Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
SÛRÎYA Û ROJAVA – Kovara Şar
wêne: AFP

Li seranserê cîhanê û li nav hemû dewlet û civakan, ku hat û ceng qewimî sê cureyên wê bi giştî hene:

1-Cenga ku dewletek (yan miletek) li dijî dewleteka din ragihîne

2-Cenga ku miletek li dijî zordar (yan zordarên) xwe weke şoreş biteqîne

3-Cenga ku milet xwe bi xwe bi hev bikeve û ji hev bikuje û her kesek xwe li xelk û xwedîyên xwe yên nêzîk (bi nijad yan bi olê) bigire û hewl bide ku yên din dûr bixe yan qir bike.

Şoreşa Sûrîyayê, ku bû şerekê navxweyî û paşê bû qeyraneka navnetewî, bandora xwe li hemû biwarên jîyana xelkên xwe û ya xelkên dewletên hawîrdor jî kir.

Ev serê heftê salên borî, rewşa Sûrîyayê bi giştî wek nexweşîya penceşêrê ya ku pizîşk li nexweşê xwe veşêre lê ku heft sed salên din jî bihata veşartin ew nexweşî bê çavdêrî û dermandayîn rehet nedibû û nabe. Hemû êşên nijadperistî û olperistî û mezhebperistî û xweperistîyê di nava vî miletî de dikelîyan, berpirsyar û hikûmetên peyapey çav jê digirtin lê ne veşartin û ne jî berjêguhertin dikarî van êşan derman bike.

Reşbextane bû ku ji roja serxwebûna Sûrîyayê ve (1946), hikûmetên tundrew kar û barên wê bi rê ve dibirin, bi taybetî ew fermandar û sîyasetvanên ku diruşmên wan ji derveyî xeleka erebtî û islamtîyê dernediketin û hişmendîya wan qet qebûl nedikir ku hemwelatîyekê sûrî ne ereb û ne misilman hebe. Di encamê de, ev cîyawazî û newekhevî û bêdadî roj bi roj cî girt û xelkên Sûrîyayê yên ne ereb yan ne misilman wan jî xwe li hev girt da ku wê kêmîneya xwe ji bişaftinê biparêzin.

Derdên zordestîya sîyasî, newekhevîya qanûnî, cîyawazîya civakî, paşketina zanistî, durûtîya wêjeyî û rewşenbîrî tev li hêvîya roja 15ê adara 2011ê bûn ku ji paş perdeyê derkevin û xwe heşkere bikin.

Bi rastî, ev qeyran ne sedema xerabîyê ye lê bandora wê tenê ew bû ku ava vê gola sekinî tevda û her kesî bi serbestî ya xwe got û ji dunyayê re dîyar bû ku ev welat nexweş e û ev civak ne “lateka hevgirtî” bû wek ku ragihandina fermî ya rêjîmê şev û roj pê diqîriya û dubare dikir lê tenê kirasekê pînekirî ye.

Di civaka Sûrîyayê de, ji mêj ve birrek duyetî hebûn û hîn hene:

-Di warê ol û ayînê de: Misilman û ne misilman (xiristyan, cihû, êzîdî û bêol…).

-Di warê reh û nijadê de: Ereb û ne ereb (kurd, asûr, siryan, ermen û çerkes…).

-Di warê hêz û desthilatê de: Çîna desthilatdar (serok û hikûmet) û çîna bindest ku pirranîya milet e.

-Di warê pêşketin û şaristanîtîyê de: Çîna bajarîyan (nemaze yên Şam û Helebê weke metropol) û çîna bajarok û dever û gundewarên paşguhxistî (bajarên piçûk û gundên bê av û kehreba).

Bi rastî, zîyana herî giran ku ji cenga Sûrîyayê gihaşte gîyanê netewî ew qelşa ku di navbera misilmanên “sunna”  û yên din (bi taybetî kesên elewî) de çêbû. Vê qelşê golên xwînê di nav her du mezheban de herikandin û heger di vî halî de dewlet biherife ew golên xwînê dê bibine çem û derya lewra hebûna dewletê pirr giring e ne tenê di çavên kesên sûrî yên hişmend de lê di çavên hemû dewletên hawîrdor û yên gewre de.

Li bara têkilîya kurd û ereb, tu şerê navxweyî di navbera wan de neqewimî û îroroj piştî evqas sal li Rêveberîya Xweser buhirîn nav her du miletan xweştir bûye ji ber ku nêzîkayîyê rê da hevnaskirineka rast û dirust dûrî bandora hikûmeta regezperist ku ew li hev sor dikirin.

Kurd û suryan û ereban fêm kir ku çarenivîs yek e û ku êrîşên ji paş sînor dixwaze wan hemûyan vegerîne bindest û ji xwe re bike kole û xizmetçî lewra ew dest bi dest li hember radibin.

Sûrîya îroroj hewcedarê peymaneka nû ye, peymana hemwelatîya rastîn ku hemû kes (misilman û ne misilman, ereb û ne ereb) li pêş qanûnê wek hev bin.

Bi nêrîna min, ev qeyran ber bi dawîya xwe ve diçe lê ji bo ku dîs dubare nebe yek rê li pêş xelkên Sûrîyayê heye:

Berîdana li hindir û lidarxistina hevaxaftineka navxweyî gelêrî di nav hemû kesên sûrî de dûrî destwerdan û bandora derveyî û kar ji bo danîna destûreka nû ku mafê hemû kesî (çi kes çi kom) biparêze.

Dunya bi pêş ve diçe û ev şerên nijadperestî û êlî û olî bûne bîranînên dîrokê û heger her kesek yan miletek xwe di ser hevalên xwe re bigire û bibîne û termên bav û bapîran ji goristanan derxin û xwe pê paye bikin ji xwe tu carî ew li hev nakin lê ya rast ew e ku ev milet hevjiyanê qebûl bike li gel ku mafê her kesî yê ziman û rewişt û serbestîya gotin û kirinê parastî be.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170