
Dewleta Tirkîyê, bi rêya operesyonên xwe yên leşkerî, ligel grûpên çekdar ên dijberîya Sûrîyayê yên girêdayî wê xaka Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê dagir kir. Tirkîyê ji destpêka kirîza Sûrîyayê ve her tim hewil dida ku vê xakê dagir bike û gêlên li vê herêmên dijîn qir bike.
Bi dehhezaran çîrok û serpêhatîyên tirajîdî di encama vê êrîşa bêserûber a bi ser Serê Kanîyê û Girê Spî/ Til Ebyedê û deverine din de jî peyda dibin. Yek ji wan çîrokan a Hisên û malbata wî ye ku di bin agirê şer de çîroka wî wiha dest pê kir :
“Di destpêka êrîşa bi ser Serê Kanîyê de balafirên Tirkîyê li derdora bajêr dest bi top barandinê Kirin, lê ti zîyan negihaşte welatîyên di hundirê bajêr de, lêbelê tirs û sawa hovîtîya dewleta Tirkîyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê konê xwe di dilên wan de veda”. Hisên û hevjîna wî Edûlê tevî sê kurên wan ku malbateka ji niştecihên Serê Kanîyê ne, piştî ku şer dijwar û giran bû ew ji bajêr derketin. Hisên karê kedîkirina berxan dikir û debara jîyana xwe bi giştî ji vî karê xwe qezenc dikir “min berx kedî dikirin û karê me baş bû, hîç min bawer nedikirin ku ez ji Serê Kanîyê derkevim çimkî jîyana me pirr biewle bû, lê ji ber êrîşa Tirkîyê me pişta xwe da bajarê xwe”. Ji ber vê yekê Hisên neçar bû ku ne tenê malbata xwe ji bajêr derxîne, lêbelê wî berxên xwe jî bi xwe re derxistin “Min nikarîbû ez berxan bihêlim, ma ne ew kesên hov ên ku êrîşî bajarên me kirin her tişt didan ber xwe, divabû ez berxan jî bi malbata xwe re derxim; ew jî beşek ji jîyan û malbata min e”. Tevdan rê girtin û ji Serê Kanîyê derketin ta ku gihaştin gundekî derdora Zirganê. Hisên li wê deverê li cem apê xwe Bekir çend roj qedand, lê mixabin şer gihaşte wê deverê jî, îcar wî berxên xwe xistin erbeyekê û şandin bajarê Dêrikê, li wir û bi alîkarîya hevalekî xwe berxên xwe firot û ji neçarî bi erzanî dan firotin. Piştî ku Hisên ji gundê Zirganê derketibû berê xwe dabû Qamişloyê û li wir bi cih bibû, lê ji ber ku Hisên nexweş e ew nikare ti karî bike û ta roja îroj di bin êş û azarên koçberîyê de û zehmetkêşî û janbûna dûrketina ji welat jîyanek bikul û keser dikşîne .
Hisên û malbata wî tenê nimûneyek a miletekî ye ku di bin barê koçberîyê de xwedî tirajîdîyên cihêreng in û hîn jî bidawîhatina wan ne dîyar e, lê sîyaset û bercewendîyên xwînmijan di zimanê hest, maf û nirxên mirovahîyê de nagihêjin û qêrînên dayik û zarokan di cîhana ker û lal de nayên bihîstin, Hisên pirr hestiyar bû û carinan nizanîbû çi bibêje “rast e dîsa jî em li welatê xwe ne û li nav meriv û dostên xwe ne, lê Serê Kanîyê ji bîra me naçe”.
Bi qasî zehmetîyên jîyana koçberîya bi zorê, dagirkirin û talanê lê kula tiştên ku şîneyên bajarên dagikerî li şûna xwe hiştine di dilê wan de maye. Bîranînên zaroktîyê, silavên rojane di navbera cîranan de, şevbuhêrk û kêfxweşîyên civakî, serdana meriv û malbatan, dilovanî û dilgermîya hemû reng û dirûvên têkilîyên civakî yên hevparbûn û hevbeşîya şahî û şehnazîyan ta bi dilêşî û xemgînîyan. Ya ji van hemûyan giringtir xaka bav û kalan û dagirkirina parçeyek ji kezba welatekî xwedî dîrok û şaristanî û koçkirina niştecihên resen ji ser erda wan, her wiha dizî û talankirina mal û samanên welatîyan. Yê li ser xaka xwe û di mala xwe de ma, yan şehîd yan revandî û yan jî di bin setemkarî, zordarî û hovîtîya dagirkeran de dijî. Tevî guhertinên demugrafîk û binpêkirinên hemû maf û nirxên mirovahî yên ji alîyê dewleta Tirkîyê ya dagirker û grûpên çekdar ên girêdayî wê ve.
Di jîyana koçberîyê de êşa xerîbî û agirê bêrîkirin û dûrbûna ji welat, êş û zehmetkêşîyên jîyanî toşî mirov dibin ku mîna xencerekî di dilê mirov de xwîna wî dilop bi dilop bi ser bîranîn, wêne û dîmenên welatê wî de dibarîne. Parîyê jîyana rojane bi hezar zehmetîyê dighêje ber devê wî, paşê bi heft zor û zehmetî ta di ber xenqa wî de diçe xwarê. Hisên bi xemgînî bajarê xwe bibîra xwe tîne û dibêje “pirr zehmet e ku mirov dev ji her tiştî berde û ji bajarê xwe derkeve”.
Jixwe yeke ji encamên ev êrîşa bi ser bajar û gundên Rojava yên herî bi zîyan ew e ku zarok ji perwerdeya xwe bê par dimînin, ev zarokên ku hêvîya siberoja me ne, heger paşguh bibin an ji mafên zarokatîyê bê par bimînin, dê him siberoja wan û him a civak û welatê me jî têkeve metirsîyê de. Ev hemû li alîyekî û rewşa nexweş, pîrejin û kalemêran û kesên xwedan pêdivîyên taybet li aliyekî din, çimkî ev mirov di malên xwe de hezar zehmetîyên rojane di jîyana xwe de dikşînin .