
Li Eyndîwerê dêreka Kildanan bi navê qidîs Keywarkeys an ku “Circis hebû”, û heman dêr li bajêr jî di sala 1961an de avakirin, her wiha dêreka wan li gundê Xanikê bi navê Seyidet El-Intîqal heye.
Ti dibistanên Kildanan li bajarê Dêrikê tune ne, ev yek bû sedema qelsbûna danûstendina bi zimanê Kildanî, ji bo vê yekê amûjgeha zimanê Kildanî hate damezrandin, tevlî ku Kildanên bajarê Dêrikê bi rengekî normal bi zimanên Erebî û Kurdî diaxivin.
387 malbatên Kildan li Dêrikê hebûn, di heyama heşt salan de ji şerê Sûrîyayê, bitenê 163 malbat mane, di hin cejnên taybet de, jîyanê bi xelkên bajêr re parve dikin, mîna şahîya mezin a bi boneya cejna qidîs Circis di 24ê nîsanê de li gundê Xanikê, û cejna El-Ezraa ew jî li gundê Xanikê di 15ê tebaxê de, her wiha cejna “Akîto” (sala Kildanî) lê bi nimêjan ne bi şahîyên civakî tê pîrozkirin.
Ermen ji 1915an ve li Dêrikê bi cî bûne:
Bi sedema komkujîya sala 1915an a ku ji alîyê Osmanîyan ve li dijî pêkhateya Ermen pêk hat, di heman salê de hejmareka mezin a Ermenan di sînor re û bitaybet di rêya gundê Eyndîwerê re, derbasî Sûrîyayê bûn û li gellek parêzgehan bi cî bûn.
Li Dêrikê, derdora 150 malbatên Ermen jîyan dikirin, di şerê Sûrîyayê de koçberî para gellek malbatan bû ku, niha bitenê 70 malbatên Ermen li bajêr dijîn.
Pirranîya koçberan berê xwe dane welatê Ermînîyayê û lê bi cî bûn.
Bitenê yek dêra Ermenan li Dêrikê heye, ew jî dêra “El-Seyda El-Ezraa” ye, di milê wê de yek dibistana Ermen a taybet heye.
Ermenên bajarê Dêrikê, zimanê ermenî di jîyana xwe ya rojane de bikar tînin, lê bi sedema qelsbûna hebûna tîmeka perwerdekirî ji bo ziman, ne bi şêweyekê berfireh tê bikaranîn.
Ji bilî cejnên hevbeş ên di navbera tevahîya Xiristîyanan de, hejmareka cejnên taybet bi Ermanan heye, mîna cejna serxwebûna Ermînîya ji Soviyêtê, ku di 21ê rezberê de ji her salê tê lidarxistin, her wiha cejina Şehîdan a ku cejneka neteweyî ye di 24ê nîsanê de tê lidarxistin, û cejna serxwebûna Ermînîya ji Tirkîyayê di 28ê gulanê de ji her salê.
Hin pêkhateyên xiristîyanan bi hejmarên hindik li Dêrikê dijîn:
Ne tenê Siryan û Ermen û Kildan li Dêrikê dijîn lê pêkhateyên Aşûrî û Rûm Protistant jî jîyana xwe li bajêr dikin bi hejmarên kêmtir ji pêkhateyên din, bêyî ku dêrên taybet bi wan hebin.
Zêdeyî sed salî ye ku li bajareka biçûk mîna bajarê Dêrikê pêkhateyên bi olên cuda li gel hevûdin dijîn û rojên xwe bi hev re parve dikin, û di asteka bilind de pêkve dijîn bêyî ku cudahîya bawerîyan bibe sedema pisrgirêkan. Ev yek rê li ber bajarê Dêrikê vekir ku wêneya pirrengîya welatê Sûrîyayê bigiştî, û herêma Cezîrê Bitaybet, di himbêza xwe de xêz bike.
*Jêderên agahîyan:
1-Dêra Mar Dodo ya Siriyanan.
2-Dêra Mar Circis ya Kildanan .
3-Dêra El-Ezraa ya Ermenan.