
Şênîyên bajarê Serê Kanîyê û gundewarê wê yên koçber ên li wargeha Waşûkanî ya bajarokê Al-Tiwêna yê Hisîçayê di şert û mercên dijwar de dijîn.
Ev kamp a ku hîna di çarçoveya avakirinê de ye, /13/ km li rojavayê bajarê Hisîçayê ye, di destpêka mijdarê de bi lez hate amadekirin, û bi hezaran koçber lê bi cih bûne, ku herjmara wan gihaştîye zêdetirî 4 hezar koçberî. Rewşa wan zor e û barê wan dikeve ser milê Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û Heyva Sor a Kurd û rêxistinê civaka sivîl ên xwecihî.
Ji ber ku rêxistinên mirovî alîkarîya koçberan nakin, kelûpelên heyî jî nagihêje hemû koçberan. Ji ber vê yekê Rêveberîya Xweser û Heyva Sor a Kurd aîlkarîyên ku têne pêşkêşkirin ên wekî cil, nivîn, sotemenî û pêdivîyên zarokan li gorî derfetên heyî belav dikin.
Hûda Elî, (32) salî ye ducanî ya heft mehî ye, ditirse ku zaroka wê li kampê ronîyê bibîne, ji ber pêdivîyên bo zaroka wê di dema jidayîkbûnê hîn hazir nekirîye çi ku peyda nabin. “Cih tijî bektîrya û gemar e, bo van sedeman keça min a (10) mehî bi êşa zirav ket û xwîna wê bû av”.
Munîfa Selman al-Izzou, ji gundê Til El-Ward elÅŸerqî ye yê Til Temirê, dibêje: “Çi qasî ÅŸert û mercên li kampê dijwar bin, ew ji gulleyên ÅŸer û cengê çêtir û aramtir e”.
Li kampa Waşûkanîyê tenê yek xala bijîşkî heye, ew jî ya Heyva Sor a Kurd e û tenê du ambûlans hene. Heyva Sor xizmetên lênihêrîna tenduristî yên sereke ji bo zarok, jin û hindek beşên din ên bijîşkî pêşkêş dike. Li gorî Ciwan Said, serokê tîma Heyva Sor a Kurd li kampê heger reweÅŸ wisa bimîne dê rewÅŸ li kampê aloztir bibe, “li kampê 35 kes bi nexweşîyên laşî û derûnî hene, 76 nexweşîyên zehmet ên wek dext (High Blood Pressure), dil û ÅŸekir hene, 23 jinên ducanî yên ku hewcedarê guhdaneka teybet in. 170 zarokên ku pêdivîya wan a bilez bo şîr, germkirin û ÅŸopandinê hene, ji bilî 3 zarokên nûjidayikbûyî yên ku divê li nexweÅŸxaneyê bimînin”.
Li gorî birêvebirîya wargehê, li kampê heya niha /5,000/ mirovên koçber hene, ku ji /920/ malbatê pêk tê, û devera kamp a ku di 1/11/2019an de hate damezirandin /975/ donim e, û heta /3000/ kon lê tê vegirin, û dikare pêşwazîya /13,000/ kesî bike. Di heman demê de hejmara konên ku niha hatine vegirtin /810/ in, di nav de /4/ konên pêşwazîyê û /80/ kon wek dibistan hatine veqetandin. Ehmed Yusef, birêvebirê kampa Waşûkanî, got: “Hemû niÅŸtecîyên wargehê ji Serê Kanîyê û gundewarê wê ne, her wisa ji bajarokê Zirganê û Til Temir û gundwarên wê yên ku li ser xeta agir in”.
Li ser rewÅŸa kampê, Yûsif piÅŸtrast kir ku hewildanên wan ên rijd ji bo peydakirina rewÅŸek çêtir li kampê heye, “zivistanê hiÅŸt ku em bilez tevbigerin, ji bo wê jî me kon vegirtin û erda kampê bi kevirên ÅŸikestî hate raxistin”.
Li ser pirsgirêkên kanalîzasyonê û nebûna xizmetguzarîyê, Youssef got: “Kamp vekirî ye, û rêxistinên navdewletî hêj tiÅŸtek pêşkêş nekirine, tevî gellek konferansên ku têne lidarxistin, û em nizanin gelo sedemên ku rê li pêşîya pêşkêşkirina alîkarîyan digirin sîyasî ne yan jî ewlehî ne”.
Rêxistinên civaka sivîl ên xwecihî ji dem û şûn de ji bo nifûsa wargehê pêdivîyên sereke û alîkarîyan peyda dikin, ew jî tevî derfetên kêm û yên heyî hewil didin ku valahîya rêxistinên navdewletî dagrin.
Demsala zivîstanê ye û rewşa konan dijwar e, di rojên dawîn de baran zêde barîya û ji ber ku kamp bilez hate avakirin û amadekarîyên baş nehate kirin hejmarek a konan li ber baranê çûn.

Li alîyekî din, li gorî Birêvebirîya Dibistanên Cezîrê, Behcet Lewend, hejmara dibistanên ku bûne cihê pêşwazîya koçberan gihaştîye /380/ dibistanî, û hejmara koçberan ku di wir de bi cih bûne /150/ hezar kes e.
Zahîde Mûslim /43/ salî ye ji xelkên Menacîrê ye, wisa êşa xwe tîne ziman “ji ber topbarana artêşa Tirkîyê em ji herêmên xwe derketin û me rihê xwe parast, ti kes di bin topbaranê de namîne, em li dibistana (Ebî Zer El-Xîfarî) ya bajarê Hisîçayê bi cih bûne, em naçin kampê ji ber rewÅŸa kampê dijwar e û kelûpelên debara zivistanê tun ne, malbata min ji /15/ kufletan pêk tê û rewÅŸa debara me zehmet e”.
Selman keleÅŸ (53) salî ye, bi xemgînî dibêje “artêşa Tirkîyê û çeteyên wan mala min dizîne, ji ber vê yekê min berakîyek piçûk li kampê vekir û tê de sebze û meweyan bi pereyekî hindik difiroÅŸim koçberan”.
Selman di berdewamîya axaftina xwe de got: “Tenê ez li vegera bo war û mala xwe digerim, lêbelê berî ez vegerim bila çekdarên dagirker ji warê me derkevin”. “Rêxistinên mirovî alîkarîya me nekirin, zivistan e û baran dijwar e”. Selman dibêje ku zarokên wî ji ber baran û sermayê nexweÅŸ dikevin

Selman di axaftina xwe de anî ziman ku heger çekdar li gundê me hebin em venagerin, “em bang li dewletên cîhanê dikin, ku wan çekdaran ji warên me derxînin”.
Lê belê zarokê bi navê Mihemed Daman ku ew jî wekî bi hezaran zarok ji mafê xwendinê bê par ma, hêvîya vekirina dibistanê li kampê kir û wisa pê de çû: “Grûpên çekdar ên girêdayî Tirkîyê herêma me wêran û talan kirin, ez dixwazim dibistanek û yarîgehek li kampê were vekirin”.