Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
HEFTSALÃŽYA JIDAYIKBÛNA ANAHÃŽTA – Kovara Åžar
wêne: Hisên Zêdo

“Wê bîranînên jidayikbûna her du zarokên min, bibin bîranînên du carên penaberîyê ye“.

Roja heftê meha dawî ya payîza 2019 an e. Nêzî serê çele bûye û di ber bayekî hênk re çipilkên baranê jî dibarin.

Bavê Anahîta û hevjîna xwe ya ducanî û du keçikên xwe bi nêzî /11/ hezar penaberî re ji ber êrîşa artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê bi ser bajarê Sere Kanîyê de revîyane û berîya /15/ rojan ji vê dîrokê gihîştin Başûrê Kurdistanê.

Bavê Anahîta li kampa “Berde ReÅŸ”ê ya li Başûrê Kurdistanê ye, li dora konê xwe diçe û tê, werîsên konê xwe dikşîne û girêkên wî asê dike, ew li ezman dinehêre û xwe ji ba û baranan re hazir dike.

Di vê rojê de, xwedan kurek li kampê da dayka Anahîta û navê wî kirine Yûsif.

Zarokên wan ev in; Anahîta ya heft salî ya mezin e û jê biçûktir Êva ya pênc salî ye, her wiha birayê wan Yûsif jî nû li kampê  jidayikbûye. 

Rojbûna Anahîta jî nêzîk bûye, ew jî di rêya penaberîyê de hatbû ser rûyê dinyayê. Ew berîya kêmtirî heft salan li bajarê Dirbêsîyê yê Rojava ji dayik bûbû, dema bajarê wan Serê Kanîyê rastî êrîşa çekdarên Cebhet AL-Nusra û hin gurûbên din hatibû.

Wê demê jî malbata Anahîta berê xwe dabû Başûrê Kurdistanê û şeş heyvan lê mabûn.

Li ser her du carên penaberîyê bavê Anahîta wiha dibêje “Berîya heft salan wek vê rojê, bajarê me Sere Kanîyê rastî êrîşê hatibû, ev qedera me ye, du zarokên min di rêyên penaberîyê de ji dayik bûn”.

Berîya niha, di teqînekê de, dayika Anahîta destê xwe yê rastê winda kirbû, destê wê ji ber derba teqînê hat jêkirin, lewma ew bi destekî xizmeta  zarokên xwe dike û zehmetîyan dikşîne.

Di rêya revê de û li ser sînorê Sûrîya û Îraqê bavê Anahîta û hevjîna xwe û her du keçkên wan bêhtirî /4/ k.m meşîya bûn.

Dayika Anahîta sê caran sergêjbûbû û li erdê ketibû, dayika Anahîta dibêje “Hercarekê diketim min hêrs dida xwe û radibûm da meÅŸa xwe  berdewam bikim, min ji boyî zarokên xwe li ber xwe dida”.

“Bîranînên me Li Şûna me Man”

Li nava konên kampê tevgera penaberan heye, zilam hin karan ji boyî debara jîyana xwe dikin û jin jî karê mala xwe dikin, lê rewşa malbata Anahîta cûda ye; bav karê malê dike û dayik jî bi destekî dergûşa kurê xwe dihejîne û xizmeta wî dike.

Rewşa wan a aborî xerab bûye, pere nemane û şîrê kurikê biçuk jî nemaye.

Dayika Anahîta dibêje “Şîrê sênga min têra kurê min nake, îcar ez hin ÅŸekir tevlî avê dikim û di ber şîrê xwe re didim kurê xwe, bi vî awayî derbas dibe”. 

Bavê Anahîta dema li bajarê Serê Kanîyê bû karê wênekêşîyê dikir, wî ev kar ji demeka dirêj ve diker, ji ber wî  ev kar ji destê bavê xwe wergirtibû.

Bavê Anahîta dibêje “Ez li ser erşîfa wêneyên ku li şûna me man xemgîn im, ji ber min wêneyên bi hezaran xelkên Sere Kanîyê û yên bajêr kiÅŸandibû, mixabin ew bîranînên me li şûna me man”.

Bavê Anahîta ji Xweda dixwaze ku kamîreya wî li gel wîbaya û di roja rojbûyîna Anahîta de wêne jê re kişandiba.

“Dibe Zayînek Din Li Serê Kanîyê Çêbibe”

Heft sal ji êrîşa pêşî ya li ser bajarê Serê Kanîyê derbas bûye, wê demê jî ÅŸer salekê li bajar berdewam kiribû û malbata Anahîta koçber bûn dema ku Anahîtajî jidayik bûbû, lê paşê zîvirîn mala xwe û keça wan Êva li Serê Kanîyê hat ser rûyê dinyayê. Bavê Anahîta dibêje “Di nava zarokên min de, Êva xwedan ÅŸens bû, ew di salên rehetîyê de hat ser rûyê dinyayê”.

Anahîta ya heft salî gellekî di rewÅŸa penaberîyê de mijûl nabe, ew li bende roja bîranîna  rojbûyîna xwe ye; da bavê wê wek salên berê her tiÅŸtê ku bixwaze jê re bîne, bavê wê jî di vê yekê de mijûl dibe û dibêje “Di ÅŸeÅŸ salên borî de min bîranîna rojbûyîna  Anahîta wek du ÅŸahîyan lidar dixist; yek ji boyî jidaykbûna Anahîta bû û ya din jî ji boyî azadîya bajarê me Serê Kanîyê bû, lê mixabin kurê min jî di wê bîranînê de ji dayik bû”, keserek kiÅŸand û got “wê bîranînên jidayikbûna her du zarokên min, bibin bîranînên du carên penaberîyê ye”.

Dayika Anahîta bi destê xweyî çepê dergûşa kurê xwe dihejîne û dibêje “Ev dergûş jî xwedîxêran da me, min hemû pêwîstî ji boyî çêbûna kurê xwe hazir kiribû, lê hemû tiÅŸt li şûna me man, hemû pêwîstîyên jidayikbûnê li Serê Kanîyê man”. Bavê Anahîta li ber dilê hevjîna xwe dide û di ber xwe de kenîya û got “Dibe zayînek din li Serê Kanîyê çêbibe”.

“Ez Dixwazim Vegerim Serê Kanîyê û Biçim Dibistanê”   

Kampa “Berde ReÅŸ”ê; dikeve navbera bajarên Dihok û Hewlêrê û nêzî /36/ k.m li bakurî bajarê Mûsilê ye, jixwe di ÅŸerê Mûsilê de, dema çekdarên Daişê êrîşê bajar kirin xelkên wê penaberî vê kampê bibûn.

 Li gorî serjimara Yekîtîya Neteweyên Yekbûyî ku nêzî /11/ hezar penaber ta 26ê meha 10an gihîştibûn kampa “Berde ReÅŸ”ê û li gorî serjimarê  “rêjeya jinan li kampê /%52/ û ya jinên ducanî û yên ku zarokên wan li ser şîr in /%16/ ye”. 

Li gorî van serjimaran nêzî /1600/ jinên bihewceyî pêwîstîyên zayînê û şîrê zarokan hene û jinên di rewşa dayika Anahîta de li kampê pirr in.

Anahîta ya heft salî du caran penaberî dîtîye, li dibistanê Anahîta di pola yekê debû û bi zimanê dayikê fêrî xwendinê dibû, wê bi qelemek qalind navê Serê Kanîyê li ser pêşîya kon nivîsandîye, û xewna xwe wiha anî ziman “Ez dixwazim vegerim Serê Kanîyê û biçim dibistanê”.   


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170