Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
BI DARÊ “ŞEBAKE”YEKÊ HUNERGEHK ÇINÎ – Kovara Şar

Di enîşka kolaneka berfireh û bixirecir de ku ji hunerê pê ve her tişt li bejnê tê, hunergeheka bi rûbera xwe ve zirav û dirêj, li pişt camxaneyeka bi gîtaran ve xemilandî, heye.

Bi dîwarên hunergehê ve, bi dehên tembûr û biziq û baxlemeyan, çi biçûk çi mezin, bi hostatîya hostayekê şareza rêzkirî ne, 5 defên rengereng bi bejna dîwarî ve berdayî ne, di goşeyeka hunergehê de rêzeka kubar a ûd û cumbuşan heye û li jêra heman rêzê depekê dersdayînê ku solfejek li serê resimandî ye, daleqandî ye.

Xwedîyê hunergehê, hunermend Rêzan Osê, bi bêhneka pirr û pirr fireh û zarekê hew jê şirîntir, vê hunergeha heştsalî ya li kolaneka taxa Meyselûna Qamişloyê, bi rê ve dibe.

Her sibeh, çawa ku Rêzanê 41 salî derîyê hunergeha xwe vedike, cihê wê kemana li ser maseyê xweş dike û xwe ji rojeka têrhuner re amade dike.

Hunergeha Rêzanî fêrgeheka “akademîk” e û tê da li ser asasê metodên muzîkê yên “bipêşketî”, şagirtên muzîkhev têne perwerdekirin; “her sal 3 – 4 grûpan perwerde dikim û halê hazir sê grûpên rojane li cem min hene. Her grûpek ji 10 – 15 kesan pêk tê”.

Dibêje ku huner behreka bêbinî ye, lê belê waneyên ku ew dide li ser 3 astan dabeşandî ne û her astek 6 mehan dom dike, “ez dixwazim wan fêrî notayê bikim, nota ilm e, rêbera sazbendan e”. 

Di 16 salîya xwe de, li enstîtûya hunerê ya Mihemed Ezîz Zaza ya li Qamişloyê, 5 salên binavber û qetoqeto dibihurîne heta ku bawernameya xwe werdigire, “heke ez rojên xwendinê bidim ser hev belku du sal derkevin, lê ji bo sedemên madî her carê disekinîm, min karên giran dikirin ji bo ku mehaneya enstîtûyê bidim”.   

“Teyrikên cinetê”

Di bin wê pora xelek de ku çend tayên spî xwe avêtinê, her du çavên qeheweyî dilovanîyeka zarokane diteyisînin û du dêmên sorbûyî şermînîya xweyê xwe nîşan didin, tevî ku ji hunergehê pê ve tu karekê din nake jî, lê çaxa ku dabaşa pereyan dibe, xwe di ser gotinê re çeng dike… rijd e ku hunera xwe ji pereyan buhatir binirxîne.

Dide zanîn ku pereyê mehane yê ku ji şagirtan disitîne “tiştekî remzî ye” û heke şagirtên kêmderfet jî hebin “li ber barê wan radibim û jixwe zarokên şehîdan kesên muqedes in”.

Çaxa min nas kir pereyê mehane yê ku ji şagirtan disitîne çi qas e û min ew pere da ber kirêya hunergehê, serwext bûm ku herî kêm mehaneya 8 şagirtan dide kirêya hunergehê ya her meh. 

Rêzan li taxa Aşûrîyê ya Qamişloyê ji dayîk bûye û hîna li wir dijî, bavê pênc zarokan e, lê pirranîya dema xwe bi şagirtên xwe re dibihurîne, “ez sêribê dema xwe bi wan ra diqedînim, bi qasî ez wan dibînim zarokên xwe nabînim”.

“Bêhna min gellekî bi wan fireh dibe, teyrikên cinetê ne. Zarok gellekî xweşik in”, li rêza tembûrên biçûk ên zarokan dinihêrî û bi nazdarî dabaşa wan dikir.

wêne: Ferîd Mîtan

Tenê muzîk û huner

Ji xebatên perwerdekirinê biwêdatir, Rêzan amûrên muzîkê jî ji Herêma Kurdistanê dikire û li hunergeha xwe difiroşe, her wiha yên xirabûyî jî çak dike û dide zanîn, “ez dikarim amûran li vir çêkim, lê alav û makîneyên ku pê çêkim pirr buha ne û ji min nayê, loma wan ji Kurdistanê dikirim”.

Bi destpêbûna kirîza Sûrîyeyê re, para herî mezin a hunermendan ber bi welatên derdorê û Ewrupayê ve herikî, lê Rêzanê hunermend sedemên mana xwe, vekirî û bi hêminî dibêje: “Kêfa min gellekî ji Rojava re tê, ‘bi Xwedê ez hij Rojava dikim.’ Bila Rojava bi xêr û silamet be, me tiştek navê”.

Armanc û xwestekên wî ji çarçoveya vê hunergehê bi gellekî mezintir in û çavê wî li xebatinên din e jî, “heke derfet û imkan peyda bibin, ez soz didim ku ez ê orkestrayeka muzîkê ava bikim”.

Ji gellek hunermendan re awaz danîne û hîna jî berdewam e, ji ber vê yekê, piştî ku şev qar dibe, hunergeha wî dibe nola koşkeka dengbêjîyê û gellek hunermend û sazbend li nikê kom dibin.

Jîyaneka tam hunerane ye, ji hunerê pê ve tiştekê din nahebîne, “em dev ji hunerê berdin jî ew dev ji me bernade”.

Rêzan, pêvajoya hunera kurdî li rojavayê Kurdistanê heçku du serdemên cuda bin, disenifîne, “carê (berî 2011an) dema ku keçek biçûya kurseka muzîkê û rahişta amûra xwe, xelkê ew şermezar dikir. Li cem me qîmetê muzîkê nebû, lê dema ku şoreş dest pê bû (piştî 2011an), hevalan qedirekê mezin da muzîkê û kirasekê xweşik lê kirin”.

Darê “şebake”yê û hunergehek

Sala 1997an bi fermî dest bi sitranbêjî û awazdanerîyê dike, aniha 16 kasetên wî hene û gellek amûrên muzîkê dijene: “keman, baxleme, tembûra dîwansaz, org, gîtar, ûd, cumbuş, erbane, bilûr û biziq…”.

Çaxa ku mirov bi kurtasî rewşa Rêzanî dişopîne û ji hejmara berhemên wî, her wiha amûrên ku dijene agahdar dibe, baş dixuye ku ev ecnama han piştî pêvajoyeka demdirêj bi dest ketiye û bi gotina wî, wî di şeşsalîyê da ev rê şopandîye; serpêhatîya xwe ya pêşîn a berî 35 salan ku destpêka vê pêvajoya domdar e, wiha dibêj:

“Pereyên ku amûreka muzîkê pê bikirim bi min re nebûn. Îcar meta min a Dêrikê şebakeyek bi emanetî li mala me hiştibû. Min tenekeyeka rûn û têlikên frênê bisikletekê ji xwe ra peyda kiribûn û tenê darekê rast ji min re mabû. Darê ku min dixwest, bi şebakeya meta min ve bû, bê ku şebakeyê bişikînim, min ew dar ji şebakeyê vekir û tembûra xwe pê çêkir”.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170