
“Destpêkê tevgera wan giran dibû, çavên wan sor dibûn, pişt re kuxikek giran dihate wan, 10 herî zêde 15 rojan li ber xwe didan û yek li dûv a din diket û dimr”.
Li ber dikana xwe ya biçûk li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê, Zîyad wilo behsa berxên xwe yên mirî dike.
Zîyadê 31 salî sedema mirina wan dispêre dûmana ku ji şewata zibala/gemara Rodiko derdikeve ye, û wiha dewam dike “Xwedê wekîl vê havînê gişî em li derve ranezane ji ber her şev ew dûman bi ser me de tê, heta di hunder de jî em jê xilas nabin û derbasî wir jî dibe”.
“Bi derzîyan jîyan dikim”
Qurbanîyên wê dûmanê ne tenê Berxên Zîyad in, lêbelê hevjîna wî û kurê wî yê biçûk jî nexweş ketine.
Bêrîvana ku bi hevjînê xwe re li ber wê dikanê ye, dibêje “em ji ber vê dûmanê mirin!, her roj halê me ev e ku em wê dûmanê bikşînin, kurê min nexweşîya (Hestok/ Hesasîyê) pê re çêbûye, ez jî nexweşîya (Rebo) bi min re çêbûye û her 6 mehan derzîyan li xwe dixim, heger wan derzîyan li xwe nexim dê rewşa min xerab bibe û belkî wek wan berxên feqîr li min were”.
Rodiko/ Navkurê
Ev dever 6 KM li bakur-rojavayê Qamişloyê dikeve, dirêjbûna wê 2 KM e û firehbûna wê nêzî 1.5 KM e. Berîya wê gilêşa Qamişloyê li Girê Fêris (Til Faris) dihat valakirin heta ku berîya nêzî 30 salî rêjîma Sûrîyayê veguhest wir.
Li gorî zanyaran nabe ku gilêş li aliyê rojava yê bajar bê civandin, lew re çavdêr û kesên pispor vê gavê wekî bi zanebûn ji alîyê rêjîma Sûrîyayê ve hatibe kirin, pênase dikin.
Li gorî birêveberîya beşê îkoljîyê ya Kantona Qamişloyê, halê hazir “rojane di navbera 240 – 250 Ton zibale li vê deverê tê valakirin”. Û li gorî texmînan, bi hatina sala 2022yan, dê bighêje 300 Tonî heger çareserîyek jê re nehat dîtin.
Desteya Şaredarîyan a girêdayî Birêveberîya Xweser dibêje “agirê bi wê zibalê dikeve ne bi zanebûn e lê hindek kes ên ji xwe re li Nihas û hesin digerin li wir agir vêdixin”, her wiha dibêjin ku “ji ber germê carinan agir pêdikeve”.
Ne tenê Qamişlo
Pirsgrêka dûmana gilêşa şewitî ne tenê li Qamişloyê heye, lêbelê li bajarên Dirêbsîyê, Hesekê, Amûdê, Zirgan, Serê Kanîyê û Dêrikê jî heye, an ku pirranîya xelkên herêma Cezîrê gazninan ji dûmana şewata zibalê ya ku li nêzî malên wan tê şewitandin, dikin.
Li bajarê Dirbêsîyê, li destpêka bajêr, gilêş tê valakirin. Jineke Ereb a ku mala wê ji alîyê koma gilêşê ve hatîye dorpêçkirin, di raporek kenala Ronahî TVyê de ku di 29.9.2018an de hatîye weşandin dibêje “em ji ber bêhn û kelmêşên lê kom dibin ne rehet in, me gilîyê xwe gihandîye şaredarîyê jî lê heta niha tiştek nekirine”.
Nexweşî zêde bûne
D.r Ebidilxenî Silêman pisporê nexweşîyên Sêngê li tîmargeh/iyada xwe ku gellek nexweş lê tên dîtin dîyar dike ku “di salên dawîyê de nexweşî li herêmê zêde bûne û du nexweşîyên sereke destnîşan dike ew jî (Tehesis û Rebo) ne”.
Hevserokê Desteya Tenduristîyê ya Herêma Ceîzrê D.r Menal Mihmed ew jî heman nêrîna hevpîşeyê xwe dibêje, lê hindek nexweşîyên din zêde dike wekî (nexweşîyên Dil, Kulbûn, Cellta) û wê yekê teqez dike ku “nexweşîyên girêdayî jîngehê zêde bûne”.
Her dû dektor jî gellek sedeman ji van nexweşîyan re destnîşan dikin:
- Dûmana ku li her herêmê heye, çi dûmana ji şewata zibalê yan jî ya tirimbêlan derdikeve.
- Dûmana ji ber şewata sûtemenîyê derdikeve – bi zimanê herêmî (Herraqat).
- Dûmana ji jeneratoran derdikeve.
- Derengmayîna zibalê li kolanan.
- Rewşa aloz a herêmê ku dihêle her dem mirov di strêsê de be.
- Toza li herêmê heyî û bêhna nexweş a ji zibalê û bermahîyên din derdikeve.
Her du Dektor her sî sedemên pêşî wekî sedemên bingehîn ji nexweşîyên vê demê re dibînin.
Herraqat (Parzûngehên Niftê)
Bi alozîya Sûrîyayê re gellek nav û têgihên nû derbasî jîyana xelkên herêmê bûn. Li herêma Cezîrê Herraqat yek ji wan gotinan e. Mebest jê jî ew e şewitandina sûtemenîya xam da ku jê mazot, gaz û banzîn derkeve.
Lê ji ber ev şewat bi şêweyekî paşketî tê kirin gellek zîyanê dighîne her tiştê nêzî wê çi mirov, çi ajal û çi zevîyên çandnîyê. Sedem jî xazên şehirkirî yên ji wan derdikevin.
Birêveberîya Xweser jî sedema rêdana vî cureyê şewatê bi pêwîstîyê ve girêde dide, çi ku bi şêweyên saxilm ên li gorî tenduristîyê nikarin hemû pêwîstîya xelkên herêmê ya sûtemenîyê bi cîh bînin, lew re niha nêzî bajarê Tirbespîyê yê herêma Cezîrê derdora 200 herraqeyî kar dike.
Jenerator/ Miwelîde
Bi destpêkirina şer li Sûrîyayê re gellek xizmetên bingehîn ên jîyanî êdî nema dihatin dîtin, nimûneya herî berbiçav kahreba ye. Lew ra hevwelatîyan berê xwe dane bikarnîna jeneratoran.
Tev li buhabûn û xazên xerab ên jê derdikevin jî lê heta niha tu wan li her kolanekê dibîne.
Li gorî Desteya Şaredarîyan tenê li bajarê Hesekê (850) jenerator heye, an ku li herêma Cezîrê bi hezaran jenerator hene.
Tev li ku di dema dawîyê de rewşa kahrebayê baş bûye jî lê dîsa dengê wan jeneratoran tê bihîtsin û dûmana wê tê kişandin.
“Heta bi penceşêrê çêdibe”
Dr. Ebdulxeynî Silêman teqez dike ku bandora dûmanê li ser tenderustiya mirovan heye û dibêje “çi dûman be ji tenderustiya mirov û ajalan re ne baş e, ji ber di nava wê dûmanê de hemû xazên şehirkirî hene wekî (Co2) û dema sûtemenî baş nayê şewitandin ew (Co2) dibe (Co1) û ew dehtaq ji ya destpêkê xerabtir e”.
Silêman hişyarîyê dide ku ev dûman dibe penceşêrê jî çêbike, lew re bang dike ku çareserîyek jê re bê dîtin.
Hemû kes
Li gorî tê zanîn pirranîya kesên ku nexweş dikevin ên temen mezin in, lê balkêş bû ku li tîmargeha D.r Ebidelxenî kesên ji hemû temenan dihatin dîtin nexasim ciwan û kesên nûhatî.
Delîl Xalid ciwaneke 23 salî ye ev demek acizîyê ji sînga xwe dike û kûxikek giran hatîye wî, Delîl ji kovara ŞARê re dibêje “doh ez ranezame, sînga min dişewite û kuxikê dev ji min bernedaya, min yeqîn nedikir çawa bibe sibeh û werim cem textor”.
Li gorî pijîşk sedema nexweşîya Delîl ew e ku nêzî mala wî jeneratorek kahrebayê heye û wê dûmanê bandor li sînga wî kiriye, di heman demê de çixareyan jî dikşîne.
Nexweşxane û bijîşk
Li gorî serjimarên Desteya Tenderustîyê ya Herêma Cezîrê, niha li herêmê 29 nexweşxane heye, ew jî bi vî awayî ne:
-Du nexweşxane di bin kontrola rêjîma Sûrîyayê de ne, (nexweşxaneya Niştîmanî ya Qamişloyê û nexweşxana Lû’lû’a ya taybet a Hesekê, jixwe rêjîmê ew jî kiriye ji bo leşker û sîxurên xwe).
-(20) nexweşxaneyên taybet ên li herêmên di bin kontrola Rêveberîya Xweser de.
-Şeş nexweşxaneyên giştî yên girêdayî Rêveberîya Xweser ku niha di xizmetê de ne.
-Du nexweşxaneyên giştî yên girêdayî Rêveberîya Xweser lê halê hazir kar nakin.
Her wiha gellek nexweşxaneyên leşkerî yên taybet bi hêzên leşkerî jî hene.
Nexweşxaneya Dil û Çavan
21ê rêbendana îsal, ji alîyê Desteya Tenduristîyê ya girêdayî Birêveberîya Xweser ve hate vekirin. Ev nexweşxaneya taybet bo nexweşîyên Dil û Çavan e û ew mezintirîn projeya tenderustiyê ya Rêveberîya Xweser e. Bi vekirina vê nexweşxaneyê re hêvîya xelkên herêmê çêbû ku nema bibine rêwîyên rêya dûr a Şama paytext.
Di nava 7 mehan de vê nexweşxaneyê zêdetirî 2.000 neştegêrî/ emelî çêkirîye, lê hemû jî yên Dilan e, ji ber beşa Çavan heta niha ne aktîv e, gerînendeyê birêvebirî yê nexweşxanê Mihmed Kermo, bo kavara ŞARê da eşkere kir ku sedema neaktîvkirina vî beşî bi nebûna karmend û bijîşkên pispor ve girê dide, yên ku heta aniha cihê xwe li nexweşxaneyê negirtine, “tev li ku birêvebrîya nexeşxaneyê daxwaz û bang ji hemû bijîşkên Çav ên herêma Cezîrê kirin lê hindekan tenê bersiv dan”. Lê Kermo da xuyan ku di demek nêz de dê ev beş bê aktîvkirin.
Erê û Na
Nêrînên xelkên herêmê li ser nexweşxane û bijîşkên herêmê di navbera erênî û neynî de dabeş dibin.
Cemîl ciwanek Efrînî ye, çend roj berê wêneyek (CT scan) jê re gerek bû. Cemîl dibêje tevî ku bi 3500 L.S ew wêne girt lê ya girîng zû wergirt ji ber hindek kes hene nêzî du hefteyan li bende dimînin.
Ferat jî ji Qamişloyê ye çend roj berê neçarî çûna nexweşxaneyê bûye, dibêje “du derzîyên normal li min dan û nîv Sîrom dan min pişt re gotin ka 5.000 L.S tevî ku nîv saetê jî li wir nemam, lê ya girîng ne ew e, ez rehet jî nebûm”.
Ebidilrezaq dibêje “nexweşxane baş in û pirsgêrk ne ku ev nexweşxane pereyan gellekî distîne lê pereyên em digrin hindik in”, ew jî yek ji karmendên Rêveberîya Xweser e.
Çareserî
Ji bo van nexweşîyên ku li herêmê zêde bûne û kes, ajal û xweza dane ber xwe pêwistî bi çareserî û çend gavên berbiçav heye.
D.r Ebidilelxenî bi çend xalan nêrînên xwe yên ji bo çareserîyê rêz dike:
- Belavkirina zanebûna tenduristî
- Saetên kahrebaya sereke baş werin dabeş kirin heta ku pêwistî bi jeneratoran nemîne.
- Nexweşxane û navendên tenduristîyê zêde bibin, nexasim li gund û navçeyan.
- Ji bo parzûngehan/ herraqat jî ev rêbazê paşketî were qedexekirin, û çareyek tenedurist ji vê pirsgrêkê re bê dîtin.
Hevserokê Desteya Tenduristîyê di mijarê çareserîyê de qala kampanyaya paqjîyê dike, ku ev du meh in rêveber û karmendên Rêveberîya Xweser heftane dadikevin kolanan paqij dikin. D.r Mihmed dibêje “em dixwazin paqijî bibe çand”.
Her du pijîşk ser mijarekê li hev dikin ew jî mijara zêdebûna herêmên Kesek ango dar bêne çandin dar.
Pilanname
Li gorî D.r Menal Mihemed çend proje li cem Desteya tenduristîyê hene ku di nêrîna wî de dê rewşa tenduristîyê li herêmê baştir bike, ew jî:
- Vekirina navendek tenduristîyê bo nexweşên penceşêrê.
- Ji bo jin û zarokan jî navendek tenduristîyê were vekirin.
- Beşê çavan di nexweşxaneya dil û çavan de were aktîvkirin.
Me ji Desteya Şaredarîyan jî pirsî gelo ji bo van pirsgêrkên heyî ew xwedî çi proje ne.
Bêrîvan Umer, Cîgira Hevserokatîya Desteyê, projeyên xwe di çend xalan de eşkere kir:
- Ji bo pirsgrêka gilêşê/zibalê, projeyên wan hene ew jî dubarebikaranîn e, an ku ew made û tiştên di nav gilêşê de bi şêweyekî çêkirî jinûve bikar bînin, û niha wekî çareserîyek lezgîn dê gilêşê li gorî perensîbên îkolojîk t,xin bin axê.
- Ji bo jeneratoran û dûmana otombîlan biryar e ku hemû filteran bikar bînin da ku ew dûman kêm bibe. Lê berîya bi demek dirêj jî şaredarîyan ev biryar derxistibû, lê gellekan ev yek pêk neanîn.
- Ji bo parzûngeh/herraqatan, Bêrîvan dibêje di alîyê rêxistnî de ew girêdayî Rêveberîya Sûtemenîyê ye û li gorî sozên ji wan girtine gerek di nava 6 mehan de ew pirsgêrk were çareserkirin, ku cihê wê were guhertin û bêhtir kesên di nav û li derdorê werin parastin.
- Ji bo mijara daran û parastina bajêr dibêje her sal di demsala buharê de kampanyayek wan ya çandina daran heye, li gellek deverên ku dar hatibû rakirin ji nû ve hatin çandin, wekî Mizgeftê û hindek deverên Hesekê. Cîgira Hevserokatîya Desteya Şaredarîyan dibêje par wan “18.000 dar çandine îsal jî dixwaz hejmarê hîn zêdetir bikin” û dibêje “ev çandin erkê her kesî ye”.
Heta ku ev proje pêk werin demek jê re divê, di wê demê de jî Zîyad û malbata xwe hîn dûmanê dikşînin û gotina xwe wilo bi dawî dike “welleh ez li ber berxan nakevim, lê li ser zarokên xwe ditirsim. Berx çûn bila zarok jî neçin”.