Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
KARÊ XWEBEXŞANE BINGEHA CIVAKA RESEN E – Kovara Şar

Di van deh salên dawîyê de têgiha (Karê Xwebexş) bi hatina rêxistnên civaka sivîl re berbelav bû, lê ev têgih a ku bi çanda bîyan a karê sivîl re derbasî çanda rojane ya me bû, ne bê bingeh e di civaka herêma Cizîrê de, an ku ne çandeka nû ye, her çi qas navine din jî lê hatibe kirin, lê heman wateyê dide.

Di danasîna têgiha karê xwebexş de em dikarin bibêjin ku çi kar ê çalakîyeka bêqezenc û pere ye. Kesê xwebexşekar jî tê wê wateyê ku ji bo vî karî hin dema xwe vediqetîne, her weha xwe bi vî karî re diwestîne bêyî ku bi rengekî yekser jê were xwestin, û bêyî kesên pêşberî xwe yên ku ji bo wan vî karî pêşkêş dike binasin yan merivantî di navbera wan de hebe. 

Karê xwebeş civakê bi ser hevûdin de tîne, têkilîyê di nav kesan de tekûz û xurt dike û çanda karê çê û baş di nava civakê de berbelav dike.

تصوير: شيرزاد سيدو
Wêne: Şêrzad Seydo

Civaka Cezîrê û çanda xwebeşane

Çanda karê xwebeş ne têgehek yan jî karekê nû ye li herêma Cezîrê, her weha li seranserî cîhanê, dibe hin hurgulî cudacuda di nav civakan de hebin, lê kêmzêde têgiha karê xwebexş kevn e, bi rengekî ji rengan hemû ol û felsefeyan behsa wê kirine û ji mirovan xwestine ku vî karî bikin.

Civaka Cezîrê civakeka resen e, avakirîye li ser çanda alîkarîya rêwî, rêbwarî, kesên xerîb û penaberan, her çendî olan li ser vê yekê teqez kiribe jî lê nayê wê wateyê ku ev çand ji berhemên van olan e, helbet bandora olan wê li ser hebe, lê li gorî civaknasan qencî û xêr di civakan de ne tenê ji berhemên olan e, ev yek li civakên bêol de heye û dîyar dibe.

De ka em dûrî mijarê nekevin, naxwe divîya be em cudahîyê bikin di navbera karê xwebexş wekî têgih û karê xwebexş wekî dab û adet di civakê de.

Dema em nas bikin ku karê xwebexş têgihek girêdayî têgiha civaka sivîl e, wê çaxê divyabe em dîroka destpêkê ya derbasbûna vê têgihê bo deverê vekolin, lê ji bo em dûr neçin, em dikarin bibêjin ku xebatên sivîl li gel neteweyên biol ên xiristyan bi karê kenîseyan dest pê kir û li gel Kurdan bi xebatên sîyasî yên partîyan dest pê kir, li gel Ereban di rêya komeleyên xêrxwazîyê.

Karê xwebexş piştî 2011an

Heger em bixwazin behsa karê civaka sivîl û têgiha karê xwebexş li herêma Cezîrê bikin, helebet em ê ji 2011an û şûn ve behs bikin, ji ber ku ji wê çaxê û şûn ve dezgehên civaka sivîl çalak bûn û karê eşkere dest pê kirin.

Li seranserî Cezîrê nêzî 200 dezgehên civaka sivîl dixebitin, ev yek tê wateya ku bi sedê kesan bi van dezgehan ve girêdayî ne û tê wateya ku karê xwebexş wekî têgih berbelav dibe.

Lê heger em bixwazin ji nêz ve karê xwebexş binirxînin divaye em bibêjin ku dezgehên civaka sivîl ên xudan hêzên madî yên zêde di alîyê aborîya xwe de dikarîbûn ji hêlekê ve vê çandê belav bikin û ji hêlekê din ve pûç bikin.

Ji ber ku pirranîya pirojeyê dezgehên civaka sivîl bi piştgirîya wezareta derve ya Amerîka û yekîtîya Ewrupayê ne, karê xwebexş bêwate dibe ji ber ku li hember karê xwe hin pereyên zêdetir ji karmendên hikûmet û Rêvebirîya Xweser werdigrin, tev li wilo karê xwebexş wekî têgih hêdî hêdî cihê xwe girt û digre hetanî vê kêlîyê.

Wêne: Ehmed Murad

Ezmûna koçberîyê…Ezmûna karê xwebexşane ye

Ji destpêka êrîşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê, di 9ê meha 10an a 2019an de, milet bi qeflan ji Serê kanîyê û Girêspî û gundewarên wan derketin û xwe li gund û bajarên biewle girtin. Ji ber jimara koçberan a bi hezaran (Gihaşte nêzî 300 hezar kesî) pêdivî bi alîkarîya bilez hebû, lê wê çaxê rêxistinên navneteweyî yên hewarçûn û civaka sivîl biryar dan ku di cih de ji Sûrîyê vekşin, di wê demê de sazî û dezgehên civaka sivîl yên xwecihî neçar man ku, bi hin alîkarî û derfetên hindik ên ku wê hingê peyda dibûn, livekê bikin, helbet rêxistinên navneteweyî her çendî pirranîya wan derketibin jî lê hin mabûn û beşek kar hilgirtine li ser xwe.

Birastî jî ezmûna koçberîyê ezmûneka pirr zehmet bû ji bo karê rêxistinên civaka sivîl û çesipandina karê xwebexşane bû, di ezmûnê de bi sedan kes xwe dane pêş û berê xwe dan van rêxistinan, da destê alîkarîya xwebexş pêşkêş bikin.

Wisa xuya kir ku tenê çanda xêrxwazîyê ne bes e ji bo karê hewarçûyînê ya ji bo koçberan, lê pêdivî bi karê xwebexşane yê birêxistinkirî heye, ev yek jî di xwebexşekarên civaka sivîl de peyda dibû.

Di ezmûna koçberîyê de dîyar bû bê çi qasî karê xwebexş birêxistinkirîbe wê hewqasî xwedî bandor be û mifayeka baş li komên koçberan bike. 

Di civakeka resen de mîna ya Cezîrê ku li ser bingeha xêrxwazî û rihê alîkarîyê avakirîye, têgiha karê xwebexş cihekî taybet û tekûz digre, nemaze di wextê zehmetî û ezmûnên bobelatên mirovî de, çi di karê dezgeh û rêxistinên civaka sivîl, çi di civakê bi giştî de.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170