
Hiznîya Osman a ku xwe bi navê “Keça Kurd” dide nasîn, ji gundê Maşoqê yê girêdayî bajarê Tirbespîyê ye û yek ji xewnên wê bû ku ew jî mîna hevalên xwe li dibistanê bixwîne û ji zanîngehê bawernameya xwe werbigre, lê şensê wê tune bû û ew xewin bi cî nehat.
“Ji biçûkanîya xwe ve ez ji alavên kevin û dîrokî û entîkeyan hez dikim û eger ez xwedî şensbama û li hin zanîngehan min xwendiba, bêguman min ê li kolêja dîroknasîyê cihê xwe dîtiba”.
Bi van gotinan û bi kesereke dijwar Hiznîya salên zaroktîyê li bîra xwe tine û bi xemgînî dibêje ku mixabin ew derfet bi dest min neket û di nava hevalên xwe de mame keseke nexwendî.
Heskirina Hiznîya û girêdana wê bi dîroka kevnar ve ya bav û kalan û tev li ku ne dizane bixwîne yan jî binivîsîne, wê biryar da ku xewna xwe bi cî bîne.
Di sala 2006an de Hiznîya dest bi komkirina entîkeyan û alavên dîrokî kir, û tev li ku ew keç e û li gorî dab û nerîtên civakê gellek sînor û rêbend li pêş jinan derdikevin, lê ew rijd bû ku pirojeya xwe bibe serî û di vê mijarê de Hiznîya dibêje ku wê gava pêşî ji gundê xwe dest pê kir.

Hiznîya mal bi mal li nava gund gerîya û alavên kevin ên heyî mîna çira, teşî, lempe, das û qeynax, cêrên avê, meşk û hin tiştên din dane hev, û gava duyemîn a Hiznîya derketina ji derveyî gund bû ku ew bixwe jî gaveke zehmet bû û di heman demê de biryareke giring bû.
Di heyama çend salan de Hiznîya xwe gihande gellek gund û bajaran û ji navçeyên herêmê wek gundên Cirehê, Devera Alîyan û gundên Koçeran û ji Ava Mezin (Çemê Dicle) û ta bi Kobanî û Efrînê, her weha ji hin deverên ji derveyî Rojavayê Kurdistanê jî bi sedan tiştên kevin û dîrokî dane hev.
Hizniya dibêje: “Dema min dibihîst ku hin tiştên kevnar yan jî entîke li cem hin kesan hene, min yekser berê xwe dida wê deverê û min daxwaza wan dikir, hin kesan alîkarî bi min re dikirin, û ew tiştên xwe yên kevnar dîyarî min dikirin, û gellek kesan jî difirotin min”, loma Hiznîya dibêje ku di daneheva entîke û alavên kevnar de gellek pere xerç kiriye.
Piştî keda 13 salan Hiznîya dikarîbû zêdeyî 2000 alav û tiştên kevnar ên girêdayî dîroka kurdan, her wiha gellek tiştên girêdayî dîrok û folklorê hin pêkhateyên deverê ji Ereb, Xiristyan û pêkhateyên din jî bide hev û di nava mozexaneya wê de cih bigrin.
Di çend salên borî de, Hiznîya hin pêşangeh li herêmê lidar xistiye, lê ji ber pirrbûna hejmara tiştên komkirî û zehmetîyên veguhestina wan û metirsîya windabûn an jî dizîya hindek ji wan, Hiznîya odeyek ji mala xwe ya ku gellekî biçûk e jî veqetand û hinek alavên xwe tê de bi cih kir û bû mîna cihekî taybet bo pêşandanê da ku bikaribe pêşwazîya mêvanan bike.
Tev li ku zêdeyî 2000 parçe hatine komkirin, lê gellek tiştên ku Hiznîya daxwaza wan dike, wek alavên xwarin û vexwarinê û hin tiştên girêdayî bi jîyana rojane ya bav û kalan, nehatine peydakirin, Hiznîya hewl da ku wan tiştan ji herrîyê û hin keresteyên taybet bi destê xwe çêbike, û niha jî ew tiştên ku Hiznîya bi destê xwe afirandine cihê xwe di nava mozexaneyê de digrin.
Hemû tiştên di mozexaneyê de li ber dilê Hiznîya şîrîn û nirxbuha ne, lê hinek alav û amûrên kevin hene ku temenê wan bêhtirî 200 salî ne, wek Cercere, Nal û Qeydên Hespan, Sebetên Bûkan, Haletên Cot, Destar û hin tiştên din jî cihekî taybet di dilê wê de digrin.
Ji bilî daneheva entîke, alav û tiştên kevnar, tiştekî balkêş li cem Hiznîya tê dîtin ew jî daneheva cil û bergên folklorî ne.
Bi dehan cil û bergên jina, mêran, zarok û gêncan ên hemû pêkhateyên deverê kom kirine û hijmareke mezin jî ji wan Hiznîya bi xwe dirûtîye.
Tiştê herî balkêş jî ew e ku Hiznîya her dem û çax cil û bergên kurdî li xwe dike û guh nade cil û bergên nû û ne jî li gorî modeya van salan dimeşe, her wiha Hiznîya teqez dike ku ji keç û xortan tê xwestin ne tenê di cejnan de cil û bergên kurdî li xwe bikin, lêbelê pêwist e di jîyana xwe de û her dem û çax van cil û bergan li xwe bikin, û dibêje: “Ew serbilind e ku her dem cil û bergên kurdî li xwe dike û pêwist e xelkên deverê cil û bergên taybet bi her pêkhateyekê li xwe bikin da ku nifşên nûhatî ji dîroka kevnar a bav û kalan agadar bin û ew kultûr û jîyana berê neyê jibîrkirin”.
Li nêzîkî gundê Maşoqê hin kanîyên avê hene û ta bi roja îro Hiznîya mîna dem û dewranên berê radihêje cêr anjî şerbikê avê û berê xwe dide kanîyê da ku ava tam xweş bîne malê, û li malê jî du-sê denên avê danîne û ne ji wan denan be jî ew avê venaxwe.
Hiznîya, “Keça Kurd”, ku niha li gel dayika xwe ya nexweş bitenê di mala xwe de dijî, û mîna mêran pêdivîyên jîyana rojane dabîn dike û guhdana dayika xwe jî dike, tev li ew qas zehmetîyên jîyanê û derbasbûna 8 salan ji kirîzeke xerab ku hejmarên mezin ên malbatên deverê koçber bûne û li hin welatên herêmî û welatên ewropayê cih girtine, Hiznîya li ber xwe da û dev ji xaka welat berneda, û netenê wilo jî lêbelê ew di pirojeya xwe ya daneheva entîke, alav û her tiştekî girêdayî bi dîroka kevnar ve de berdewam e û ji her kesî re teqez kir ku bi rastî jî “şêr şêr e çi jin e çi mêr e”.