EGERÊN VEGERA DAIŞÊ LI SÛRÎ Û ÎRAQÊ

Di valahîya ku vîrosa “Corona” de peyda kir, û mijûlbûna hemî hêzên navdewletî bo rûbirûbûna bi “Covîd 19” ve, di dema ku her dewletek neçar ma parastina xwe ji vî vîrosî bike, Daişê dîsa xwe vedigerîna holê û çalakîyên xwe berdewam dike. Di rojên buhûrî de Daiş li Îraq û Sûrîyayê gellek çalakî pêk anî, mînaka van çalakîyan; êrîşa hejmarek a çekdaran ser zindana Tepqayê û kuştina hejmarek a serbazên artêşa Îraqê li derdora Mûsilê, her wiha çalakîyên şanên razayî yên Daişê li herêma Dêrazorê ji dema têkçûna wî li ser destê Hêzên Sûrîya Demuqrat ranewestîya ne, li hêleke din vîdyoya ku Daişê belav kir gellek name û gef bi xwe re belav kir, ew nameyên egera vegera Daişê û ji nûavakirinê ne.

Sedemên ku bihêlin Daiş dîsa xwe ava bike gellek in, nemaze li Îraqê, ku di tevlîhevîyeka sîyasî de dijî, Daişê desthilata “mîlîşyayên şîaa” û nebawerîya “sinna” wekî derfeteka guncaw dibîne û hewl dide ku hevrêzîyê di navbera şaneyên xwe de ava bike û êrîşan li deverên Enbar û Selahedîn pêk bîne, ev çalakî hiştin ku hukûmeta Îraqî xwe li pêş ezmûneka din bibîne ku Daiş dîsa venegere herêmên sinne, di demekê de ku di sala 2014an de, Daişê di rojekê de dikarîbû tevahîya Mûsilê ji destê artêşa Îraqê derxîne.

Hikûmeta Îraqê ji Amerîka xwest ku ji Îraqê derkev, gelo Amerîka dê derkeve, û Daiş çiqasî sûdê ji vekêşana Amerîka dê werbigre? Nemaze ku valahîyek li ser sînorê di navbera Îraq û Sûrîyayê de heye, û ev yek dihêle Daiş bikaribe vegere Sûrîyayê jî. Biryara parlemana Îraqî bo vekêşana Amerîka razîkirinek bo Îranê ye lê helbet artêşa Îraqê nikare rûbirûbûna Daişê bike.

Hevpeymanîya Navdewletî xwedî helwesteka cuda ye li bara vê mijarê, hebûna xwe li Îraqê bihêz dike, nemaze li bargeha EYN-ELESED a Enbarê, û ev yek du sedemên wê hene, yek jê rêgirî ye li ber “Heşda Şaabî” û Îranê li ser sînorê Sûrîyayê û Îraqê ku bargeha Tenef li Sûrîyayê bo heman sedemê hîn li cî ye, û ya din metirsîya vegera Daişê ku di dema buhûrî de hêzên hevpeymanan çend operasîyon li dijî xalên Daişê li herêmên sinne pêk anîn.

Li Sûrîyayê jî hewildanên vegerê û xwebirêxistinkirinê yên Daişê hene, li parêzgeha Tedmurê bitaybetî li devera Suxneyê hîn jî Daiş li wir çalak e û êrîşan li dijî rêjîma Sûrîyayê pêk tîne, tevî şerê berdewam û kontirolkirina rêjîmê ji tevahîya deverê re di salên buhûrî de, lê Daiş di rêka şaneyên xwe re dîsa xwe vedigerîne, ev dever ji Daişê re pirr girîng e, ji ber ku devereka aram e û hebûna rêjîmê lê hindik e û li ser parêzgeha Dêrazorê ve vekirî ye.

Rewşa Daişê di navbera rojhilatî feratê û rojavayê wê de cuda ye, li rojhilatî feratê operasîyonên Hêzên Sûrîya Demuqrat û Hevpeymanîya Navdewletî dijî şaneyên Daişê berdewam in, tevî ku li hin bajar û bajarokan hîn jî Daiş çalak e lê egerên vegera Daişê qels in, bi kêmanî ta hevpeyman li vir bimîne, lê li rojavayê feratê egerên vegera Daişê gellektir in, ji ber ku kirinên rêjîmê bo rûbirûbûna Daişê tune ne û parêzgeha Dêrazorê bo Daişê dergehê derbasbûna Îraqê ye, bi teybetî nêzî Bûkemal û bajarê Qaim ê Îraqî, êdî Daiş dê bikaribe careke din di nav herêmên sinne de tevgerê bike.

Ne tenê veger, lê Daiş hewil dide ku jêderên aborî jî ji xwe re peyda bike, û Îraq cihê aborîya Daişê ye ji dema ragihandina “Xîlafeta Îslamî” ta bi roja îroj û belkî ev e sedema êrîşên Daişê ser sînorê parêzgeha Kerkûkê ku herêmek bi nifta xwe zengîn e, û li jêr dagirkerîya “Heşda Şaabî” ye, û Daiş vê yekê ji xwe re guncaw dibîne ku şerê dijmînê xwe yê olî bike û bîrên niftê jî bigre dest.

Hevpeymanîya Navdewletî li pêş ezmûn û erkekî dîrokî ye, yan dê di operasîyonên xwe de li Îraq û Sûrîyayê berdewam be ta bi têkbirina şaneyên Daişê bi temamî yan jî têkbirina keda xwe ji sala 2014an de ta bi roja îroj, ji ber ku eger Daiş dîsa vegere tê wateya binketina hêzên hevpeymanan û dê xaleka reş be di rûpelên dîrokê de.

Li hêleka din hîn bi hezaran girtîyên Daiş di zindanên QSDê de ne, dewletên Ewropî û Amerîka ji veger û wergirtina welatîyên xwe metirsîdar in, di demekê de ku Ewropa ditirse ji projeya Daişê ya nuh ku di rêka tora enternêtê re bang li zarokên kêmî 18 salî dike da ku wan bi çek û bi rêxistin bike, nemaze dewleta Fransayê, ku di salên buhûrî de gellek çekdar ji Fransa tevlî Daişê bûne.

Bigiştî em dikarin bibêjin ku derfetên vegera Daişê wekî sala 2014an tune ne, lê di rewşa heyî de ku li Îraqê kêşeyeka sîyasî heye, û li Sûrîyayê karînên rêjîma Sûrîyayê bo şerê Daişê sînordar in, derfetan dide Daişê ku şaneyên xwe yên razayî dîsa şîyar bike û tevlîhevîyan jî çêbike.

Close