Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
HEZAR BEHANE Û ARMANC YEK E – Kovara Şar
wêne: Muhemed Emîn Şêx

Kurd xwedî dîrokeke kevin in, dikarîbûn dîrok , netewe û zimanê xwe li hember gef û êrîşên dijminan ji hezarê salan ve biparêzin. Em miletê kurd di her çar parçeyên Kurdistanê de daxwaza mafên xwe yên rewa dikin. Lêbelê dewletên dagirker hewla tunekirina me dikin. Herçend dijminatîya wan ji hev re heye jî lê di mijara Kurdî de dibine yek.

Bandora “Buhara Erebî” li ser çend dewletên Erebî hebû. Sûrî jî yek ji wan bû. Di encamê de grûpên Islamî yên radîkal derketin û kurd ji xwe re kirin armanc. Ji sedema şer û pevçûnên di Sûrî de û li Rojavayê Kurdistanê, rêjîma Sûrî lawaz û bê hêz ma. Beşek ji niştecîyên Rojava yên Kurd, Ereb û Xiristiyanan xwe kirin yek û hêzeka leşkerî ava kirin ji bo parastina xaka Rojava li dijî radîkalan, û bi hev re Rêveberîya Xweser damezrandin.

Ev jî li Tirkan ne xweş hat û bihaneyên xwe zêde kirin da ku derbasî axa Rojava bibin, çimkî ji berê de wilo dixwestin.

Di 9ê cotmeha 2019an de, artêşa Tirkîyê kete di nav axa Rojava de û êrîş da ser bajar, bajarok û gundan û grûpên çekdar yên bi ser opozisyona Surî ve bi xwe re anîn û di nav sivîlan de gur kirin. Ew grûp jî, kîneka taybet di dilê wan de heye li ser Kurdan .Ji ber wê sedemê dest bi girtin û işkence û kuştina zarok, jin û kalan kirin bê cudahî, û yasaya navdewletî û mafê mirovan jî bin pê kirin. Di encamê de xelk bizdehan, rahiştin zarok û kalên xwe, revîyan û koçber bûn.

Bajarokê Endîwerê yê dikevê di goşeya bakur rojhilatê axa Rojava de. Ji alîyê Rojava ve Tirkan sînorek ji dîwar çêkirîye, û ji alîyê bakur û rojhilat ve Çemê Dicleyê dibe sînor. Sînor nêzîk û dûr dibe, ji 500 metreyan ta 4 kîlometreyan.

 wêne: Muhemed Emîn Şêx
wêne: Muhemed Emîn Şêx

Ev bajarok nakeve di navçeya mekanîzmeya aram de. An ku, tev li ku artêşa Tirkîyê û patoxwerên wê nehatine di nav xelkên deverê de, lêbelê şênîyên vê deverê jî para xwe ji gef, bizdê, malwêrankirin û mişexbûnê birine dîtin, çîroka wan jî çîroka hemû qeza, gund û gundewarên nêzîkê sînor in.

Endîwer bi sirûşta xwe ya xweşik û bedew bi nav û deng e, bi dehl, kanî, mêrg , newal û Çemê Dicle û Çîyayê Cûdî hemû bi hev re dîmenekî didin mîna bûkeke xemilandî, ji bilî aramî û hewayê paqij û dengê balindeyan.

Lewma ew jî seyrangeheke di hemû demên salê de. Axa wê jî guncaw e ji bo hemû coreyên keskayî û darên mêwe, genim, ceh, nok û nîsk û ….hwd. Lê mixabin niştecîyên wê dibêjin rojekî me nekarî em bi serfirazî herin seyranekê û rojekî me newêrî em mêvanekê xwe bibin seyranê yan jî serberz biçin nav zevîyên xwe. Her û her tirsa cendirmeyên Tirkî di dilê me de bû. Çimkî yek ji wan dikare bi hezaran kesa vegerîne bi yek gotinê: “gêt”

Êrîşa arteşa Tirkîyê dest pê kir û pê re metirsîya li ser jîyana niştecîyên Endîwerê dest pê kir. Berî roj here ava bû gumeguma top û hawinan. Dema ji alîyê me ve bersiva wan bi çekan hate dan û serbazên Tirk gellek cih ji bajarok kirin armanc, niştecîyan hewla revê kir ji bo xêzanên xwe qurtal bikin, lêbelê ne her kes dikare bireve. Zarok, jin û kal hene, û kulek yên kor û şeht jî hene. Ev jî barek giran e.

Dunya tarî bû, pêjna kesekî nayê, ji bilî dengê çekan û dengê otombêlên ku bi lez derdikevin ber bi bajarê Dêrikê ve. Hinan zarok bi lez danîn di otombêlan de, hinan jî pîr û kalên xwe hilgirtin, û hineke din gotin em ê rawestin ta dengê gulleyan rawest e û hingê em ê xwe qurtal bikin.

Lê em çi bêjin gulle zortir bûn. Otombêl neman. Di demjêrê 2ê şevê de û kesên mayîn û neçar bûn bimeşin çol û çol, di nava stirî û tehtan re pênç kîlometreyan meşa bi tirs û zehmetî û şeva tarî de û çav li sînor û guh li dengê top û tivingan û ta gihane gundekî din û ji nû ve bi otombêlan çûne Dêrikê. Di wê şevê de xêzan ji hev winda bûn û bi telefonan li hev gerîyan.

Xelkên Endiwerê li Dêrikê û gundewarên wê di heman dem de mêvan û penaber bûn çimkî niştecîyên Dêrikê bixwe jî di metirsîyê de bûn, lê malên xwe ji wan re vekirin. Dilê xelkê bi wan şewitî lew re dilşikestî bûn.

Endîwerîyan çend carên din bajarokê xwe berdan e ji bo artêşa Tirkîyê ji egera bazdana serbazekî Tirk û yan hinek behaneyên din mîna qaçaxçîyan. Lêbelê ti car weke vê carê kul û xem û kovan di dilên wan de kom nebûne. Bandoreke derûnî mezin li ser wan hebû, hestên riswabûnê bi wan re çêbûn, çimkî ew nizanin encam çi ye û berê wan li ku ye, wê çend rojan û çend mehan bimînin û wê vegerin warê xwe yan na û heger vê rewşê berdewam kir, wê çi karî bikin ta ku xêzanan xwdî bikin. Zarok mane bê xwendin û zivistana reş û dirêj hat û pêwistî bi cil û xwarin û xanî hene.

Bi roj, dema dengê çekan qut dibû. Her mirovekî bi tena xwe berê xwe dida Endîwerê ji bo seredana mala xwe bike. Di rê de ne kesek û ne otombêlek nebû. Mirov dikete nav cîhana tirsê de û bi xwe re dipeyivî û pirs dikir: “Gelo wê niha gulleyek bê min yan na ?”.

Di nava bajarok de mîna bajarê ker û lalan, ne deng û ne pêjn. Hinek xanî hatin rûxandin û dikan û otombêlek şewitîn.

Zîyanên sivik gihan pirranîya malan û dîwar hatin rûxandin keblên kaherba û internêtê û çingoyên telefizyonan û tankên avê, darên mêwe û tiştên din, hemû hatin sotin û wêran bûn.

Gelo xwedîyên wan çikiribûn û çi gunehên wan hebû û tawanê wan çi bû? Kanî Neteweyên Yekgirtî ? kanî Encûmena Asayîşa Navdewletî, û kanî mafên mirovan?

Ji alîyê derûnî ve û vê êrîşa tund kartêkirineke neyênî yî mezin li ser hemû niştecîyan kir, nemaze li ser zarokan. Tirseke mezin bi zarokan re çêbûye û bi wan re giha ye pileyekê ku şevpestan di xew de dibînin, hem ji egera bihîstina dengê balefir û gellek cureyên çekan, sivik û giran; hem jî lew re di nava jîngiheke civakî bizdehayî de ne, tê de fêrî tirsê bûne; û hem jî ji sedema dîtina dîmenên kuştin, girtin û işkenceyê li ser ekranên telefizyon û telefonan.

Derûnzan dibêjin tirs dibe metirsîyeke mezin bo jîyana zarokan, çimkî hinek nexweşî weke nexweşîya derdşekir bi wan re çêdike, û belkî laşên wan mezin nebin, û bejnên wan kin bimînin. Bêguman bandor li ser reftarên wan jî heye. Têbînîyek girîng li ser van mendalan heye ku bez û livînên wan kêm bûne, lew re hemû cureyên leyistok û çalakîyên wan kêm bûne. Delîveyên aheng, dawet û seyranan jî hindik bûne. Êş, azar, kul û kovan ketine şûna kêf û şadî û aştîyê de.

Lewma dezgehên “NGO” an ku dezgehên mirovayî yên ne hikûmî, di demê cengê de para pirtir a perwerdeya zarokan a wan e, nemaze çalakîyên kêf û dilşadîyê, mîna stran û werzîş, şano û semayê.

Ji bilî zarokan jî, di wan rojên berî agirbestê de, gellek dayik û bavan zehmetî kêşane derveyê malên xwe ta ku xanî dîtine. Heta niha jî kesek nevehesîya ye, piştrast û dilşad nebûye, û hestên aramî û tenahîyê bi wan re çênebûye. Herdem amade ne û xwe kar kirine ji bo revê.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170