WÊNEYÊN SERÊ KANÎYÊ

BI HEZAR GOTIN Û HEZAR ÊŞ Û ZARAN DAGIRTÎ YE

Di têgihên ragihandinê de dibêjin (Her wêneyek bi qasî hezar gotinî ye).

Di Serê Kanîyê de tenê çend wêneyan dikarîbûn, ne tenê şûna gotinan, lê şûna hezarê êş û azaran bigrin.

Êş mîna morîkên rengerengo belawelayî xelkê ne. Dema şer dest pê kir xwedawendan rahişte êş û derdan û bi wekhevîyeka bêhempa mîna barana zivistanî barande ser bajar û gundan, lê Serê Kanîyê tava herî mezin hilgirte xwe. Erê, kanî wisa ne, jêderên her tiştî ne û Serê Kanîyê jî jêdera serhildan, berxwedan, êş û azaran e.

“Şervanao” nivişta berxwedanê

“Şervanao” ew e yê ku sînga xwe da ber gulleya pêşîn, ew e yê bi xwîna xwe li ser dîwarên Serê Kanîyê sirûda azadîyê nivîst, ew e yê di bajêr de xwe asê girt da qene hovên serdemê bajarên me gemar nekin, loma sirûda xwe bi ser rûyê bajêr de barand. 

“Şervano” ne şikest, şervano hîn û hîn li sikak, kolan û xendeka ye, ew dê rojekê derkeve û tîpên sirûda xwe, sirûda me berhev bike.

Di wan rojên herî dijwar de, dema şer li seranserî sînorê Rojava vêketbû ji Serê Kanîyê hetanî bi Dêrikê, li Qamişlokê ez şahidê jineka Kurd bûm, min wêne û vîdiyo jê re kişand; Jineka 50î salî, desmaleka spî ya kurmancî bi serê wê de bû û jîyan ji çavên wê de diçurisî.

“Em êdî nema disekinin, xort û qîzên me şer dikin, em ê êdî li beranberî Erdoxan nema bêdeng bimînin, em ê li ber xwe bidin. Berxwedan jîyan e, berxwedan jîyan e, berxwedan jîyan e”.

Wê jina Kurd te digot qey nivişta berxwedanê bi sînga şervanî ve kiribû, loma dema strana\sirûda şervano belav bû dayîkê kezîya xwe bi qurbanî wî kir.

Sola Hevrîna xweşkok

Dema şer dest pê dike gellek çîrokên xemgîn pê re dertên. mirin ardûyê şeran e, di Serê Kanîyê de jî ardûyê şer xwîna pakrewanan bû, xort û keçên mîna çîçekên buharê bûn.

Li ser dirêjahîya dîroka mirovahîyê, di destpêka şeran de nameyên şer hene, ew jî nasname û rengê êrîşkeran divedin, nameya Tirko û çeteyên peyrewên wan ew kuştina hovane bû. Di vê kuştinê de kujer bi diranine qîç di vîdyoyan de xwe berz dike û nameya hovane radestî me qurbanîyan dike.

Loma di kuştina şehîd Hevrîn Xelef de wêneyên kujerên diranqîç bi girnijîna serkeftineka kûçikane belav bûn, belavkerên wêne û vîdîyoyan ew bi xwe bûn, qene nameyên hovîtîyê radestî me qurbanîyan bikin.

Canê şehîd Hevrîn binaxî vê zemîna zêrîn bû, lê sola wê ya reş î xweşkok di destê dayîkê de ma, di wextê Tirkan xwest bi otombîlê xwe yê leşkerî di ser sînorên me re herin û werin di rêketina rawestîna şer de, xelkên Rojava nameyine dijwar ji wan re şandin, name jî ne gul ne jî bi rengekî tund bû, lê kevir û sol bûn.

Li seranserî sînor xelk li hêvîya Tirko bûn, ew bi keviran barandin, li hin deveran bi tif û solan ew barandin. Li Dêrikê li hinda hêlîna Hevrîna şehîd dayîk li bende Tirko bû, di dest de sola reş a Hevrîna bûk, di çavan de çirûska tolhildanê, ew sola pîroz di rûyê wan de rakir û hovîtîya wan têk bir.

Penaberî, çîrok û bîranîn

Di heyama şeran de bi saya kamîreyan û çavên rojnamegeran em dikarin her tiştî belgekirî bibînin; serkeftin, şer, têkçûn, berxwedan û her weha wêneyên şikestinên xelkê.

Di şerê Serê Kanîyê de şikestina herî mezin di çavên pîrejin û kalemêrên me de diçirusî. Ew in ên ku temenê xwe bi xweşî û xerabî li wî bajarî qedandin, hêvîyên xwe yên biçûk û bîranînên xwe li wan kolan û sikakan hêliştin.

Gellek kes hebûn dixwestin li wê erdê bimînin û bimirin, lê neçar bûn ku bi lingên xwe yê dudilî di rêya benaberîyê de bimeşin. Li bajarê Qamişlokê dema me xelkên xwe yê Serê Kanîyê didîtin me nizanî bi çi çavî ji wan bipirsin bê ka rewşa wan çi ye, me ji çavên wan fedî dikir, ma ne ew bûn yên sînga xwe ji bo me mêvanan vedikir dema em bi wê hêlê de diçûn.

Min rojekê pirs ji pîrejinekê li ser rewşa wan kir, lê dema bersiva min da nedikarî li çavên min binere, di wê kêlîyê de min xweş nas kir bê çiqas dijwar e mirov ji neçarî ji mala xwe derkeve, hevalê min jî digot, me got qey vê carê jî em ê çend rojan derkevin û paşê vegerin, lê mixabin veger nexuyaye.

 

Di serêsalê de, di sersala me ya 2020an de, gellek destpêşxerî ji hêla çalekvan û sazîyên civaka sivîl ve li dar ketin, di wan de Babanuyêl bi dîyarîyan li malên xelkên me yê Serê Kanîyê gerîyan.

Di nav dîyarîyan de lîstok, şekrok û hêvî hebûn lê Serê Kanîyê ne di nav de bû, ew bajar mîna stêrkekê ber bi jor ve çûbû, gelo ez ê bikaribim ji wê pîrejinê re bibêjim (Dayê qurban de rabe, vaye stêrka me xuricî, em dê vegerin Serê Kanîya xwe), gelo wê laşê wê xwe bigre ku neyê xwarê ji bîranîn û birînan berya roja vegerê.

Close