
Wekî her rojê, wê rojê jî dikana xwe vekirbû. Di nava gulan de diçû û dihat, wan yek bi yek paqij kir da ku berz û xweşik bin. Kîjan rengê gulan tu bixwazî li wir dihat dîtin, lê ji nav hemûyan ji yên Sor herî zêde hez dikir. Lê ew roj ne wekî rojên 13 salên derbasbûyî bû ku di dikana xwe ya gulan de derbas kir. nizanîbû çi li pêşiya wî û gulên wî bû lê dibhîst ku li beramberî her gulekê ji gulên wî çekdarên girêdayî Tirkîyê xwe hazir kirin da ku êrîş bikin û tola xwe ji wî û gulên wî rakin.
“Kulîlkên Welat” Nûrî ev nav ji dikana xwe re hilbijartibû û ew nav di bal û hişmendîya xelkên Serê Kanîyê de bûbû cihê kêfxweşîyê, ku her dawet an kêfxweşîyek heba berê wan li dikana Nûrî bû da ku şahîya wan bi gulên xwe bi xemlîne.
Nûrî ji Şar re dibêje”heta tu bêje jîyana me xweş bû û em di rehtîyê de bûn, heta beriya demjimêr 4″.
Roja 9ê cotmehê Artêşa Tirkîyê tevî grûpên çekdar ên girêdayî wê, êrîşa xwe ya li ser Rojavayê Kurdistanê dan destpêkirin û yek ji xalên destpêkê yên êrîşê ku li ser wan hat kirin bajarê Nûrî bû.
Nûrîyê ku ji sibehê zû ve çûbû dikana xwe, ji bo du dawetan gul hazir kiribû, an ku du bûk û du zavayan biryar dabûn di 9 cotemehê de jîyana xwe ya nû dest pê bikin.
“Min ji wan re gulên wan hazir kir, û tenê kilîtek li derîyê dikanê xist û min derabî danexistibû da ku piştî firavînê vegerim û karê xwe dewam bikim”.
Di dema ku Nûrî firavîna xwe dixwar, li alîyê din ên sînor nêzî 25 hezar çekdarî hazirîyên xwe yên dawî dikirin da ku top û çekên xwe bi ser bajar û xelkên wê de berdin, di heman demê de ya kiwafêra jî hazirîyên dawî ji bûkê re dikir, da ku biçe daweta xwe. Zave jî cilên xwe li xwe dikir, ken ji ser rûyê wî nedihat xwarê, çawa wê nekene û çend saet mane ku xewna salan bibe rastî.
Hîn çixareya wî di xwelîdankê de vêxistî ye, Nûrî yeka din ji pakêtê derdixe û vêdixe, û dûmana wê bi hêz berdide, wekî ku kurd dibêjin “yekê ji qûn yeka din vêdixe” û çîroka bi çavên serê xwe dîtî dewam dike “ez vegeriyam dikanê, mala xalê min li kêlka dikanê bû, jixwe bûk jî qîza xalê min bû, bûk ji cem kiwafêra hat, 10 deqe derbas nebûn û topan bi ser Serê Kanîyê de hatin, tam saet 4 bû”.
Artêşa Tirkîyê êrîşa xwe ya navê “Kanîya Aştîyê” lê kiribû saet 4ê piştî nîvro dest pê kir, li gorî agahîyên raghandinê di saeta pêşî de 25 balafirên artêşa Tirkîyê li ezmanê Rojava diçûn û dihatin û bombe dibarandin.

“Dengê topan dihat, dûman ji gellek deveran derket, bû dojeh, hema min nedît erebeya xemilandî, ya ku zava û bavê wî tê de, bi lez hatin ber mala bûkê, hêsir ji çavên zave dadiketin, bavê wî jî di erebeyê de li kêleka wî bû û wî jî nekarîbû hêsirên xwe bigre”.
Ji destpêka alozîyê li Sûrîyê zava berê xwe dabû Awusturya û ev cara yekê bû ku vedigre welat, ew jî piştî hezkirina salan hatibû bizewice yara xwe.
“îcar heger zave wilo digrîya ez ser bûkê çi ji te re bêjim, bûka belengaz bi destê birayê xwe yê biçûk girtibû û ji derîyê malê derket, kirasê spî lê bû, gula ku rengê wê û gerfêta zave ji hev bû, di destê wê de bû. Hêsir ji çavan dihatin xwarê û tev li mikyaca li ser rûyê wê dibûn, li zavayê xwe meyze dikir û bêhtir digrîya, ji girî pê ve tiştek nedikrin”.
Me gellekî hewil da ku em xwe bighînin zave yan bûkê, herî dawî numereya telefona zave me bi dest xist, lê nexwest ku biaxive û behsa wê rojê bike, bûkê jî heman bersivê da.
Di wê demê de pêla koçberîyê ji Serê Kanîyê dest pê kiribû, xelkên bajêr ji ber topan direvîyan û berê xwe didan cihek biewle, erebeya xemilandî ya bûk û zave tê de ew jî tev li refên koçberan bûn û bajar, dawet, şahî, hêvî û xeyalên xwe li paş xwe hiştin.
Nûrî çixareya xwe dikşîne û dibêje “Ez nizanim çawa ew dîmenê bûk û zave û girî wesif bikim. Di emir de rojek e lê ew jî nebû nesîbê wan feqîran”.
Bûk û zavayê bê dawet berê xwe dan Hesekê, an ku jîyana wan a nû jîyana koçberîyê derket, tersî pilan û xeyalên wan. Jixwe piştî wê bi du rojan zave bê dawet û bê bûk vegerîya Awusturya, bûk jî aniha li Şamê ye, kaxezên xwe çêdike da ku bighêje hezkirîyê xwe.
Nûrî jî aniha li Qamişloyê ye, tevî hevjîn û 3 keçikên xwe li xanîyekê kirê runştî ye, dilê wî bi ser bajarê wî ve ye lê nikare vegere, ji ber gellek caran jê re gef hatibûn, di dawîyê de wilo dibêje “dilê min bi ser dikan û gulên min ve ye, gula bûk û zave jî li wir e, nizanim jî pê hatîye”.