GUSTAVE LE BON DERÛNÎYA CEMAWERAN ŞIROVE DIKE

“Cemaweran roleka pirr girîng di dîrokê de lîstîye, lêbelê ne bi heman girîngîya roja me ya îroj” bi vê hevokê civaknas , derûnas û lêkolerê Fransî Gustave Le Bon dest bi pirtûka xwe ya bi navê “Derûnîya Cemaweran” kiriye. Gustave Le Bon damezrînerê zanista Derûnîya Cemaweran e, di sedsala 19an de li Frensayê jidayik bûye û jîya ye, piştî nêzî sed salî ji Şoreşa Fransî, di sala 1895an de ev pirtûka xwe nivisîye, di demekê de ku qerebalix, alozî û şerên navxweyî pirr belav bûbû, di encama hem lawazîya desthilata hukûmetan û hem jî parçebûn û belavbûna partîyan de.

Le Bon ev pirtûk di sê beşan de nivisîye. Di pêşgotina ku li jêr navê “Serdema Cemaweran” de nivîsîye, li ser guherîn û veguherîna fikir û ramanên cemaweran rawestîyaye û wan vedigerîne du hêmanên bingehîn: 

– Wêrankirina bawerîyên olî, sîyasî û civakî ku şaristanîya wan li ser hatiye avakirin.

– Çêkirina mercên nû bo hebûn û ramanê mirovan, ku ew jî di encama vedîtinên nûjen de ên zanist û pîşesazîyê ne.

– Lê ji alîyekî ji ber ku cemawer hê di bin bandora ramanên kevin de ne û ji alîyê din ve ramanên nûjen hê negihiştine awayê xwe yê dirust, dê serdema nûjen veguhêzbar be û hebûna nakokî, qerebalix û alozîyan tiştên normal bin. 

Di beşa yekê de Le Bon cewher û rihê cemaweran enalîz û şîrove dike:

– Taybetîyên giştî yên cemaweran -zagona derûnî ya yekbûna wan a hişmendî, li ser bingeha lêkolînên Freud ên enalîzkirina derûnî, Le Bon cemaweran pênase dike û awayê pişaftina xweserî ya kesayetê di nav rewşa giştî de şîrove dike, her weha dibêje ku hemû kombûn ne mîna hev in û her yek ji wan xwedî taybetîyên cuda ne li gorî nijad û pêkhateyên wê komê.

– Hestên cemaweran û sincên wan, Le Bon li vir bi hûrgilî taybetîyên cemaweran dide dîyarkirin.

-Bilezbûna kelîn û kelecana hestên mirovan,

liv û tevgerîna cemaweran ji alîyê paşbawerîyê ve ji taybetîyên wan ên sereke ne.

-Cemawer zû bibandor dibin, kêmhişî û bawerkirina wan ji her tiştî re, cemawer her tim li bende ramanek an pêşnyarekê ne ku yekser û di zûtirîn dem de xwe li nav hemû endamên komê vedide û dibe reftar û kiryar. 

-Hestên cemaweran piçûkkirin û mezinkirina wan, li vê barê nivîser dibêje: “Hestên cemaweran dualî ne, ji alîyekî ve zêde hatine mezinkirin û ji alîyê din ve pirr sade û xwerû ne”. 

-Nijadperestîya cemaweran û zordarîya wan, ji ber ku cemawer hestên hevseng û hişmendî ne ji taybetîyên wan e, îcar çi raman û pêşniyar werin kirin, yan dê bi giştî werin pejirandin û yan jî bi giştî tên redkirin.

-Sincdarîya cemaweran, gelo cemawer sincdar in an na? Heke em bibêjin sincdarî rêzdarî û rêzgirtina bûyer û qewimînên civakê ye, wê çaxê em ê bibêjin ku cemawer ji vê yekê dûr in, lê dema were gotin sincdarî, dilsozî, dildarî û xwekuştina ji bo nirxên mirovî ye, wê demê cemawer klana herî bisinc e di nav civakê de.

Le Bon dibêje ku nijad ji hemû hêmanên din giringtir e û her tim li pêş wan e, çimkî berî her tiştî kom xwe li ser nijadekê ava dike. A din dem e, li ser agirekî kêm bîr û baweriyên cemaweran tên pijandin û ew agir dem bi xwe ye. Ji bo sazîyên sîyasî û civakî Le Bon dibêje: “Ne pêwîst e em dema xwe bi damezrandina destûran wenda bikin, pêwîstî û dem bi awakî xweber dê ji me re çêbikin”.

Hêmanên yekser ji çêbûna bîr û bawerîyên cemaweran re ev in:

Wêne, peyv û riste (yan dirûşim), cemawer bi wêneyan gellekî bandor dibin.

Sawîr, çimkî ev sawêr hêvîyan didin wan û bê hêvî mirov nikare bijî.

Ezmûn û serbihûrî, ji bo tu bihêlî cemawer şaşbûn an rastbûna ramanekê ji te bawer bikin, pêwîst e tu wê ramanê li pêş cavên wan bi mînaka ezmûnkê nîşan bidî. 

Aqil, Me got ku bandora gotûbêjên aqilane li ser cemaweran tune ye, her wiha cemawer bi xwe jî dûrî aqil in, lêbelê nivîser di vir de li ser rola aqil a neyînî rediweste,

Le Bon bi awayekî baş ew kesên ku cemawer dilivînin dide nasînê gelo kî ne û xwedî çi taybetî ne:

A- Livînerên cemaweran: Dema komek ji zindîyan li hev kom dibin, çi mirov û çi lawir bin, yekser û bi awayekî xweber xwe dixin bin fermana serkirde yan serkêşekî. 

B- Şêweyên kar ên livîner û serkêş bi kar tînin: Dema pêşeng bixwaze bîr û bawerîyan derbasî rihê cemaweran bike, ew van her sê şêweyan bi kar tîne; yek, teqezîya ku ti nîşanên aqilane jê re ne pêwîst in. 

C- Heybeta kesayetê: Şêweyên ku me li jor anîn ziman,  piştgirîya xwe ji heybeta kesayetê digirin. 

Gustave Le Bon di beşê sêyem û yê dawî yê pirtûkê de li ser kategorîkirina parçeyên cuda ji cemaweran û lêkolînkirina wan radiweste

1-Kategorîkirina cemaweran: Nivîser vê kategorîyê dike du beş, cemawerên hevnegirtî û cemawerên hevgirtî. 

2-Cemawerên ku bi kujerîyê tên naskirin, kujerîyên cemaweran di encama gurrkirineka xurt de pêk tê.

3-Sûndxwarên dadgeha tawanan.

4-Cemawerên hilbijartinan, ew cemawerên ku ji bo hilbijartinan tên vexwendin da ku kesekî/ê ji bo navend an berbirsyarîyekê hilbijêrin. 

5-Komîteyên nunertîyê, ev cemawer ji komên nehevgirtî û kêmhiş e û hemû taybetîyên wan vedihewîne.

Di dawîya vê geşteyê de em dikarin bibêjin ku Gustave Le Bon hizreka cihêwaz û nerîneka kûr û cuda li ser cemawer û taybetî û bawerîyên wan di serdema xwe de pêşkêş kiriye, ku ta bi roja me ya îroj bandor û sûdwergirtina ji vê pirtûkê hê berdewam e. Lê em balê bikşînin ser gotina Nivîserê Fransî Otto Kellenberg ê ku pêşgotina vê pirtûkê nivîsandîye û di dawîya wê de gotîye: “Vê pirtûkê bi çavekî rexneyî bixwînin, lêbelê bixwînin”.

Close