DI ÊTÛNA CENGÊ DE BÊRÎKIRINA “PIRTÛKÊN NEXWENDΔ

(Serpêhatîya nivîskareka Serê Kanîyê)

Nexweşîya dayê, bûye wekî kêreka mivred, her kêlîyê, wê birîna nêmgirtî diqelêşe û êşa heyî nû dike, dipirse, “em ê kengî vegerin malê?” çawa ku ji keça xwe bersivê dibihîze, “Serê Kanîyê di bin destê tirkan da ye!”, hêrs dibe û dest bi nifiran dike. 

Ev dîmenê han, zêdetir ji carekê li pêş çavên min dubare bû, lê di nava axaftinê re, keça cewabdar, Narîman Evdikê, bi min da zanîn ku ji çend salan ve ye celta li mejîyê dayîka wê, li cihê bibîranînê daye, loma bi dest xwe re tiştan ji bîr dike û bîroke bûye. 

Narîmana 31 salî ya nivîskar, yek ji 300 hezar koçberên şerê Serê Kanîyê û Girê Spî/ Til Ebyedê ye, ku 120 kîlomitreyan ji mala xwe dûr, bi malbata xwe ve, xanîyekê li qata duyê li Taxa Munîr Hebîb a Qamişloyê, ji xwe re kiriye penageh. 

wêne: Ferîd Mîtan
wêne: Ferîd Mîtan

Wekî noka tu li kevirî bidî, di pê êrîşa dagirkerîya Tirkîyeyê û komikên çekdar ên dijberîya Sûrîyayê yên girêdayê wê re ku di 9ê cotmeha 2019an da dest pê bûye, xelkê Serê Kanîyê û Girê Spî belavî derdorê bûye; hejmarek li dibistanên Hisiçayê bi cih bûye, hin ji wan li malên nas û xizmên xwe û yên mayî jî li kampên Waşûkanî (li ser rêya Tiltemirê) û Berdereşê (li Herêma Kurdistanê) bi cih bûne.

Dîwarê xwezîyan

Endama Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)ê ye, di Komîteya Wêjeyê ya Desteya Çand û Hunerê de dixebite û di xwendina xwe de Wêjeya Erebî qedandîye, Narîman ji malbateka xwenda ye, her du birayên wê Azad û Teymûr û xwişka wê Sêvînaz sînemager in, bavê wê jî sîyasetmedarekê kevn e.

Ji her tiştî biwêdetir, refikên ku bi salan in bi xwedî dike û dîwarê ku ji mêj ve bi nazdarî dixemilîne, li bîra wê ne, ji lew re bi keser dibêje, “ez li ser pirtûkxaneya xwe dişewitim, nemaze pirtûkên nexwendî, man kul di dilê min de. Hemî bîranînên min di refikên wê de ne, xwezî min karîbaya ew dîwarê pirtûkxaneyê li pişta xwe bikira û bi xwe ra bianîya”.

Çaxa ku li Dûmaya Şamê “şoreşgerên sûrî” çek rakir, ji her kesî ve xuya bû ku ev şerê heyî ji bo rûxandina rêjîmê û demokratîkkirina Sûrîyeyê ye; lê kesekî ne bawer ne jî texmîn dikir ku ew “şoreşgerên” han dê rojekê ji rojan berê tivingên xwe bi sîngên kurdan ve bikin, di xanîyên efrînîyan de bi cih bibin û îroj jî Serê Kanîyê dagir bikin!

Ne dûr e ku di van kêlîyan de, li Taxa Ronahîyê ya bakurê Serê Kanîyê, di hewşa mala Narîmanê de, li bin sîwana wê “dara kajê ya bi hêlînên çivîkan ve dagirtî”, ew çekdarên şamî çarmêrkî rûniştibin û malê dizî û talanê dihejmêrin.

Ji her birînekê re “Berberoj”ek

“Mejîyê me digot dê êrîş bikin û dilê me digot na, min digot Serê Kanîyê ji dest naçe û îroj jî dibêjim naçe!” Lê belê berevajî texmînan bû, êrîş pêk hat û tenê ji sivîlan zêdetir ji 300 şehîdî û 1250 birîndar ji xwe re kirin qurbanî.

Di bin wê pora reş û bi ser sore ve, du çavên Narîmanê yên germ û qehwerengî ku ji şopandina nûçeyan qerimîne, şahidên kêlîyên şerî yên destpêkê ne; “min li jorê nihêrê û ji xwe re got, Xwedê… 4 firoke ji bo bajarekî wilo biçûk!”

Serê Kanîyê yan jî Waşûkanîya “biçûk” ku 3500 salan berî niha ji pêşîyên Narîmanê, ji hûrî û mîtanîyan ra paytext û navend bû, di navbera salên 2012 û 2013an da jî komikên çekdar ên radîkal da serê û bi dirêjahîya çend mehan şerekê giran hat gerandin heta ku bajar bi temamî hat rizgarkirin.

Ew şerê destpêkê, ji nivîskarîya Narîmanê bi xwe re jî bû destpêk, li ser birîndarên wî şerî ku yek ji wan xalê wê yê şervan Seyfo Berazî bû, bi navê “Berberoj”ê berhevokeka bîranînên birîndarên şerî nivîsî û çap kir.

Seyfoyê ku birîna wî ji Berberojê re bûbû babeta sereke, di şerê niha da şehîd bû,  “ji ber vê yekê difikirim û dixwazim ‘Berberoj 2’ jî binivîsim”.  

Hêvîya bitirs

Komikên çekdar ku bermahîyên DAIŞ û Nusrayê ne û aniha di bin sîwana “Artêşa Niştimanî” de li hev civîyane, ter û hişk dan ber xwe, ji şervanan zêdetir sivîlên bêguneh kirin armanca xwe û bûyera herî hovane jî ya kuştina Hevseroka Partîya Sûrîyeyê ya Paşerojê Hevrîn Xelef bû.

Heke bimaya, dibe ku çarenivîsa wê ne kêmî ya Hevrînê bûya, lê tevî vê yekê jî, Narîman bi bîr û bawerî ya di dilî de dibêje, “xwezî ez li wir bimirima û derneketima”.

Dîyar e ku di navbera zilhêzên ku di Sûrîyeyê da xwedîbandor in, hekçu gurên devbixwîn berateyekê li hev par bikin, Serê Kanîyê û Girê Spî hatine firotin û ji tiştinên din re bûne berdêl, ji ber vê yekê Narîman bitirs û dilgiran e, “çi rêkeftin û lihevkirinên ku di navbera hêzên bibandor de çêdibin, navê Serê Kanîyê ne tê da ye!”, tevî vê yekê jî, “ez dibêjim em ê rojekê vegerin Serê Kanîyê, lê piştî demeka dirêj”.

Bi dirêjahîya vê suhbeta dilsoj, Narîmana nivîskar û diltenik karîbû çavên xwe kontrol bike, lê piştî bîranîn û kêlîya dawîyê, “cara dawîn dema em ji bajêr derdiketin, min birayê xwe Azad li kolanê dît, du standên kamîrayê ji bo wênegirtinê danîbûn û tozeka ecêb bi ser ketibû. Ez zîvirîm û min hûr lê nêrî, ez pê hesîyam ku ev dîtin a dawî ye”. Kela biratîyê zora wê bir û êdî nikarîbû rêgirîyê li cobarên rondikan bike…

Close