
Di êrîşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê di 9ê cotmeha 2019 an de bi ser bajarê Serê Kanîyê û Girê spî de bi balafiran û çekên giran, şênîyên van bajaran û gundên derdora wê koçberî bajarên din yê Rojavayê Kurdistanê bûn, di encama wî şerî de zêdetirî /300.000/ kes koçberber bûn. Û derdora /15000/ kes ji wan penaberî başûrê kurdistanê bûn.
Pirranîya koçberan li bajarê Hesekê bi cih bûn, ew koçber di rewşeka xirb de dijîn ji ber nebûna alîkarîyê û vekşandina rêxistinên navdewletî, û tenê rêxistinê xwecihî rahiştin barê destekdayîn û alîkarîyê. Gellek ji wan koçaber di nava dibistanan de bi cih bûn, ev yek hişt ku perwerde li hindek dibistana raweste û her wisa zarokên koçberan jî ji xwendinê bê par man.

Piştre Rêveberîya Xweser kampek bi navê (Waşûkanî) ji koçberan re hazir kir. Li gorî birêvebirîya kampê nêzî /5000/ kes di nav vê kampê de bi cih bûne. Jîyana li kampê zehmet e ji ber dûrbûna kampê ji bajar û li çolê ye û zehmetbûna jîyana bin konan di sermaya zivistanê de û zehmetîya peydakirina pêdivîyên jîyanî.
Eyşê (bernav e), ya 45 salî, dibêje ku rewşa wan ne baş e, û got “him em ji mala xwe derketin, ji ber êrîşan, û jixwe ew komên çekdar ên bi artêşa Tirkîyê re derbasî nav bajar û gundên me bûn û malên me talan kirin, û him jî aniha em di rewşên zehmet de li kampê dijîn”. Eyşê anî ziman ku sê zarokên wên hene û peydakirina pêdivîyên wan zehmet e, “bi rastî bi zehmetî em xwestekên wan pêk tînin, ji bilî ku ji xwendina xwe jî man û dûrî dibistana xwe ketine”.
Ehmed, 55 salî ye, çîroka derketina xwe ji bajêr, di dema êrîşê de, biêş bibîr tîne û dibêje “van bêbavan hiştin ku bizorê em ji malên xwe derkevin, û hatin ta ku dizî û talanîya milk û malên me bikin; ma jixwe ew tenê bi vî tiştî naskirî ne”.
Ehmed dibêje ew bilez dixwaze vegerê mala xwe “em bawer nakin kengî ev çete ji bajarên me derkevin da em vegerin. Aniha em nikarin vegerin, ji ber kesên ku vedigerin li rastî işkenc û binpêkirinan tê, û gellek girtine jî û pereyan ji merivên wan dixawzin heta ku wan serbest berdin”.
Penaberên ku berê xwe dan Başûrê Kurdistanê û aniha li kampa Berdereş bi cih bûne, ew jî çîrokên wan ên biêş hene, ji dema ku ji bajar û gundên xwe derketin heta bi rêya wan a ber bi sînor û derbasbûna wan bo başûrê kurdistanê.
Dilo (bernav e), yê 40 salî, dibêje ku ew ji neçarî û ji ber rewşa şer a dijwar berê xwe dan başûrê kurdistanê, “me nedixwest em ji bajarê xwe derkevin, li ji ber rewşa şer a giran ez neçar bûm malabata xwe derxînim û me berê xwe da başûrê kurdistan. Ji ber me nizanîbû dê rewş çawa be”. Dilo anî ziman ku ew bi zehmetî gîhan sînor “me pereyên gellek da qaçaxçîyan heta ku me di sînor re derbas kirin, piştî me sînor derbas kir em çûn kampa Berdereşê, û aniha em li vir in, rewşa me baş e; lê çawa be jî jîyana xerîbîyê zehmet e”.

Lê piştî aramîya rewşê li rojavayê kurdistan hejmarek baş a penaberên ku berê xwe dabûn herêma başûrê kurdistanê vegerîyan rojava.
Tê zanîn di rewşên şer û pevçûnan de û çaxa êrîş bi ser çi deverekê çêdibe, çîrokên biêş derdikevin holê, lew re pêwîstî heye ku her kes alîkar be da ku bikaribin piçekî zehmetî û êşa kesên koçber û penaber sivik bike. Jixwe barê herî mezin dikeve ser milê rêxistin û sazîyên sivîl û yên mirovî.
Tiştê herî pêwîst ku ji van rêxistinan tê xwestin alîkarîya koçberan bike ji ber ku ev erk ji wan tê xwestin, an ku ev rêxistin bikaribin cihekî baş bo koçberan peyda bikin û jîyaneka xweş tê de bijîn, her wiha bikaribin alîkarîyên pijîşkî û dermanên pêwîst bo nexweşan peyda bikin, tevî şîrê zarokan û cilê zivistanê û hin lîstokên zarokan ji bo wan ji rewşa şer dûr bixe, tevî pêwistîyên paqijkirinê li gel sobe û alavên germkirinê.