EV MAL BO AHRAR ALŞAMÎYÊ YE

Li gorî dîmenek li ser ekrana televziyonê Xeyrîya xanîyê xwe helwişandî dibîne, berî hingê jî bihîstibû ku li ser dîwarê xanîyê wê wisa hatibû nivisandin (mehcûz Ahrar Alşamîyê/ ji bo Ahrar Alşamîyê hatîye desteserkirin).

Xeyrîya Osman a 42 salî ji xelkê Zirganê ye û dêya çar zarokan e, du keç u du kur. 

Di encama êrîşa artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên dijberîya Sûrîyayê yên girêdayî wê de li ser bajarê Serê Kanîyê ya ku di 9ê cotmehê de dest pê kir, Xeyrîya li gel malbata xwe ji mala xwe ya li Zirganê derdikeve û diçe navçeya Til Temirê. Xeyrîya dibêje: “Topbaran dijwar bû, ji ber wê şênî neçar man ji bajêr ber bi bajarên herêma Cizîrê ve derkevin”.

Derûnîya Xeyrîya bi van bûyeran xerab bûye û nexasim ku  berîya çend rojan dîmenek a mala xwe dîtibû, piştî dagirkirina bajarê Serê Kanîyê û bombebarana balafirên artêşa Tirkîyê. 

Xeyrîya ew roja zehmet wisa binav dike (roja tofanê bû) malbat bi giştî gihaştin navenda tendrûstîyê ya bajarokê Til Temrê, sê rojan bi zehmetî li wir qedandin, paşê ji wan tê xwestin ku navendê vala bikin û derkevin, îcar berê xwe didin bajarê Qamişloyê û li dibistana Lîwa ya ku di 20ê cotmehê de weke navendeka ji bo pêşwazîya koçberên Serê Kanîyê hat amadekirin, bi cih bûn. Di nava deh rojan de hejmara malbatên ku li dibistana Lîwa bi cih bûn, li gorî nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a girêdayî Kantona Qamişloyê, 8 malbat û 36 kes in.

Heger tu destê Xeyrîya ji nêz ve bibînî tu yê bizanibî ewqas karê giran kirîye û bi perîşanî dijîya, û ji bo xwedîkirina wan zarokan êş û azar kişandîye, nexasim ku kêlîkên şer û dengê top û gulleyan bihîstîye “te digot qey roja qiyametê ye, bi qeflan jin û zarok li ser motor û di tirmbêlan de, û hin jî ji ber ku tiştek bidest wan neket li ser lingan meşîyan”.

Li gorî Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a Herêma Cezîrê hejmara koçberan gihaştîye 300 hezar koçberî, jê 2195 jin, zarok û temenezin in, her wisa 480 ji wan rewşa wan ya tendirûstî xerab e. 

Xeyrîya dîroka jîyana xwe bi temamî li dûv xwe hişt. Xanîyê ku hemî hest û kêlîkên xweş û ne xweş ku bi hevserê xwe re derbas kiribû hilweşîya, di nav de hemî bîranînên xwe jî pê re winda kir. Niha xeyrîya keseka windayî ye ji bilî dîmenên kuştinê û bêhna xwînê di bîra wê de nema ye. Hemû demên xweş û kul û derdên biêş bi ketina xanîyê Zirganê re çû.

Di wê sibeha cemdî de dema ku bayê kur li rojihaltê bajarokê Zirganê yê gundewarê Serê Kanîyê dihat bi tundî sivîl hatin armanc girtin. Di 24ê mijdarê de artêşa dewleta Tirk bi balafirên cengî êrîşî Zirganê kir û di encamê de 6 mal ketin xwarê û bûn erd, di nav de mala Xeyrîya jî para xwe ji ketinê dît; kevirek li ser kevrekî nehişt.    

Xeyrîya wisa berdewam kir: “Min av dida keça xwe ji nişka ve min dengê topbaranê bihîst. Qedeh ji destê min ket û bi lez ez çûm mala bavê xwe, dêya min temenmezin e, ez li dêya xwe gerîyam dengê balafirên şer hebû û ji gellek deveran gulle belav dibû”.

Tenê xema wê ya tekane ew bû çawa dayîka xwe ya temenmezin ji bajarok derxîne, “rê bi şênîyan , pirranîya wan temenmezin û zarok bûn, dagirtî bû. Bi dengê qêrîna zarokan re ez bi telefonê bi kurê xwe re axivîm. Got hîn ez li kar im; ev yek hişt ez bêhtir tevlihev bibim”. 

 wêne: Lorîn Sebrî
wêne: Lorîn Sebrî

Gellek dîmen di hişê Xeyrîya de ma bû “Di rê de her kesê xwedî tirmbêl hejmarek şênî bi xwe re radikirin da ku wan ji cihên topbaranê dûr bixin”.

Min zarokên xwe kir terktoreke ku diçû Til Temirê. Di wê demê de hejmarek şênîyên ku ji ber topbaranê birîndar bûne hebû û kesên li wir ew radikirin nexweşxaneyên Til Temir û Hisîçayê.

Keça Xeyrîya ya bi navê Canê got ku artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê rêya bajarokê Zirganê qut kirin. Ji ber wê têkilî di navbera wan û cîran û merivên wan de qut bû, “dilê min bi ser hevalên min e û kezeba min li ser wan dişewite, hetanî niha ez tiştekî ser wan nizanim”.

Canê pirr xemgîn e ku dûrî dibistana xwe ket û bêrîya pirtûkên xwe kirîye, nexasim ku cihê lê dijîn dibistan e, Canê nizane kengî dê vegere dibistana xwe û rahêje pênûs û deftera xwe û van bûyeran bike mijar û binivisîne.

Piştî van bûyeran biryar hat standin ku hemî malbat û koçberên  Serê Kanîyê divê di kampê de bi cih bibin.

Hetanî niha Xeyrîya mîna hemî koçberan ditirse ku vegere mala xwe, ew ji kuştinê ditirse, çi ku ew dibêje ev kesên ku aniha ketine malên me de û bajarê û gundên me dagir kirine, dikarin her tişê kirêt bikin, me ev tişt bi çavên xwe dît.

Di sala 2012an de, di yekem êrîşa bi ser Serê kanîyê de hevserê Xerîya şehîd ketibû.

Bi keneka xemgîn xatir xewst û berê xwe da hewşa dibistanê da ku li ber rokê bêhinvedanekê bistîne.

Close