
Di 9ê cotmeha sala 2019 an de dewleta Tirkîyê ya dagirker û komên çekdar ên dijberîya Sûrîyayê yên girêdayî wê êrîşî bajarê Serê kanîyê kirin.
Êerîşeka dijwar û bêserûbr hate ser bajar û ev yek rê li ber komkujî û bobelatekê vekir. Despêkê bi êrîşên hewayî û topebaranan berê xwe danê herêmê, her wisa êrîş li ser sivîlên di hundirê bajêr de jî hate kirin, bi balafir û çekên giran her tişt armanc girtin. Nexweşxane, sazîyên av û kaherbayê, mizgeft û kenîse û cihên dîrokî jî hatin armanckirin.
Piştî ku bajêr hate dorpêçkirin dewleta Tirkîyê û komên çekdar ên girêdayî wê nehiştin ku alîkarî û grûpên tenduristîyê bighêjin birîndarên di hundirê bajêr de. Ev yek bû sedem ku birîndar jîyana xwe ji dest bidin. Piştî berxwedana 11 rojan sivîl û şervan ji bajêr derketin. Komên çekdar ên girêdayî Tirkîyê dest bi dizî û û talanî û şewtandina malên Ereb, Xiristiyan, Çeçan û bi taybet ên Kurdan kirin.
Hejmareka kes ên bajarê Serê Kanîyê hewil dan ku vegerin bajêr. Lê çaxa ku hindek kesên teminmezin û jin dikarîbûn derbasî bajarê xwe bibin dîtin ku komên çekdar ên girêdayî Tirkîyê mal û milkên wan dizîne û xera kirine. Û ew komên çekdar dest bi revandin û îşkencekirina zilamên rihspî kirin û bi behaneyên cuda.
Gellek welatîyên bajarê Serê Kanîyê berê xwe dan bajêr yek ji wan parêzer Dilşa Silêman Eyo bû. Dilşa got ku “dema ez çûm Serê Kanîyê ez bi dîtina wêneya bajarê xwe ya xemgîn matmayî mam, her tişt tê de hatibû guhertin û ew wêneya di bala min de ya xweşik xera kiribûn”. Dilşa anî ziman ku wê ji şênîyên bajêr ên ku diçûn bajêr çîrokên cuda dibhîst “her kesekî tiştek digot, lê min xwest ez bixwe biçim bajêr û tiştên ku lê çêdibe bi çavên xwe bibînim”. Dilşa got çaxa ku hîn di rêya bajêr de bû ew wêneya xweşik a berê di mijîyê wê de bû, “her ku ez nêzî bajêr de bûm ez kêfxweş dibûm, lê dema ku em gihan rêbenda çeteyan ew wêneya xweşik hate guhertin”. Dilşa bi xemgînî got “min mirovên ku berê ew nedîtibûn min dît. Her wiha alên dewleta Tirk û çeteyên wê li jor li ba dibûn, min hewil da ew wêneya xweşik neyê guhertin lê mixabin rastîyeka pirr biêş bû. Di rêya çûna ber bi bajêr de li rêbendeka wan tenê pirsa jinên kurd kirin, “di rêhatinê de ku di wê otobîsê de ez û jineka kurd di nava jinên ereb de bûn dema ku em gihaştin rêbenda leşkerên Tirk bi Tirkî bi hev re axivîn, tiştê ku min fêm kir behsa kurdan dikirin. Yek ji wan hat û ji me pirsî: Jinên kurd hene. Nasnameya me ji me nexwest; tenê gotin jinên kurd hene û em daxistin ji bo pirs û bersivê. Piştre nasnameya min ji min standin û gotin çima tu hatîye Serê Kanîyê; min got ez ji vir im û ez vegerîyame bajarê xwe”.
“Em gihaştin hundirê bajêr bêhna terman dihat û her tişt kavil û xerabûyî bû. Dema ku ez gihaştim taxa xwe min çeteyên ji Idlibê û hin çeteyên bîyanî bûn bi rihên dirêj dît, dema ez gihaştim ber derîyê mala xwe deng ji mala dihat, dema min li derî da kesekî xerîb derket tu car min ew nedîtibû, min jê pirsî: Çi sedema hatina wî bo mala min e”. “Got: Ez sivîl im û divê tu li cihê leşkerî yê girêdayî çeteyan vegerî. Piştre min dît ku kilîta derîyê min guhertine û malbateka girêdayî wan tê de bi cih kirine”. Piştî hewildanan rê dane Dilşa da ku derbasî mala xwe bibe û wê bibîne, “tenê 5 xulek bûn. Dema ez derbasî malê bûm min dît ku her tişt hatîye dizî û xera kirin. Nehiştin ku ez tiştekî ji mala xwe derxînim”.

Çîroka xanim Dilşa tenê yek çîrok e ji çîrokên xelkên Serê Kanîyê yên biêş. Ev tişta ku hatîye serê wê êşa hemû hemwelatîyên Serê Kanîyê ye. Bi dehan malên şênîyên bajêr hatin şewitandin û talankirin, û bi dehan kes hatine girtin dema ku hewil dan vegerin malên xwe, û ji bo berdana wan jî pereyan dixwazin.
Ta niha av û kahreba tune ye; her wiha xwarin peyda nabe û ewlehî jî li bajêr tune ye. Hîn jî binpêkirinên dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê li dijî xelkên Serê kanîyê berdewam in. Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûrîyê herî dawî 26 mal ên gundên girêdayî bajarê Serê Kanîyê bi destê komên çekdar ên girêdayî Tirkîyê hatine şewitanidn.
Li gorî raporên hindek sazîyên mavên mirovan dewleta Tirkîyê gellek malabatên çekdarên girêdayî wê ji Idlibê anîye û wan di malên xelkên Serê Kanîyê de bi cih dike, ev yek jî bi mebesta guherandina demografîya bajêr e.
Girtin û revandin, perexwestin bo berdana kesan û dizîya li ser rê, ev e rewşa bajarê Serê Kanîyê û gundewarê wê yên ku li rastî dagirkerîyê hatine.