
Di quncikekê de, li hewşa dibistanekê ya bajarê Qamişloyê Mihmed û hevalê xwe li ber maseyekê kevin sekinîbûn , Mihemed El-Hilal ê (13 salî) çîroka rêwîtîya xwe ya bajarê Serê Kanîyê vedibêje, li ser rêwîtîyeka biêş a koçberîyê, û bi sed hezar zarokên perîşan ên ku di rewşên zehmet de dijîn, gellek wêneyên xemgîn radixe.
Mihmed bi dilekî xemgîn dibêje “Rê bi kevirên mezin dagirtî bû bilez ez beziyam û rastî kevirekî tûj hatim, di encamê de, lingên min şikest. Û min birin nexweşxaneya Roj, li wê derê jî hejmara birîndaran pirr bû ,û grûpên bijîşkan kêm bû; rewşa lingê min kembaxtir bû”.
Mihemed dibêje, min bihîst ku bapîrê min ji bavê xwe re bi dengekî nerm diaxive da ku em, zarok nebihîzin û wisa digot “kurê min, êdî gerek em derkevin ji ber rewşa bajar dê aloztir bibe; gerek e em bazdin”.
Ne tenê Mihemed dev ji dibistana xwe berda, lê hevalên wî jî ji xwendinê bê par man û ji dibistanên xwe dûr ketin, tevî ku vegra wan ji bajarê wan re bûye mîna xewnekê ku nayê pêkanîn di dema aniha de.
Tevî êş û metersîyên ku kişandîye, Mihemed hemî êşên xwe ji bîr kir dema ku hevalên xwe di pola dibistanê de dît.
Mihmed piştî hevalê xwe “Omer” di dibistana “Lîwa” de dît, pirr kêfxweş bû, rewşa wî ya derûnî ber bi başbûnê ve çû.
Mihemed mînakek ji êşên bi hezarê zarokan e, ku neçar bûn di rewşa şer de bi malbatên xwe re birevin, bi sedema vê yekê ji gellek mafan dûr ketin mîna xwendin, lîstin, tevger, danûstandin her wisa mala wî û bîranînên jîyana wî jê re bû mîna xewnekê bi hesret.
Mihmed dibêje “Ez nikarim li kampê bijîm, bi hevokek tijî êş û keser dibêje, Ez dixwazim vegerim bajarê xwe Serê Kanîyê”.

Piştre, Mihemed wisa didomîne “baş e em ji mirinê filitîn û hîna jî em nizanin felekê çi ji me re veşartiye, ez naha bi “Omer” re me, wî kulê min li ser min sivik kirine”.
Heyva Sor a Kurd rêxistineka mirovahî ya destekdayîna bişîjkî ye, ku di sala 2012an de, bi înîsiyatîfa komelek ciwanan hate damezrandin bo pêşkêşkirina alîkarîyên mirovahî li herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyayê.
Alîkariyên bijîşkî yên ku Heyva Sor ji Mihmed re pêşkêş kir, ew e ku Radiography ji lingê wî re kişandin, di encamê de hate zanîn ku lingê Mihmed bi sê alîyan şikestîye, û gerek lingê wî bi burxeyan were ser hev, ev bûyer li nexweşxaneya Tiltemerê ji hêla bijîşkên pispor ve û di çar demjimêran de pêk hat.
Hejmara niştecihên Serê Kanîyê nêzî 80 hezar e, û ji gellek pêkhateyan pêk tê, lê piştî şer hejmarek pirr kêm li bajêr maye.
Jixwe ev ne cara yekê ye ku Serê Kaniyê li rastî êrîşan hatiye, ji bilî niha jî ji alîyê hêzên radîkal ve jî êrîşî bajê kiribûn, di encama wê yekê de jî gellek sivîl hatin kuştin û ji welatê xwe koçber bûn. Xalê Mihmed jî di wî şerî de birîndar bû, laşê wî ji gellek alîyan ve zîyan dît, vê bûyerê bandoreke neyînî li ser pergala dilê wî çêkir.
Di 9ê cotmeha sala 2019an de, artêşa Tirkîyê û komên çekdar ên girêdayî wê, di demjimêr 4an de, piştî nîvro dest bi êrîşê kir, li gor agahîyên raghandinê di seatên pêşî de /25/ balafirên artêşa Tirkîyê li ser Rojavayê kurdistanê diçûn û dihatin her weha bombe dibarandin.
Xweşka Mihmed a binavê Zeyneb (18) salî, di encama şerê borî de, rewşa wê ya derûnî ket asta herî xirab, nema dikarîbû bi aramî razê, lewma dîmenên tirsê mîna xwîn û kuştin di bîra wê de ma bû.
Piştî ku artêşa Tirkîyê kete bajêr, gellek zîyan gihande milet, him malê wan xirab kirin û dest bi talanîyê kirin, him jî bû sedema ku gellek kes ji tirsa re birevin, di wan rojên zehmet de xelk bi kolana ketibûn him dengê qîreqîr û hawarehawara jinan di nav kesên birîndar ji zarokan û mezinan de, hemû di rewşên xirab re derbas debûn, û hawirdora bajar jî hatibû dorpêçkirin di bin tank û balafiran de ma bû.
Di wan kêlîkan de dayika Mihmed kurê xwe li milê xwe kir tevî giranbûna wî bi gavên hêdî gihaşt terektoreke çandinîyê ku berê xwe dida Tiltemerê.
Dewleta Tirikîyê ya dagirker, di êrîşa vê dawîyê de ya bi ser Serê Kanîyê û Girê Spî de, bi darê zorê nêzî /300/ hezar kes ji malên wan koç kiriye, û li gorî jêderên fermî yên Rêveberîya Xweser nêzî /250/ kes ku pirranî zarok in bûn qurbanî, ta niha jî nêzî /300/ kes winda ne.
Dêya mihemed, Meryem (42) salî ye, wisa dibêje “…anha Mihemed pêwîstîya wî bi şîr û mast heya ji ber ku hestîyên lingên wî hîn negihaştîye hev”.
Tevî wilo rêxistnên berpirsiyar ti alîkarîyan pêşkêş nakin ji ber vê yekê zû bi zû lingên wî reht nabe.