
Derîyê di navbera du dîwarên li ber ketinê de hatiye daliqandin, qulek mezin di orteya wî de hebû, ew derîyê sor bi zorê vedibû û bi heman zorê dihat girtin.
Du odeyên bi kelpîçan hatine çêkirin, li nava hewşa malê serê xwe bi şermî bilind kirine, qelş û kortên di wan de xwe diavêjin ber çavên mirov, boyaxeka spî dîyar e ku demek dirêj di ser re derbas bûye, li dîwarên wê hatiye xistin, li hindek cihan çemnto bi ser wê boyaxê de hatiye seyandin, da ku rê li pêşîya morîyan were girtin û ew qelş zêde mezin nebin.
Banê wê odeyê yê ji beşt û herrîyê, ji hundir ve, bi perdeyekê hatiye nixumandin, şûna dilopên baranê di wê perdeyê de xuya dikin, lewra li jora wî banî tûtîya hatiye danîn da ku baran nebe mêvanekî giran ê zivistanî.
Li erdê jî, hesîlek qul qulî li orteya odeyê hatiye raxistin, li kêleka wê jî çend balgehên ku rengê her yekê ji ya din cuda ye hatine danîn.
Jina malê li nîvê odeyê runişt, kurê wê yê biçûk di himbêza wê de ye, û şerpa daketiye ser milên wê, vedigerîne ser serê xwe û dest bi vegotina çîroka xwe dike.
Di wê navberê de çavên min li pencereya odeyê ket, ku gellek parçeyên wê bê cam in, yên heyî jî ne wek hev in, li kêleka camên bêreng yeka kesk heye, û dîyar e her yek ji deverkê hatiye peydakirin.
“Em ji KeferSixêrê ne, lê ev deh sal in çavên min bi wir neketiye”.
KeferSixêrê gundek li Herêma Şehba (bakurê Helebê) ye, niha di bin kontirola Hêzên SûrÎya Demokratik de ye, lê rêya di navbera wê û Minbicê de û ya diçe Helebê jî, di bin kontirola hêzên rêjîmê de ye.
Berî 4 salan, Besîma Hemdo, tevî malbata xwe dest bi rêwîtîya koçberîyê kirin, û dibêje heta niha 10 caran me mala xwe bar kiriye, di Heleb, TilEranê û Serê Kaniyê re derbas bûn, heta niha di xanîyek kirê li taxa Hilêlîyê ya Qamişloyê bi cih bûne.
Hevserê wê ji bo leşkertîya yedek ya rejîmê tê xwestin, lewra ji mala xwe derket û dikarîbû xwe ji wê leşkertîyê xilas bike, lê nexweşîya di kezeba wî de, pê re hevrê ye û heta niha nekarî xwe jê xilas bike.

Ji Ber Qedexeyê Nikare Dermanê Xwe Bixwe
Bavê 9 Zarokan li ser kemiyonekê ya ku madeyên lêkirinê ji Sêmalka, vediguhêzê deverên din ên Rojavayê Kurdistanê, lê ji ber qedexeya çûnûhatinê ya ku Rêveberîya Xweser di çarçoveya rêkarên xweparastinê ji vîrosa “corona”, sepand, ev zêdeyî mehekê ye nikare kar bike.
“Hevserê min 7 cure derman dixwe, her cureyek jî bi 3 hezar leyreyên Sûrî ye, lê ji ber ev mehek kar nekiriye, ew derman hêdî hêdî xilas dibin, û niha tenê 3 ji wan dixwe”, wisa jina malê kul û derdên xwe dibêje.
Li gorî jinê, hevserê wê mehane bi 40 heta 50 hezar L.S kar dike, û ji bo debara jîyana wan ew gellek kêm e, ku mehane kirêya xanî 10 hezaran dide, derveyî pêwistîyên din ên jîyanê.
Jixwe nirxê leyreya Sûrî li beramberî dolarê Amerîkî gellek daketiye, û niha di navbera 1500 û 1600 L.S de ye, ew jî bandora xwe li nirxê hemû made û kelûpelan dike.
Zarokên malê temenê wan di ser hev re ye, çavên hemûyan jî kesk in, ya herî mezin 16 salî ye, ji ber hejarî û feqîrtîyê malbatê ew ji dibistanê derxstîye û carcaran wê rê dike kar nava zevîyên çandnîyê.
“Em ji (Corona) Natirsin Bi Qasî Feqîrtîyê”
Besîme zêde bawerîya xwe bi metirsîya “Corona” nayîne, û wê wekî tiştek kêmbitirs bi nav dike, lê ya her di bala wê de ew e tendirustîya hevserê wê, û xwarina zarokên wê ye.
Li barê rêkarên li pêşîya vîrûsa “Corona”yê yên li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê hatine girtin, jina 32 salî dibêje “bi qasî em ji feqîrtîyê ditrsin, ji (coronayê) natirsin”, lê dibêje tiştek baş e ku mirov li paqjîyê miqate be, lê ew paqijî nebe sedema birçîbûn û zêdebûna feqîrtîyê.
Jin vegotina çîroka xwe ji me re xilas dike, qedexeya derketinê jî xilas bû, lê nexweşî û hejarî dîyar e wê zû bi zû li cem wan xilas nebe.