BIHAYÊN BILIND BARÊ ŞÊNÎYAN GIRAN DIKE

Dêya Şîyar, yek ji jinên xebatkar e, li gel heft zarokan -şeş ji wan keç in- ji ber biryara qedexeya çûnûhatinê ya bo xweparastina ji Coronayê, neçar ma li malê bimîne. Bi gavên giran nêzîkî dikana mirîşkan dibû, dixwest mirîşkekê bikrre çi ku mêvanekê wê heye, ew jî ji ber biryara qedexekirinê li çem wan asê maye.

Di Dema serjêkirin û paqijkirina mirîşkê de firoşer bihayê wê jê re got, lê dêya Şîyar şaş ma ji ber ku wê pereyên zêde li gel wê tune bû, û hîç nizanîbû ku bihayê yek kîlo goştê mirîşkê ewqasî bilind bûye. Di kêlîyekê pirr dijwar de derbas bû, wê lêborîna xwe bo kirrînê xwest û ji dikanê derket.

Dêya Şîyar jineka pêncîsalî ye, li Qamişloyê dimîne, û heta aniha jî kar dike da ku debara xwe û ya zarokên xwe yên sêwî bike.

Dêya Şîyar dibêje ku ew bi zorê pêdivîyên xwe yên rojane bidest dixe, “Her tişt buhay ye, hema dibêjin dolar bilind dibe û pêre nirxê her tiştê bilind dibe”. Wek her dayikê dixwazê zarokên xwe ji tiştekî kêm neke, lê ev rewş rê li ber gellek bidestxistina pêdivîyên wan girtîye, “Bi xwedê lawê hema em dixwazin çawa be roja xwe biqedînin; ma va hûn halê me dibînin”.

Qermîçokên ser rûyê wê hîç nade xuyakirin ku ew pêncîsalî ye, pirr mezin xuya dike, dibêje: “Êşên me piştî vê nexweşîyê xirabtir bûn”.

Silêman Emar, ê 48 salî, fêm dike ku ew ji niha û pê ve nikare ji ber bihayên bilind pêdivîyên malê bi cîh bîne. Emar ji kesên pirr xizan e. Bavê sê zarokan e, yek ji wan ê pêçekê ye, ev yek êşa wî di vê rewşa derketina vîrûsê Coronayê de zêde kirîye.

“Em ji ber vê nexweşî û qedexeyê bi giranî bandor bûne, ji ber ku em deyndar bûn û em nizanin ka em ê wan pereyan çawa peyda bikin û vegerînin”.

Emar bi hevkarîya jina xwe, pilanek danî ku baxçeyekê li hewşa xwe çêbikin da ku bikaribin xwarina xwe jê peyda bikin şûna ku sebzeyan ji bazarê bikirrin. Silêman dibêje ez bixwe nizainm çawa û çilo nirxên tiştan bilind dibe û çawa divê bê kontirolkirin, lê ew dibêje “pêwîst e ku çanda baxçeyên sebzeyan li cem me geş bibe, ji ber herêma me bi erdê xwe yê çandinîyê naskirî ye, û gerek em baş sûdê ji vê yekê bigrin”.

Kirîza aborî ya vê dawîyê ku li Sûrîyayê bigiştî derket holê, bandora wê li ser Bakur û Rojhilatê Wê jî hebû. Nirxê lîreya sûrî bi awayekî mezin li himberî dolarê amerîkî daket û her tişt buhya bû. Jixwe belavbûna petaya Coronaya Nû (Covid 19), û biryara qedexekirina çûnûhatinê bo xweparastinê, rewş aloztir kir, dikan hatin girtin û gellek xelk bê kar man.

Remedan Mihemed Birêvebirê Pêjîyanîyê got gellek sedem hene, ji hêla aborî ve, bandor li bihayan kirine. Sedema herî girîng “daxwazîya ji nişka ve û mezin a gel bo kirrîna keresteyên xwarinê ye, ev yek bûye sedema zêdebûna daxwazê, û bi vî rengî bilindkirina bihayê encameka normal e li gorî qanûnên aborî”.

Ji bilî vê yekê “bihayên hin celebên ku duqat zêde bûne, wek nimûne bihayê leymûnan % 188 zêde bûye, ji ber xelkê berê xwe da kirrîna wan piştî belavbûna nûçeyên ku digotin leymûn rola wê di pêşîlêgirtin vîrûsa Coronayê de heye”. Berhemên din jî bihayên wan bilind bû, wek çay, % 130 bilind bû, şekir % 114, rûn % 123.

Mihemed anî ziman ku sedeminên din jî hene bandor li zêdebûna bihayê kirine, di nav wan de “yekdestîya hin bazirganan bo destnîşankirina bihayên pêdîvîyên xwarinê, û cudahîya bihayê li cem firoşeran”.

Mihemed dîyar kir ku tîmên wan ên kontirolê hişyarî dane nêzîkê 20 firoşeran ji ber cudahîya di bihayan de û nebûna fatoreyên danasînê ji bo wan bihayan.

Mihemed teqez kir ku wan di van demên dawî de nivîsgehek saz kirine da ku bihayan dîyar bikin û hemû firoşer li gorî wê bifroşin “da ku rê li ber bazirganan bê girtin”.

Heta niha jî, pirranîya şênîyên herêma Cezîrê sedemên vê buhabûnê nas nakin, li gel ku ti hewlidanên bo çareserkirina vê kirîzê peyda nebû ye, ew jî, li gorî hindek aborînasan, ji ber nebûna pilan û pirojeyên rijd ên geşkirina aborî ya li herêmê ye, nexasim di warê çandinîyê de.

Close