Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
GÊNCÊN ZINGÊ (Romana Çîrokên Şer Ên Biêş) – Kovara Şar

“Ew li ser şer diaxivî wekî karek ku gerek mirov tê de bêne kuştin”, ev hevoka ku di destpêka vê romanê de ya ku li jêr navê “Gêncên Zingê” hatîye nivîsîn, a romannivîsa Bîlarosyayî (Rûsyaya Spî), Sifîtlana Elîksîfîtiş, ya ku xelata Nobelê di wêjeyê de sala 2015an wergirtîye, rê li ber çîrokên biêş ên ku di dema şer de peyda dibin vedike. Di vê romanê de Sifîtlana şerê Sovyetê li dijî Efxanistanê bibîr tîne, hingê kuştin wekî alaveke ji bo teqezkirina mezinbûna dewletekê yan jî netewekê dihate nasîn. Dema ku em axaftin û çîrokên cuda yên gellek kesan li ser yek romanê bigrin dest, romana “Gêncên Zingê” yekemîn roman e ku mijara şer û êşên wê di romanê de girte dest, lê gellek di wê bawerîyê de bûn ku ne pekan e romanek li ser şer were nivîsanîn û ew şer hêjî berdewam e. Pêwîst e ku bêhnfirehbûnek demdirêj hebe ta ku ew şer bi dawî bibe û dîmenên wê bigiştî werin dîyarkirin. Roman dest pê dike dema ku ciwanên Sovyetê dikevin nava şerên Efxanistanê, ku ew şer zêdetirî 9 salan dirêj kirîye, ji sala 1979an ve û heta bi sala 1989an, di encam  de zêdetirî 15 hezar kuştîyên ku termê wan di tabûtên zeigê (tûtya) de dihatin rêzkirin, her wiha bi hezaran kes dîl hatin girtin. Roman bi kûştina bê sedem û mirin, bi bûyerên kuştinê û awayên wê yên chêreng dagirtîye. Di vê romanê de gellek war û mijar hatine dîyarkirin, erkê neteweyî, sîyasî, li ser berjewendiya Sovyetê weke dewletek mezin, û sînorên wê yê başûrî, her wiha gelo hevwelatî van tiştan bawer dikin an na; an ku roman vegotinek li ser berdildaneke têrker e, berdildana qurbanîyan an jî malbatên qurbanîyan. Hemû kesî ji bo hewildanên wan ên jîyanê dikujin, ti qanûn ji bo parastina kesên din çi qurban û çi kujer be tûne ye, îcar stemkarîya ku di şer de mirinê bi xwe re tîne, ew bixwe di şer de nayê destnîşankirin, lêbelê roman bi awayekî hûnandî stemkarîyê dide xuyakirin, ew jî di rêya vegotineka dagirtî bi hewarên rêzgarkirinê re ji aliyê kesayetên ku di romanê de hene, yên dibe ku gellek ji wan dîroka şerê Sûrîyayê jî dinimînin.

Serpêhatî

Kurek ji şerekî vedgere cem dayîka xwe, him nexweş e û him jî qeherî ye, şerê ku hişt di gellek waran de, nemaze li sr asta reftarê, bê guhertin, û kuştinekê bike. Êdî dayîka wî, nema kurê xwe yê ku li ser başîyê ew xwedî kirîye nas dike, çi ku ew nola kujerekî vegerîyaye cem dayîka xwe û xweşîya xwe di xwînê de dibîne.

Ev roman çi qasî jê tê hewil dide nexşeyeka cîhanî xêz bike yan jî hewil dide ku nêzî cîhanê bibe, lê bi awayekî wêjeyî dûrî kesên ku çîrok jîyan kirine berdewam dibe, bi awayekî ku xwe dispêre agahî û vegotinên ku vê romannivîsê li bara serdema şer kom kirine, ew şerê ku leşker tê de bawer dikin an jî dighêjin bawerîyê ku nikarin rê li ber şer bigrin, tenê radihêjin çekan û şer dikin ji bo tiştekî nepenî. Li gor wan kesan ev yek vegotinek dagirtî ye û gellek çîrok li ser tê avakirin, lew re ya romannivîs di rêya wê re hewil dide ku bi qeder û çarenûsan bilîze, ew jî di rêya vegotinên chêreng ên ku nivîs ji kesekî vediguhêze keseka din, an jî ji bîranînekê ta bîranîneka din, bi awayekî ku xwîner dighîne ramanekê, ew e ramana şer a ku ti sûd jê tune ye, tenê êş, mirin, zordarî, û tabût in; tenê qurbanîyên ku ti biryar di destê wan de tune ye li himber vê zordarî û stemkarî serî hildidin.

Romaneka belgeyî ye, xwe gellekî dispêre vegotinên girêdayî bawermendîyê û paşê vediguhêze kesan ên ku jînenîgarîyên xwe dibînin û pişt re van vegotin û hunandinan di hundirê berhemekê de kom dike, ew e vegotina êrîşa Sovyetê bi ser Efxanistanê de, bi hemû nakokîyên sîyasî yên ku ev yek di nav xwe de dihewîne, û di heman demê de kujerîyê di şer de li gor her du alîyan dinirxîne, bitaybet dema ku dibêje (cûdahî di navbera ku tu ji bo welat û ji bo şaşîyek sîyasî ya hikûmeta xwe de bimre, heye). Roman xwe dispêre gellek deng û agahîyên ku di rêya komkirinê de hatine civandin. Ev ne ezmûna yekem e ya vê romannivîsê ya ku di vî warî de nivîsîye, çimkî berya niha berhemên wê yên di vê mijarê de hene. Romanên wê yên ku ji mêj ve hatine çapkirin û belavkirin di çarçoveya dîroka wejeyî ya Rûsyaya Spî de bi serfirazî hêjabû Xelata Nobel a Wêjeyê, ev şêwenivîsîn di despêkê de awayê romanê dide dîyarkirin, lê ev yek dûrî rastîyê ye çaxa ku em bibêjin ev tenê roman e, çi ku ev karekê belgeyî ye, di çarçoveya hûnandineka romanî de hatîye nivîsîn, ev şêwenivîsîn dikeve bin sîwana beşenivîs û hewildanên pêkanîna lihevanîna di navbera dengên ku vegotinên xwe vedibêjin û bûyerên ku ya romannivîs tê de derbas bûye de ye. Paş re rola romannivîsê ev e ku hewil dide di nav zevîyek a mayînan de bimeşe qena ku lihevhatinekê di nav hemû dengên ku êş û azar dîtine û rastî işkenceyan hatine de, pêk bîne, wan û hem arezûyên xwe yên ji bo rizgarkirina ji şerekî ku ti têkilîya wê pê tûne ye rizgar bike. Her dem tirsa hikûmetên zordar û stemkar ji wêje û hunerê heye, ev yek hişt ku Sifîtlana biçe dadgehê ji ber dayîkên leşkerên ku di şer hatin kuştin doz li romannivîsê vekirin û gotin wê mêr û zarokên me mîna alav û kujeran pênase kirîye. Lê Sifîtlana dikarîbû dengê ew leşkerên ku bi wan re diaxivî bigîhîne hemû cîhanê da ku rûyê şer ê din nas bikin.

Ev yek heger tiştekî ji me re dîyar bike ew e payebilindbûn û hêjabûna vê romanê ye ya ku tirs di dilê stemkar û zordaran de çandîye, çimkî yên herî sûd jê girtine ew yê qiral in, kesayetên vê romanê ji bajarê aştîyane ne, yan jî ji cîwarîyê ku ji şer hez nakin hatine û bi darê zorê tevlî vî şerê bê sedem bûne, ku paş re vegerin malê xwe û nexweşîyên wan ên derûnî werin çareskirin, û ya ku ji hemûyan kampaxtir ew e wêrankirina nifşek bigiştî, ev yek li ser hemû hikûmetan nayê çesipandin çimkî ji mafê hin hikûmetan e ku berevanîya xak û hevwelatî û nirxên xwe bikin, lê ev yek li ser wan kêsên ku hewil didin dagerkerî û wêranîyê bikin, diçesipîne. Hikûmetên tirsonek û yên stemkar her dem hewil didin behaneyan peyda bikin da ku dagirkirina dewletekê yan jî herêmekê bikin, lew re berê xelkê didine ber bi şerekî ve ku tenê bo berjewendîyên hindek kesên desthildar in.

Romana êşê

Ev roman bi şêweyekê biêşê hatîye nivîsîn, romannivîs Sifîtlana di rêya agahî û bûyerên ku di şer de diqewimîn re, bi hûnandinek balkêş ev yek baş dîyar kirîye, êşa di dema şer de, û ya piştî wê jî vedibêje. Ev roman baş balê dikşîne ser kujerîtîyê û çawa kûcik laşan dixun, her wisa çî qas hikûmetên dethiladar hewil didin bi darê zorê bişaftina mirovahiyê bikin û rengê aştîyê jê rakin.

Hêjayî gotinê ye ku Ebdella Hibe ev roman wergerandîye zimanê erebî, û di sala 2016an de li weşanxaneya Memdûh Edwan hatîye çapkirin.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170