
“Bajar bûye mîna daristanekê, ta ku ew gur û rovî tê de tev bigerin, ti cihê Kurdan lê tune ye” bi van gotinan “Bavê Şiyar” (60 salî) rewşa heyî li Serê Kanîyê şirove dike, ji piştî ku ew ji alîyê “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ve, ku Tirkîyê piştevanîya wê dike, hate binçav kirin û rastî îşkenceyê hat, û her wiha çekdarên wê dest danîne ser mal û milkên wî li bajar.
Penaberên Serê Kanîyê, ku niha ew û malbata xwe li Qamişloyê bi cih bûne, bi rêya telefonê bi cîranekî xwe re, ji yên ku vegerîyane Serê Kanîyê daixive û pirsa rewşa bajar jê dike, lê cîranê wî jê venaşêre ku çekdarên “Artêşa Niştîmanî” di pirranîya malên xelkê, û ji nav wan mala wî jî rûniştine, û çi kesê ku vedigere mala xwe, nexasim ji Kurdan, ji alîyê wan ve tê binçavkirin, an jî wî diqewitînin.
Çend Kêlîkan bê deng dimîne, çayeka giran vedixwe, û çixareyê pê re dikşîne û dibêje: “Ta niha tenê pîrejineka ereb û kurê wê vegerîyane kolana me ya taxa Zorava, û ew jî li wir di nava tirsê de dijîn, û min ji wan bihîst ku çekdarekî girûpa (Sultan Murad) ji destpêka meha çûyî ve, dest danîye ser mala min, ew û malbata xwe tê de rûniştine, her wiha wan nehiştin ku cîrana me derbasî mala min bibe û lê binêre, bo ku me dilnîya bike”.
Di qermîçokên rûyê “Bavê Şiyar” de çîrokên kedeka dûdirêj bi qwasî temenê wî hatine ristin, ku wî bi xwêdana enîya xwe ew mal berî 35 salan kevir bi kevir ava kir, lê niha ne tenê mal û milkên wî ji dest çûn, lê belê bîranînên wî û malbata wî jî hatin dizîn û dagîrkirin, û bi keser dibêje:
“Ta bi elboma wêneyên me nedan cîrana me, û jê re gotin (ev mal tev tiştên tê de ji me re ye), her wiha di nîvê meha çûyî de, cîraneka me ya Kurd (55 salî) vegerîya ku mala xwe bibîne, lê çekdaran dest danîbûn ser mala wê jî, û ji devê derî wê qewitandin, ev in encamên êrîşa Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê, ku digotin em ê navçeyeka ewle dabîn bikin. Lê ka ewlehî? Deverên ku wan dagîr kirine bûne daristan”.
Di 9ê cotmeha 2019an de, Tirkîyê û grûpên “Artêşa Niştîmanî” ya Sûrî, yên girêdayî Tirkîyê, êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûrîyê kirin, û bi firokeyên şer û tank û topan deverên sivîlan topbaran kirin. Di encamê de, deverên ji Serê Kanîyê ta bi Girê Spî, bi dirêjahîya 120k.m dagîr kirin, ji piştî şerên dijwar. Li gor Neteweyên Yekbûyî, ji encama êrîşa Tirkîyê zêdetir ji /200/ hezar kesî ji deverên di navbera Serê Kanîyê û Girê Spî de koçber bûn. Her wiha rêxistinên mafê mirovan yên navdewletî jî teqez dikin ku Tirkîyê û çekdarên ku piştevaniya wan dike li Serê Kanîyê û Girê Spî zêdegavîyan dermafê sivîlan dikin, û dest datînin ser mal û milkên wan.
Piştî dagîrkirina Serê Kanîyê, “Bavê Şiyar” biryar da ku vegere bajar da ku rewşa mala xwe û dikanên xwe yên bazirganiyê nas bike, lê dema ku gihişt bajar dît ku dikanên wî tev hatine dizîn, her wiha berî ku derbasî mala xwe bibe, ew ji alîyê çekdarên grûpa (Sultan Murad) ve hat binçav kirin û rastî îşkenceyê hat, çi ku wêneyekî (Mesûdê Barzanî) ku yek ji Serokên Kurdan e, li sînga mala wî daliqandî bû, li bara vê yekê ji bavê Şiyar dibêje:
“Ez di 5ê mijdara 2019an de çûm Serê Kanîyê, nava bajar tije çekdar bûn, di malên xelkê de rûniştibûn, ji piştî ku mal û dikanên bajar bi tevahî dizîbûn, û hîn ti kes venegerîya bûn kolana me, derîyên malan tev vekirî bûn, û li ser dîwarê mala min hatibû nivîsandin (Sultan Murad), çekdarên wê grûpê nehiştin ez derbasî malê bibim, bi ser de jî min girtin û birin zindana taxa Zorava, ya ku navê navenda (Polîsê Leşkerî) lê kiribûn”.

Di lêpirsînê de, tawana Bavê Şiyar ew bû, ku ew alîgirê Rêveberîya Xweser e. Çekdaran jê re gotin ku wan wêneyê Ebdela Ocelan (Apo) di mala wî de dîtine, û jê bawer nekirin, an ku nexwestin bawer bikin, ku ew wêne yê (Mesûdê Barzanî) ye, û bi wê sedemê Bavê Şiyar (5) rojan hat îşkence kirin.
Bavê Şiyar ku tayên spî di nav porê wî de tije bûne, sitemkarîya ku lê bûye ji bîr nake, û dibêje: “Rojane derdora 4 demjimêran min îşkence dikirin, ez nema karîbûm li ser lingê xwe bisekinim û min çi ji wan re digot bawer nedikirin. Piştî (5) rojan cîraneka me ya ereb vegerîya mala xwe li kolanê, û wê ji wan re sûnd xwar ku wêneyê di mala min de hatibû dîtin, ne yê (Apo) yê, û kurê wê jî hat navenda (Polîsê Leşkerî) û ev yek ji wan re piştrast kir, vêca min serbest berdan, lê bilêta nasnameya min ya kesayetî nedan min”.
Ji encama lêdanê û îşkencekirinê, Bavê Şiyar nikarîbû ku bi hêsanî li ser lingê xwe bimeşe, her wiha bêyî bilêta nasnameya kesayetî nikarîbû ku ji bajar derkeve, bo ku xwe derman bike, ji lew re wî berê xwe da navenda (Polîsê leşkerî), û daxwaza bilêta nasnameya xwe ya kesayetî ji wan kir, lê wî nizanîbû ku dê wî careke din binçav bikin.
Boçika çixareya xwe di arîdankê de vedimirîne û berdewam dike: “Cara yekem, dema ku min serbest berdan, ji min re gotin (sibe vegere bo ku tu bilêta xwe ya nasnameya kesayetî werbigre), lê dema ez çûm ba wan, min careke din binçav kirin, bê ku ez zanibim tawana min çi ye, û bê ku min îşkence bikin, û dîsan li heman cihî, min (6) rojan hiştin, bi duvre min veguhestin Dadgeha Leşkerî û li wir min serbest berdan, piştî ku bilêta nasnameya min ya kesayetî radestî min kirin”.
Piştî serbesberdana wî ji zindanên “Artêşa Niştîmanî”, Bavê Şiyar çû mala xwe, lê dît ku tiştek li ser tiştekî di wê malê de nema ye, vêca biryar da ku li bajar nemîne, û di li barê dibêje: “Min mala xwe nas nekir, an ku bi gotineka din, mala min a xweşik li ber çavên min reş bû, ji ber ku çi tiştê tê de hêja be dizîbûn, û tiştên ku ne dizîbûn jî şikandibûn û xera kiribûn, ez ji malê derketim, û bajar bi tevahî wiha bû, %5 ji xelkê venegerîya bûn, û yên vegerîya bûn jî tev kal û pîr bûn, çi ku derfet û mercên jîyanê nebûn, ji lew re min pişta xwe da mala xwe û bajarê xwe, tev ku bo min buhişt bûn. Di piştre destê xwe danîn ser mala min jî û tê de rûniştin”.
Bavê Şiyar û hevjîna xwe li gel zarokên xwe niha li Qamişloyê bi cih bûne, û ta niha hîn jî lingê xwe ji bandora lêdanê û îşkenceyê derman dike, her wiha hêvîya wî her ew e, ku dagîrker ji Serê Kanîyê û ji mala wî derkevin, û rojên reş li ser koçberên bajar hilên, û ji nû ve vegerin bajarê xwe ava bikin.
Têbînî: Kesê bi navê “Bavê Şiyar”, xwest vî navî li şûna navê xwe yê rasteqîne di vê çîrokê de, ji ber sedemine ewlekarî, bikar bîne.