Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
DAWET Û KÊFXWEŞÎYEK NÎVCO – Kovara Şar
wêne: Hoşeng Hesen

Pêlava xwe reş kirîye, Taximek şîn ê nû li xwe kirîye, grafîta şîn bi ser qemîsê spî yê wek berfê de berdaye, rih û porê xwe rast kirine û li kêlka bûka xwe dimeşe.

Dawet e, lê ne li holek mezin a dawetan e wekî ku Mihmedê Zave soz dabû yara xwe, gellek heval û dostên wî xuya nakin, tevî ku soz dabûnê serê govendê bigrin, û ne li Serê Kanîyê ye, wekî ku ji dema zaroktîyê ve xeyal dikir.

Berîya sê mehan Mihmed El-Hilo ku xortek ji Serê Kanîya Rojavayê Kurdistanê ye, şahîya xelata xwe û dergsîya xwe Henan li dar xistibû û li gor Mihmed difikrî wê demek din dawta xwe çêbikrana û jîyanek xweş a normal li malek biçûk bi hezkirîya xwe re dewam bikra, lê di nava van sê mehan de gellek tişt hatin guhertin û gellek bûyer qewimîn.

Mihmedê ku xwedîya dikan û mal bû niha li dibistaneka Hesekê koçberek bê tişt e û nizane rêwîtîya vê koçberîyê heta ku wê dewam bike.

Mihmed bi xemgînî dibêje “dema me xelata xwe çêkir, jîyan çiqas xweş bû, em di aramîyê de bûn û me digot wê rewşa me wilo bimîne, lê rojekê em ji xew rabûn gotin Amerîka çû û pêre rehtîya me jî çû”.

Di 7ê mijdarê de Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara vekişîna leşkerên xwe ji Sûrîyayê da, ew jî piştî peywendîyek telîfonî bi serokê Tirkîyê Receb Tayib Erdogan re. Ew biryar di demekê de bû ku Tirkîyê gefên mezin ên dagirkirinê li dijî Rojavayê Kurdistanê dixwarin.

Du roj piştî wê tank, balafir, leşker û grûpên çekdar ên dijberîya Sûrîyayê yên girêdayî Tirkîyê êrîşî bajarê Mihmed kirin. Mihmed gotina xwe wiha dewam dike “saet 4ê êvarê bû, ez li dikana xwe ya mirîşkan bûm, û hema me nedît her der bû dûman û top li ku bikeve kes nizane, ji wê kêlîyê de Serê Kanîyê nema ya berê ye”.

Di encama êrîşa Artêşa Tirkîyê de di navbera 250 û 300 hezar kes ji malên xwe derketin û koçber bûn, ew jî li gorî gellek sazîyên hiqûqî yên herêmî û navdewletî, Mihmed jî yek ji wan e.

Mihmed û malbata xwe niha li dibstana Ebdela El-Qadirî ya bajarê Hesekê dimînin, ku pirranîya koçberên Serê Kanîyê berê xwe dane vir û hemû dibistanên bajêr ji wan sivîlên ji bombeyan revîyane bûne penageh.

Mihmed qala jîyana dibistanê dike û dibêje “saeta wan xweş hemû alîkarîyan didine me, lê ne mala mirov be, her tişt vala ye”.

Ji Mihmed re du derd hebûn yek koçberî û yek soza ku dabû dergsîya xwe.

Piştî xelatê Mihmed û Henan li hev kiribûn ku dawetê di demek nêz de çêbikin, lê çawa û ne mal, ne dikan û ne jî Serê Kanîyê heye.

Bi alîkarîya çend rêxistinên civaka sivîl Mihmed daweta xwe li dar dixe, heman dibistana ku ji wan re bûye mal, bû hola daweta Mihmed û Henanê jî.

Li kêleka govenda gerîyayî mirov cilên şûştî yên koçberan ser têlan didîtin. Li paş pencereyan koçberên ku dilê wan şikestî ye li dîlanê temaşe dikin û nizanin kêf bikin yan bigrîn, lê zarokên Serê Kanîyê yên ji dibistanên xwe dûr ketine li orta vê dibistanê dîlan dikirin, ne cilên dawetan li wan bûn lêbelê cilê ku xuyaye ji bilî wî tune, li wan bû.

Zave û Bûk li cihê xwe runştî bûn, betanîyek li paş wan hatibû daliqandin. Min jê pirsî çima hûn dîlan nakin, mane daweta we ye? Mihmedê bi destê bûka xwe girtibû ev bersiv da “rast e daweta min e, ez kêfxweş im ku piştî hezkirina sê salan em gihan hev lê Serê Kaniyê…”.

Bi wê (lê)yê re şikestina di hundirê Mihmed de xuya dikir, û êdî tevlihevîya hestan li cem Zavayê koçber dihat fam kirin.

Ji destpêka alozîya Sûrîyayê ve, bajarê Serê Kanîyê her armanca êrîşa komên çekdar ên bi ser Tirkîyê ve bû ku vê dawîyê navê “Ceyiş Elwetenî” li xwe kirine, êrîşên dewamkirî dibûn sedem ku gellek caran xelkên bajêr ji cih û warên xwe derkevin. Kalek ku temenê wî nêzî 70 salî xuya dike û ew jî li heman dibistana Mihmed dimîne got: “Li ser enîya me koçberî hatîye nivîsandin, dunya rehetîyê ji me re naxwaze, ez bi xwe ev cara 5an e ez ji mala xwe derdikevim. Tu dizanî heger ev dawet niha li Serê Kanîyê bûya wê serê govendê heba û dawîya wê tune ba, lê em li çar alîyên dunyayê belav bûn”.

Tev li ku niha şer li bajarê Mihmed nema ye lê dîsa wekî pirranîya xelkên bajêr ji vegerê ditrse, sedema wê jî wiha şîrove dike “ev bêbav in, çibikin ji mirov em nizanin, niha mal û dikana min jî ji xwe re birine û tê de runştî ne. ez newêrim vegerim, bila bi mal be û ne bi can be”.

Mihmed û Xanima xwe rojên destpêkê yên zewaca xwe li dibistana koçberan qedandin, û nizanin bê wê çiqas li vê deverê bimînin lê ji wê yekê bawer in ku jîyanek zehmet li hêvîya wan e, tevî wê jî biryara zewaca xwe dan û kirin. Mihmed di dawîya gotina xwe de dibêje “kelûpelên min gellek kêm in, û ez nikarim xanîyekî kirê bikim, de ka bê xwedê çawa dike”.

Xelkên Serê Kanîyê di daweta Mihmed de xuya bûn, ew kesên li qorzîk û ser kursîyan runştî bûn. Hunermendê li dawetê distra li ber dilê wan dida û stran diavêtin ser Serê Kanîyê, di nava stranek wî de gotina “Welat Şîrîn e” derbas dibû, kalê heftê salî, lê vegrand û got “erê weleh Serê Kanîyê Şîrîn e” û keserek kûr li pey wê dikşand…


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170