
“Ez ne xema xwe û zarokan dixwim, ez li malekê bi cî bûme û rewşa me hêdî hêdî baş dibe, lêbelê ez xema cîran, dost, heval û xema xelkên Serê Kanîyê dixwim ku niha li bin konan dijîn û zarokên wan li ber sir û sermayê ne”.
Mele Mihemedê Berekat ê 80 salî, melayê mizgefta Buxarî ya Serê Kanîyê, ku li gel malbata xwe di 9 meha cotmehê de ji Serê Kanîyê derketin û niha li bajarê Qamişloyê bi cih bûne, biêş û keser xema xelkên Serê Kanîyê dixwe.
Seyda Mihemed çîroka derketina xwe ji bajêr li bîra xwe tîne û dibêje ku di wê rojê de êrîşeka tund li ser bajêr de, ji alî artêşa Tirkîyê û girûpên çekdar ên dijberîya Sûrîyayê yên girêdayî wê ve, hate kirin, û xelkên bajêr hema hema bi tena cil û bergên li wan ji malên xwe bazdan.
Seyda Mihemed jî çar zarokên wî hene, 2 keç û 2 kur û li gel hevjîna wî jî dibine 6 kes.

Di despêkê de Seyda Mihemed biryar da ku dev ji mala xwe bernede, nemaze ku 3 zarokên wî (2 kur û keçek) xwedî pêdivîyên taybet in, mele û hevjîna xwe û keçek jî nexweş in û bi tevayî dermanan dixwin û rûniştî nimêj dikin.
Bi tundîya şer û barandina topan re li ser bajêr, mele neçar bû ji mal derkeve, lê li gorî bawerîya wî ku eger e mala Xwedê (mizgeft) wan biparêze, loma berê xwe dane mizgeftê û tê de bi cî bûn.
Seyda dibêje “ta dema nimêja eşayê jî ew di mizgeftê de man, lê mixabin ta bi mala Xwedê jî nikarîbû wan ji topan biparêze”, wê çaxê di rêya nevîyê Seyda re ku li gel hin komeleyên civaka sivîl kar dike, ew ji mizgeftê derxistin û berê wan jî kete koçberîyê de.
Rêya herî aram û bi ewle ku tevaya xelkên bajêr berê xwe danê ya bajarê Til Temirê bû, nevîyê Seyda ew gihandine gundekî di navbera Serê Kanîyê û Til Temirê de; jê re dibêjin “Tiwêmîyê” .
Seyda dibêje “em derbasî nava gund bûn, lê mixabin ti kes di gund de nema bû, em derbasî malekê bûn, dixuya ku xwedîyên malê ne ji zû ve derketibûn, hilma germ ji malê dihat, xanî raxistî bû, xwarin, nan û sifreya mêweyan li şûn xwe hiştibûn”.
Wê şevê mele û malbata xwe li wî gundî raketin û serê sibehê li ser dengê bombebarandina firokeyeke cengî ya ku bajarê Serê Kanîyê armanc kiribû şîyar bûn.
Dengê teqînan pencereyên gund hejandin, mele zanîbû ku tirs li ser jîyana wan heye û pêwist e mîna niştecîyên wî gundî ew jî derkevin, lê sê kes ji malbatê bi zorê dimeşin û yên mayî jî temen mezin û nexweş in, gellekî zehmet bû ku bi meşê xwe bighînin Til Temirê.
Pişta xwe dane gund û bi ser rêya Til Temirê ketin, carinan dimeşin û carinan rûdinin û çi tirimbêla ku di ber wan re derbas dibe mele pirsa Serê Kanîyê ji wan dike, lê mixabin ti kes bersiva wî nedida ji ber ku her kes bi xwe û bi malbata xwe daketibû.
Bi wî halê xerab seyda û malbata xwe gihiştine rêbendeke Asayîşan û ji wir tirimbêlekê ew gihandine Til Temirê.
Pirranîya xelkên ku ji Serê Kanîyê koçber bûn, li bajarê Hesekê û Til Temirê li dibistanan û hin jî li malên kes û merivên xwe bi cih bûn û vê dawîyê jî kampeke taybet bi navê Waşûkanî li bajarê Hesekê hate vekirin.
Li gorî amarên fermî yên rêxistinên karûbarên mirovî di encama êrîşên bi ser bajarê Serê Kanîyê û Til Ebyed/ Girê spî de /478/ kesên sivîl jîyana xwe ji dest dane û /1070/ kes jî birîndar bûn, her weha zêdeyî 300 hezar kes jî koçber bûn û pirranîya wan li dibistanên deverê hatine bi cî kirin ku di encama wê de /810/ dibistan hatine rawestandin û zêdeyî /86/ hezar xwendevan mane bê xwendin.
Niha mele Mihemed li gel malbata xwe li bajarê Qamişloyê bi cih bûne, û dema gihiştine Qamişloyê û di malekê de bi cî bûn, tiştekî wan tunebû, çimkî mal û saman û tevaya cil û bergên xwe li şûn xwe hiştin, her weha 6 ajalên wan jî hebûn, ew jî li Serê Kanîyê man, lê tev li ew qas astengîyan, ku yek ji wan pirsgirêka dabînkirina dermanan ji bo Mele Mihemed û zarokên wî ne, moralên seyda pirr bilind bûn û di bin xemginîyeke veşartî de bi devkenî seyda diaxivî, nemaze ku xelkên bajarê Qamişloyê bi kêf û xweşî pêşwazîya wan kir û hemû pêdivîyên jîyanî ji wan re pêşkêş kirin.
Mele mihemed dema Serê Kanîyê li bîra xwe tîne, keseran berdide, lê nûçeya herî xemgîn û ne xweş ew bû dema yek ji hevalên wî, yê bi navê Hecî Ûsivê Newaf, ku ew bixwe jî li bajarê Qamişlo bi cih bûye û xwestîye seredana mala xwe ya Serê Kanîyê bike, di rêya telefonê re ji mele re dibêje: “Seyda Serê Kanîyê talan kirine, jîyan li bajêr rawestîyaye, tiştek nema ye, dizî û talanîya tevaya mal û dikanan bûye, Serê Kanîyê maye kavilek”.
Mele mihemedê Bedirxan gellek caran hêzên ewlehîya Sûrîyayê astengî jê re çêdikirin ji ber ku di xutbeyên înê de şerê gellek kiryarên ne rast û ne dirust, wek bertîl û gendelîyê, dikir.
Li bara êrîşên artêşa Tirkîyê û girûpên çekdar ên girêdayî wê bi ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê de, Seyda dibêje “Qurana pîroz destûra misilmanan e û ev kiryarên têne kirin ên kuştin, dizî, talanî û bicîkirina xelkên bîyanî li şûn xelkên resen ku di encamê de demografîya deverê tê guherandin, ne li gorî ti yasa û olan e, û bêguman ne li gorî destora islamê ye jî”, loma Seyda wan êrîşan bi zordarî binav dike û dibêje “ev êrîş bandoreke xerab li jîyana hevbeş a tevaya pêkhateyên Sûryayê deke, çimkî li Serê kanîyê mafê hemû pêkhate û olan parastî bû û mizgeft li kêleka kenîseyan wêneyekî xweşik nîşan dida”.