
Di rojên êrîşa artêşa Tirkîyayê û grûbên çekdar ên dijberîya Sûrîyê yên girêdayî wê li ser bajarê Serê Kanîyê de, nexweşxaneya Roj dorpêçkirî mabû û gellek birîndar û tîmek bijîşkî jî di hundirê wê de asê mabûn.
Di roja 9ê cotmehê de, birîndarê ling Miho(1) yê 40 salî di nexweşxaneyê de birîna xwe derman dikir.
Di wê rojê de jî, êrîşê dest pê kiribû û rêya derketina ji nexweşxaneyê hatibû girtin.
Miho bêhtirî heftîyekê bi tîmeka bijîşkan û gellek birîndaran re di hundirê nexweşxaneya dorpêşkirî de mabûn, ew bixwe ji gundewarên bajarê Serê Kanîyê ye, di topbaranekê de Miho birîndar bûbû û berê xwe dabû nexweşxaneya Roj a Serê Kanîyê û li wir mabû.
Li Dora Nexweşxanê Şer Giran Bûbû
Di roja 9ê cotmehê de, ji saet çarê pişt nîvro ve, topbaranê dest pê kiribû, liv û tevgera xelkên bajêr ne asayî bû, di kolanana de, tîtetîta tirimbêlan û hewarehewara xelkê bû.
Miho dibêje “Tîma bijîşkan jî ketibûn amadekarîyeka bilez û hemû nexweş û kes û karmendên wan ên ku dikarîbûn ji nexweşxaneyê derkevin çûn, bi tenê yên gellekî hewcedarên îlac û dermanan mabûn, bi giştî yên birîndar mabûn, lê nexweş çûbûn”.
Piştî kêlîkekê birîndarên topbarana destpêkê gihaştibûn nexweşxaneyê, di nava vê rewşê de Miho dibêje “Min nikarîbû tu alîkarî bi xelkên birîndar re bikira”.
Şevek derbas dibû û şerê bajêr gûrtir dibû, ji her derê bajêr dengê şer dikete guhê Miho.
Miho dibêje “Min nas kir ku bajar tev ketîye nava şer de û pirranîya xelkê derdiketin derveyî bajar”.
Çar rojên pêşî yên destpêka êrîşê, bijîşkan bi derman û tiştên ku di hundirê nexweşxaneyê de peyda dibûn birîndar derman dikirin, lê piştre rewş zehmet bû.
Her kêlîkek derbas dibû birîndarjî di hundirê nexweşxaneyê de pirr dibûn, û tîma bijîşkan jî xebata xwe bi şev û rojê berdewam dikirin.
Miho dibêje “Di hundirê nexweşxaneyê de, ji bilî rengê sor ê xwînê nemabû, li her odeyekê xwîn hebû”.
Derman Li Nexweşxanê Nemabû
Di roja pêncan de, şer gihaştbû nêzî nexweşxaneyê û hin ji dîwarên nexweşxaneyê jî hatibû topbarankirin û hilweşîya bû.
Nexweşxaneya Roj hatibû dorpêçkirin, derman û xwarin jî lê kêm bûbû, ava bajar jî di encama topbarananê de hatibû sekinandin, rewşa hundirê nexweşxaneyê pirr zor û zehmet bûbû.
Gellek birîndar ji kêmhebûna alavan û bijîşkên pispor jîyana xwe ji dest dan, gellek jî pêdivî hebû ku derkevin derveyî bajar, lê rêya derketinê tune bû û dimirin.
Miho dibêje “Hêvîya min û her kesê ku di hundirê nexweşxaneyê de mabûn bi derketinê kêm bûbû, ji ber top û gulle li nexweşxaneyê bixwe diketin, û gellek birîndar li ber çavên min dimirin”.
Rewşa hundirê nexweşxaneyê di roja şeşan de xerabtir dibû, derman kêmtir dibû û av, kahrebe û xwarin tev nema bûn.
Li ser wê rojê Miho dibêje “Hejmara birîndaran ên dimirin pirrtir bûn, ji ber derman gellekî kêm bû û birînên wê rojê giran bûn”.
Di hundirê nexweşxaneyê de, li ser dirêjahîya şeş rojan tu kesî xew nekiribû, Miho dibêje “Ji derdê xewê re serê min gêj û giran bûbû, tîma bijîşkan jî xew nedikirin û pirr westîya bûn”.
Di şeva şeşan de birîndarên serî û ling û sêngê gellek hatin nexweşxaneyê, hemû birîndar bi hewceyî xwînê bûn. “bijîşkan ling û destên hin birîndaran jêdikirin; da derfeta jîyanê ji wan re peyda bikin, lê hema karîna tîma bijîşkan jî nema têrê dikir û rewşeka tiracîdî li nexweşxaneyê peyda bû ji ber xwîn nemabû”.
Di sibeha roja heftan de, her tişt nemabû, Miho dibêje” Min wê sibehê di rêya çûna serşokê de dît ku di dermanxaneya nexweşxaneyê de çend derzî û şûşeyeka derman bitenê mabû, ew şûşe dermanê çi bû jî ez nizanim, hema piştre dengê bijîşkekî jî hat guhê min digot: Şûşeyek derman bitenê maye û eger nemîne wê gellekî zirar li birîndaran bibe, dibe ku ew şûşê dermanê paqijkirina birînan bû”.
Li derveyî nexweşxaneyê êrîşkeran dixwestin dest deynin ser nexweşxaneyê û şerekî dijwar li dar bû, ji dengê gulleyan û topan nema dengên bijîşk û birîndaran diçû hevûdin.
Di nava tîma bijîşkan de, jin jî hebûn, tirsek mezin di roja heftan de ket dilê wan jinan û hin ji wan digirîyan.
Miho dibêje “Hêvî û omîdên jîyanê û derketina ji derveyî nexweşxaneyê di dilê tu kesî de nemabûn, bêhêvtî di awirên çavên hemû birîndar û bijîşkan de xuya dibû, her topek li dîwarê nexweşxaneyê diket an li hawêrdora wê diket hêvî kêmtir dibûn.
Roja Dawî
Sibeha roja 17ê cotmehê, nûçeya agirbestê gihaşte nexweşxaneyê, di nûçeyê de Amerîka û Tirkîyayê li hev kiribûn ku 150 saet agirbest çêbibe; da sivîl û birîndar bikaribin bi rehetî ji bajarê Serê Kanîyê derkevin.
Miho dibêje “Piştî çend saetan ji agirbestê derbas bûn jî hîn şer nesekinîbû û dengê çekên giran di hundirê guhên me de qut nebû”.
Piştî nîvrojê têmek a Heyva Sor a Kurd dikarîbû derbasî bajêr bibe û birîndaran veguhezîne.
Dema otombîla Heyva Sor a Kurd gihaşte nexweşxaneyê, bi dehan birîndar lê hebûn, her wiha li gorî Miho bêhtirî deh laşî yên kesên ku jîyana xwe ji dest dabûn jî hebûn, û gellek di wan heft rojan de, di bin avahîyên hilweşandî de mabûn, lê ew laş nehatin derxistin; ji ber dema agirbestê kurt bû û tenê birîndar û termên li nexweşxanê hatin veguhestin.
Miho û birîndarên li nexweşxaneyê bi otombîla Heyva Sor a Kurd hatin veguhestin bo bajarê Hesekê.
Miho dibêje “Temenekî nû ji me re hat nivîsandin, me ti carî bawer nedikir ku em ê bisaxî ji wê çemberê derkevin”.
Nexweşxana Roj
Di êrîşa 7ê mijdara sala 2012an de, nexweşxaneya Roj a Serê Kanîyê ji alîyê grûpên çekdar ên dijberîya Sûrîyayê û hêzên radîkal ve hatibû armencgirtin û zîyan gihaştibû beşek ji nexweşxaneyê û alavên wê bi giştî hatibûn dizîn.
Di êrîşa dawîyê de, ya 9ê cotmeha sala 2019an, careke din heman grûpên çekdar, lê vê carê bi artêşa Tirkîyê re û li pêş çavê dinayê êrîşî nexweşxaneya Roj kirin û bajar talan kirin.
- Ew kesê birîndar ê ku di nexweşxaneyê de mabû, ji ber hin sedemên taybet, xwest bi navê “Miho” biaxive.