
Kesên di nav rêxistinên civaka sivîl de li Cezîrê, bawer nedikirin ku rojek were ew tê de karê alîkarîya mirovî ji bo koçberan bikin, wan ev bar ne yê xwe didît, ji ber ku ew di bername û armancên xwe de, li ser bingeha avakirina civakeka sivîl hatibûn damezirandin, pirranîya wan guh didan mijarên demokasî û hevjîyanê û çawanîya beşdarîya pêkhate û beşên civakê di nav çalakî û dezgehan de, armanca wan geşepêdaneka giştî bû, ku heta astekê mafên mirov parastî bin, aborîyeka aram û xwegirtî ji kesan re peyda bibe û bîrewerîya bi têgihên aştî, azadî, dadmendî û hevjîyana şaristanî bibe çanda civaka rengereng, da ku li dawîyê çi dewlet be çi civak û rêvberîyeka xwecihî be bikaribe hemû xelkên xwe hembêz bike, bê ku cudahîyê li ser bingehên olî, neteweyî, zayendî û ciyewazîyên din bixe navbera beşekî û yê din.

Di cotmeha borî de, tiştê ku hesab jê re nebûbû qewimî, dema êrîşên Tirkîyê roj bi roj gurtir dibûn, civaka navdewletî bi rêya rêkeftin û bazarên sîyasî, hêdî hêdî rê ji bo derbasbûna artêşa Tirkîyê û komên çekdar yên girêdayî wê hêsan dikir, lê dîroka nêzîk a hêzên êrîşkar li Efrînê û deverên din ên bakurê Sûrîyê, dîmaneka tarî ji rojên pêş re dida ber çavên xelkên herêmê, armanckirin di rojên pêşîn tevlihev bûn, lê piştî her du rêkeftinên agirbestê ya Amerîkî- Tirkî û ya Rûsî – Tirkî, agirê cengê li herêma di navbera Serê Kanîyê û Girê Spî de gur dibû, pê re pêlên koçberan ji deverên dagîrkirî ber bi bajarên din ve herikîn, nemaze her du bajarên Hesekê û Qamişloyê.
Di heman demê de, rêxistinên sivîl ên navdewletî bi behaneya rewşa metirsîdar xwe dane alî û ji herêmê derketin, û tevî ku barê alîkarîya koçberan erkê rêxistinên mirovî yên penaberan bû, lê dema bobelata vê cengê bû bela serê civaka zîyanlêbûyî û xelkên ji ber êrîşan reviyayî, rêxistinên civaka sivîl ên xwecihî stûbarîya hawarçûyîna mirovî û alîkarîya koçberan hilgirtin.
Li derbasgeha bajarê Hesekê, li hola Reşo ya ku berê cihê şahî û dawetan bû, rêxistinên civaka sivîl yên bajarê Hesekê civîyan, pêşwazîya koçberên Serê Kanîyê û gundewarê wê barê xwe dîtin, karînên wan rêxistinan pirr lawaz bûn, wan eşkere ragihand ku pêdivî û pêwistîyên têne xwestin bi gellekî ji karînên wan bêhtir in.
Di rojên pêşî yên êrîşan de, li bajarê Hesekê bi tenê heft dibistan hatibûn amadekirin bi pêdiviyên sereke weke ronîya eliktrîkê, ava vexwarinê û hin sfinc û betanîyan. Koçberên li hola Reşo dihatin pêşwazîkirin, piştî nirxandineka lezgîn ji rewşa wan re, berê wan dikete dibistanên ku bi rêveberîya ofîsa karûbarên rêxistinên mirovî ya Rêveberîya Xweser hatibûn destnîşankirin, lê piştî derbasbûna mehekê ji hatina pêlên pêşîn ên koçberan hejmara dibistanên ku ji bo pêşwazîya wan hatibûn terxankirin, bi tenê li bajarê Hesekê gihişte nêzî 70 dibistanî.
Li bajarê Qamişloyê jî, rêxistinên civaka sivîl li ber stûbarîyên giran û nebûna jêderan, berê xwe dane civakê ku alîkarî ji taxan û ji bazarê digihandin koçberan, tev hin budceyên wan yên berê taybet bi çalakîyan bûn. Bêguman di rewşeka wiha aloz û zehmet de, dê hin kêmasî jî derbas bin, lê tiştê zelal hate xuyakirin ku endamên xwebexş ên van komele û rêxistinan hewl didan ku bi her awayî azarkêşîya koçberan kêm bikin, hin ji wan rêxistinan navendên xwe dane malbatên koçber da ku li wan bicih bibin, wilo li bajarên din jî ev kar bi rê ve diçû û destpêşxerîyên din jî ji alîyê kes, malbat, bazirgan, rêxistinên sîyasî û mafxwazî ve xuya dikirin, heta bi hin malbat û êlan jî amadebûna xwe dane xuyakirin ji bo pêşwazîya koçberan, ew eşîrên ku li gorî pîvanên vê demê têne dîtin ku rengên civakî yên berî şaristaniyê û avakirina dewletan dinimûnin.
Bêguman, biryara rêxistin û desteyên Neteweyên Yekgirtî girêdayî sîyaseta navdewletî û berjewendîyên dewletên bibandor e, tev rola fişarên Tirkîyê ya hişt ew rêxistin sînorekî ji çiqasî û cureya bersivdayîna xwe re deynin, û li gorî raporteka bîroya karûbarên mirovî ya Rêveberîya Xweser di meha mijdara borî de li derîyê sînorî yê Tel Koçerê, hejmara barkêşên alîkarîyên mirovî, yên hatibûn terxankirin ji bo derbas bibin, sifir bû, her weha, desteyên Neteweyên Yekgirtî pabendî bi giştîbiryara parêzgarê Hesekê kirin ku tê de dibêje divê ti alîkarî nebe ji bo kampên koçberên Serê Kanîyê û Girê Spî.
Vê alozîyê hişt ku nirxên mirovî li ba rêxistinên navdewletî bikevin ber ezmûneka cidî, û eger li ser asta fermî rêxistinên xwecihî bang li yên navdewletî dikirin ji bo bi erkê xwe rabin, lê li kolanê û li nav koçberan, tim ew pirs hebû, gelo kanî mirovatîya ku dinya pê bang dike?
Lê eger em werin milê nirxên civakî û pîvanên niştimanî, em ê yekser bibêjin ku di demên bobelat û cengan de, ti kes û ti alî li bende bang û daxuyanî û biryaran namîne heya ku ber bi rewşeka amadebaşîyê ve here yan bi hawara kesekî zîyanlêbûyî ve biçe, nemaze eger civak çend salan di nav azarkêşîya cengê de mabe, ji ber vê yekê komele û rêxistinên xwecihî ku bi navê rêxisinên civaka sivîl dihatin naskirin, berê xwe dan alîkarîya koçberan.
Helbet, ev rewşa tal ku ev komele û rêxistin neçar kirin ku vî barî hilgirin, dihêle ezmûneka wan di vî warî de çêbibe. Bi nerîna min xalên herî giring di encama vê mijarê de ew in ku divê em bi rêxistin û civaka xwe bawer bin, çimkî van komeleyan di dema bobelatê de, xwe ne wek xêrxwaz û alîkar didît, lê belê xwe beşek ji civaka êşîyayî didît, û tevî giringîya têkildarîya bi rêxistin û civaka navdewletî re, lê divê toreyeka têkilîyên nava civakê jî li ba van rêxistinan were sazkirin, ji bazirgan û penaberên li derveyî welat û rêxistinên mirovî yên Kurdistana Iraqê heta bi sazîyên çandî û sîyasî jî dikarin di demên teng de di meydana kêmkirina azarkêşîyê de beşdar bin.