
Ragihandina kurdî di van salên dawîyê de xwe bi berfirehî nîşan daye, xwe berdaye nava civaka kurdî, û ji ber ku di nava kurdan de ta weke îroj lêveger an komgeheka taybet bo zimanê kurdî tune ye, êdî ragihandina kurdî bi giştî û ya bi zaravayê kurmancî bi taybetî bandora xwe di peydakirin û bikaranîna gotin û peyvan de avêtîye civakê. Êdî gellek gotinên ku têne bikaranîn nayîne nirxandin û ji alîyê civakê ve jî têne bikaranîn; ragihandin jî bûye jêdereka sereke bo peydakirin û afrandin û fêrbûna zimên, ew yek jî bi xwe re gellek alîyên erênî û nerênî derdixe holê.
Bûyer û guhertinên ku di van salên dawîyê de li herêmê bi giştî qewimîn cihekî baş di nav kurdan de girtîye, bi xwe re gellek pêngav di warine pêwist de derxist holê, weke mînak, di warê ragihandinê de bi dehan sazîyên ragihandinê yên kurdî vebûn, eger em behsa ragihandina bi zaravayê kurmancî jî bikin, bi dehan mijar û şaşîtî di warê zimên de derdikevin holê.
Rojane li ser ragihandina kurdî şaşî û têbînî li bara tewang û ergetîv, kar, gotinên bîyanî, navên kesan, navên bajar û welatan, gotinên nêzîkî hev û jihevnederxistina wateyan, tevlihevkirina zimanê civakî û xwecihî di nava zimanê fermî û standard de, bikaranîna şaş a peyvan û bêxemî, têne dîtin.
Çareserkirin û pêşxistina zimên pêwistîya wê bi biriyarine sîyasî û giştîyane heye, lê ji ber rewşa giştî ya kurdan û nedewletbûn û nebûna statûyeka yekgirtî, herî kêm gerek e di warê zimên de karine hevbeş ji bo kêmkirina wan şaşîtîyan peyda bibin.
Li vir jî hin pirs derdikevin holê:
-Gelo zimanê kurdî (Zaravayê Kurmancî), weke tê xwestin, tê bikaranîn?
-Pişt bi ferhenga kurmancîyê tê girêdan?
-Lêveger li ferhenga kurmancîyê tê kirin?
-Tinazok ta çi radeyê di nivîsandinê de têne bikaranîn?
-Çi rêgirî ji bo wan tinazokan heye?
-Ta çi radeyê pabendî bi rêzimana kurmancîyê tê kirin?
-Kî berpirs e?
-Û Çareserî çi ye?
Tev li ku ev çend salên borî baş lêkolîn û pirtûkên girêdayî rêziman û rênivîsînê hatine çapkirin û ji berê hêsantir tê peydakirin, lê hîn jî gellek şaşî di nivîsa kurdî de berbelav e.
Em dikarin li vir hin mijarên, ku di rahigandinê de hatine dîtin, gengeşe bikin û şaşîtî û rastîyê bidine şirovekirin.
1-TEWANG Û ERGETÎV
- Kî wan girt?
Ev sê peyv in, her sê jî şaş hatine bikaranîn, gerek weha be “Kê ew girtin?”
- Balafirên Hevpeymanîya Navdewletî gundek armanc kirin, li vir ji bo ergatîvê “kar” li “bireser”ê vedigere ne li “kirde”yê, gerek em bibêjin: “armanc kir”.
- Me birin Mûsilê, pişt re me birin Reqqayê.
Li vir, ji ber şaşîtî û çewtîya risteyê, wate jî nezelal e yan jî şaş tê dan, gelo kê kî birîye? Gerek em bibêjin “Wan Em birin Mûsilê, pişt re wan em birin Reqqayê”.
- Te min dîtî li hewzê gulan.
Rastîya wê weha ye “Te ez dîtim li hewzê gulan”.
2-KAR
Gellek caran hin kar bi şêweyekî şaş têne bikaranîn û nivîsandin mîna Danpêdankirin, vexwendinkirin, rêxistinkirin, ev kar bi xwe karek tê de heye, ango pêwîst nake “KIRIN” lê were zêdekirin, an ku ev gotin bixwe jî di hevokê de şaş têne darişandin (Danpêdan, vexwendin, rêxistin). Weke mînak:
“Destûra Sûrîyayê danpêdanê bi mafê kurdan nake”.
Rastîya wê jî weha ye “Destûra Sûrîayyê dan bi mafê kurdan nade”.
- “Em we vexwendî dikin salvegera yekemîn ya damezrandina Yekîtîyê”.
Rastîya wê jî weha ye “Em we vedixwînin yekemîn salvegera damezirandina Yekîtîyê”.
- “Komeleyên Civaka Sivîl civînek birêxistin kirin”.
Rastîya wê jî weha ye “Komeleyên Civaka Sivîl civînek bi rê xist”.
3-KAR DI RISTEYÊ
Di zimanê kurdî de, bi giştî, gerek kar di dawîya risteyê de be, û bi kar wate bi tevahî tê dan û têgihiştin, weke mînak:
- Alîyên sîyasî dicivin ji bo gengeşeyê. Rastiya wê: “Aliyên siyasî ji bo gengeşeyê dicivin”.
4-PEYV Û ZARWAZÊN BÎYANÎ
Gellek caran, peyva ku pêwist dibe, di zaravayê me de nayê dîtin, an em xwe nawestînin ji bo lêgerînê, îcar hema yekser peyva bîyanî bikar tînin, em dikarin li navçeyine din an di zaraveyine din di pirsa wê peyvê bikin, helbet wê bê dîtin, heger peyvek bi yekcarî tune be em dikarin peyva ingilîzî bikar bînin dê baştir be ku yek peyva tirkî û yek peyva erebî yan farisî bikar bîne, weke mînak:
- Qetilkirin – Kuştin
- Tedawîkirin -Dermankirin
- Perlemanto – Perleman yan Perlemant
- Bi minasebeta – Bi helkefta
- Bi sebeba – Bi sedema
- Muxalefet – Dijberî, Opozisyon, Rikberî
- Meclis- Encûmen
- Îşaret – Nîşan
- Di encama teqînê de pênc kes birîndar ketin – Di encama teqînê de pênc kes birîndar bûn
5-NAVÊN KESAN
Hin nerîn hene dibêjin gerek navê bîyanî weke di zimanê xwe yê resen de heye, were nivîsandin, lê di wê demê de ew tîp wê weke di kurdî de werin bilêvkirin û dê bilêvkirina wî navî were guherîn, nexwe eger ew nav bi çînî be dê çawa were nivîsandin û bilêvkirin eger weke xwe bimîne, ji ber wê jî tenê ji bo latînî ev yek pêkan e. lew re li gorî nêrîna min gerek weke bilêvkirina resen bi nivîsandina kurdî were nivîsandin, weke mînak:
- Macron = Makron
- Washington =Waşinton
- Balyozê nû yê Amerîkayê li Iraqê Matthew H. Tueller = Balyozê nû yê Amerîkayê li Iraqê Masiyo H. Tueler
- Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas = Wezîrê Derve yê Almanyayê Heyko Mas
- Serokê Çînê 習近平 = Serokê Çînê Şî Cîn Pîng
- Serokê Rûsiyê Влади́мир Пу́тин = Serokê Rûsiyê Vilademîr Pûtîn
6-GOTINÊN NÊZÎKÎ HEV Û JIHEVDERXISTINA WATEYAN
- Ji ber şer û pevçûnan 5 kes mirin = Ji ber şer û pevçûnan 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
- Lihevkirin, lihevhatin, rêkeftin (Nêzîkî hev in, gerek wateya wan ji hev were derxistin), mînak Erbîl û Bexdadê li hev kirin, Erbîl û Bexdad li hev hatin.
- Hişyarkirin (Ez rojane birayê xwe hişyar dikim), hişyardan (Emerîka hişyarî da Turkiyê), hişiyarbûn (Ez rojane zû hişyar dibim)
- Penaber, koçber, derbider, penaxwaz (Yên ji ber şer li welatekî din dimînin; Penaber in, yên li navçeyeke din di heman welatî de dimînin; Derbider in, yên derdikevin; Koçber in, yên hîn rewşa wan nediyar e; Penaxwaz in).
- Dûrketin, Dûrxistin (Rênas xwe ji kar dûr xistiye. Rênas ji kar hatiye dûrxistin).
- Girtî, revandî, dîl.
- Pêşeroj û paşeroj.
7-TEVLÎKIRINA ZIMANÊ CIVAKÎ Û XWECIHÎ DI NAVA YÊ STANDARDÊ DE
Tevî ku rojane em gellek gotinan bikar tînin, lê nayê wateyê ku ew gotin fermî û standard in, gerek ji bo vê mijarê em hewl bidin peyvên xwe yên xwecihî bidin alî û peyvên fermî û guncaw bikar bînin, weke mînak:
- Çîko, gênde, ewnakê, wanakê = Ew, wî
- Çîko soz da me = Wî soz da me
- Tişt mişt
- Em partîkeka xwedî rol in = Partiyeke
- Ez divêm = Min divê
8-BIKARANÎNA ŞAŞ A PEYVAN
- Ark = Erk
- Bakûr = Bakur
- Berêz = Birêz
- Paspor = Pispor, şareza
- Girîz – kirîz, qeyran
Ji bilî van mînakên jorîn, bi dehan mînakên din jî hene rojana derbas dibin û gellek ji wan hin bi hin cih jî digrin, gerek berdewam veger li ferhengan were kirin. Her dem û demekê xwepêşxistin û nirxandin û vekirina xulên ziman ji bo ragihîneran werin encamdan, parzûngên zimên li dezgehên ragihandinê hebin, û herî kêm jî karên hevbeş di navbera dezgehên ragihandinê de werin encamdan.
TÊBÎNÎ: Gellek mijarên vê gotarê, tenê nerîn û bîrûbûçûnên min in, ez nabêjim ew sedî sed yên rast in. Lê hewildanek bo rêlibervegirina rexne û nirxandê ye.