
Piştî ku derûnnasan test û ezmûn li ser hejmareke mezin a pîr, kal, gênc û zarokan, nêr mêyan, çêkirin, gihaştîn encamekî girîng ku lîstok ji bo mirovan di hemî qonaxên temenê de pirr pêwîst in. Bandoereka erênî ya lîstikan li ser derûnîya mirovan heye, lew re li gorî derûnnasan, gellek caran tendirustîya derûnî û ya laş bi hevdû ve girêdayî ne. Kesê maweyekî dirêj nexweş bimîne, derûnîya wî jî lawaz dibe.
Ji çaxê berê ve peywendî di navbera bajarê me, Dêrikê ya Rojavayê Kurdistan û Cizîra Botan de hebû, ji egera bazirganîyê û mirovatîya jin û mêran, çimkî her du bajar nêzîkî hev in. Ev jî bû sedema yekbûna lîstokan di navbera me de. Ji lîstokên zarokên kurd: Bazdana Kîberîkî, Xar, Bûka Mîra, Yekqevzê, Sêgevzê ..hwd.
“Bazdana Kîberîkî” lîstokek e ku du mendal an sê yan zêdetir ên ku xwe dibînin beza, xwe amade dikin li bende endamekî ji koma zêrevanan ji bo kesek gêrûfanan neke. Dema ji wî endamî hejmara yek, du, sê bibhîzin, wê baz bidin ta darekî yan dîwarekî dûr. Yê bezatir dîyar dibe.
“Xar” gokinên biçûk û rengîn in, zarok dikin di nava tiliyên xwe de, diavêjin xarên hev.
“Bûka Mîra” di şevê de, dema heyv geş dibe, zarokên mezin li hev dicivin, xwe dikin du tîm. Tîmek hevalekî beza ji nava xwe dibijêre bi navê ‘Bûka Mîra’ Ji bûkê tê xwestin baz bide, li dora gund bizîvire, veşartî vegere û destê xwe li latekî an ku kevirekî bide û nehêlê tîma din wî bigrin (li serê enîşka her dîwarekî kevirek mezin hebû ji bo ker, qantir û hesp xwe pê ve nexurînin û dîwar nehilweşe).
“Yekqevzê” li ser qadeke mezin, têr ax, heger pêwîstî kolanê bê zarokên mezin bero xortanîyê, erdê dikolin ji bo neêşin. Xîzekî rast li alîyê axê dikêşin yek pey yekî diçin paş, bi lez dibezin, pîyê xwe dideynin ser xîzê û xwe diqevêzin. Çi kesê dûrtirîn qevz çû ew e yê serkeftî.
“Sêqevzê” jî bêje heman lîstok e mîna yekqvzê, lêbelê xort dibeze sê gavan diçe ji nû xwe diqevêze.
“Gilçê” lîstokek e bi beşdarîya du yan sê zarokan yan bêhtir dibe. Her yekî hinek gilç ‘an ku darik’ pêre ne. Darik bi dirêjahîya, bêje, nîv mitreyê ne û serên wan tûjkirî ne. Dema baran tê erd şil dibe û herrî çêdibê, zarok tên lîstoka “Gilçê”. Yek ji wan gilçê xwe yê tûjkirî bi hêz di nava herrîyê de diçiklîne. Yekî din gilçê xwe bi hêztir diavêjê, heger çikilî û gilçê hevalê wî kete, yê ketî digihê wî. Kesê gilçên wî di dawîya lîstokê de bêtir bin, ew e yê serkeftî.
“Gerecok” an ku ‘gerdîlek, dolab’ her yekî dikeve pey dolabekî û li pêşîya xwe diajo.
Hinek lîstokên din hene, keç û kur bi hev re dilîzin weke Pîpê, Qafik, û hemî lîstokên gokê.
“Pîpê” kurek an keçek berê xwe dide dîwarî û çavên xwe miç dike ta heval diçin xwe diveşêrin. Ji nû çavên xwe bel dike û li wan digere. Heger kesek dît ew ê navê wî yan wê bibêje: ‘pîpa te hillik’ û destê xwe li dîwar bide. Lêbelê heger yekî ji wan bezî û dikarî destê xwe li milê wî bide, ji berî bigihê diwar, hingî ew dişewite û ji lîstokê derdikevê.
“Qafik” heft qetên ceran û şerbikan e li ser hev mîna kêlekî ne. Kurek an keçek gokê li ser kêla qafikan de digindirîne ji hevalên xwe re, ji tayê wî/ wê, dema gok li qafikan dikeve belav dibin, kesek din dijî wa ye li ber qafikan e dirahêjê gokê û diavêje zarokên ku hewl didin dîsa her heft qafikan danin li ser hev. Kesên gok li wan bikeve ji lîstokê derdikevin û heger kêl ava kirin berî gok li wan bikeve yê derketî vedigerin lîstokê.
Bêguman e qîz jî mîna birayên xwe mîna dayik û bavên xwe toşî sitem û zordarîyê bûye, nexweşî bi hemû rengan dîtîye. Lew re ew jî çû li ba koma qîzên hevalên xwe lîstok ji xwe re afrandine ji bo kul û kovanên xwe ji bîra bikin.
Keçan gellek celebên lîstokan peyda kirine. Evên li jêr jî hinek lîstokên keçan li gundewarên derdora bajarokê Dêrikê ne:
Hêlanok, dartevnî, Werîs, Pêncûk, Hepftok, Xîzik, Pir û Pirvan.
“Hêlanok” werîsek dirêj e bi çiqilê darê ve girêdidin, li ser werîs dirûnin û xwe ditişikînin. Ev lîstok pirr dihat lîstin, nemaze rojên cejnan.
“Dartevnî” ew jî mîna Hêlanokê ye, lêbelê du werês bi çiqilê dare ve têne girêdan û depek pehn bi her du werîsan ve tê girêdan, zarok li ser dep dirûnin.
“Pêncûk” pênc bestik in, keçik wan yek bi yek dihilavêje, bilind dike û bi destekî digre û di bin destê din re derdixe, çimkî ew dest vedayî ye mîna pirekî.
“Heftok” heman lîstok e, lêbelê heft bestik in.
“Werîs” keçek her du alîyên werîs digre, bi her du destan her alîeykî bi destekî werîsî li ser xwe re dibe û xwe dihilavêje da werîs di bin lingên wê re derbas bibe. Hevalên wê dihijmêrin: Çend caran xwe hilavêtîye ta werîs li lingê wê dikeve.
“Xîzik” keç heyşt malikên çargoşe li ser erdê xêz dikin: Sê malik li pey hev in û du li teneşt hev, dîsa malikek û du teneştî hev, keçik pişta xwe dide xêzikê û kevirekî pehn û sivik ser serê xwe re di xêzikê de diavêjê û bi lingekî kevir li pêşîyê kulîkulî dibe, bi mercê kû kevir li ser xêzan nemînin.
“Pir û Pirvan” du zarok destên hev digirin, mîna pirekî bilind dikin, zarokek din hostayê pirê ye (pirvan e), komek hevalên wan piştên hev digirin, weke şemendeferê, li dora pirê dizîvirin dipirisin: Pirvano pira çawan e, pirvan bersivê didê: Ava nebû ye her du zarok rûniştîne pir jî nizm e, her carê dipirsin pira wan bilind dibe digihê astekî ku tirên di bin re derbas dibê
Xortan jî para xwe ji lîstokan birine, bi kevneşopîyên civakî re berdewam kirine, piştî ji çol û bêlanan ji karê rojane dihatin berê xwe didan meydana lîstokê, bi dilpakî hemdemî avîndarî û biratî bi hev re dilîstin.
Lîstokên wan jî bi şêweyekî giştî pêwistî hêzê, lezê, çelengîyê û moralê bilind hebû, lîstokên wan weke: Tîm û Tîm yan Kesek Beramberî Yekî.
“Kêlevirê” ji van lîstokên civakî ye ta niha jî tê lîstin, nemaze di werzê zivistanê de, dema baranê.
Maweyekî dirêj qut dibe. Du tîm in her tîmekî sih kêlên kevir nêzîkî hev vedidin, Ji 10 –15 metreyan dûrî kêlên tîma din, bi dorê her tîmekî keviran diavêjin kêlên tîma din, tîma her sê kêlên wê bikevin ew tîm dişke. Bawerîyek hebû ku bi lîstina Kêlevirê baran dibare.
“Kab” çi dema pezek dihat gurandin xort amade dibûn, ne ji bo goşt, lêbelê ji bo kabên pezî her xortekî çend kab ji xwe re peyda dikirin da bi hevalên xwe re “kab” bilîze, çar rûyên kabî hene: Mîr, ker, çik û pik kaban li ser erdê rêz dikin bi dorê wan dihilavêjin. Ew kesê rûyê gij ê kabê wî li jor be serkeftî ye, kab hemî digihin wî û jê re dibêjin (kabê wî mîr hat). Ev jî bûye proverbekî kurdî, ji kesê bextewer re dibêjin “kabê wî mîr hat”.
“Birrê” du tîm dilîzin. Tîmek endamên xwe dike rêz, darikekî diçikilînin, cilan pê ve dikin, navê wî Qurmik e, û pîremêrekî nekar didanin ber de bi navê Berqurmik.
Pey re nêzî 10 metreyan xortek beza navê cihê wî (Binbir e), giring û çeleng be, lew re cihê wî hestyar e, heger birra wî hat birrîn tîm bi tevahî dişike û piştî 10-15 metreyan xortek din e h.w.d, ta endamên tîmê hemî li ser yek rêzê ne, mîna darên elektrîkê. Endamên tîma din hewl didin di navbera van kesan re herin, heger yek derbas bû di neqeba du kesan re û van nekarî destên xwe li wî bidin ewê bibêjê: Min birra we birrî, xortên ji alîyê qurmik ve ta qurmikî dimînin. Lêbelê kesê din ta yê dawîyê birra wan tê birrîn û ji lîstokê derdikevin.
“Toşê” du tîm in, endamek ji tîmekî li ber Hilê ye û du hevalên wî pêre berevanîyê dikin û hevalên mayîn êrîşî tîma din dikin ji bo neyin û destê xwe li Hilê nedin. Hilê enîşkek e ya dîwar e, heger yekî ji tîma din destê xwe li enîşkê da wê bi dengekî bilind bibêjê: “Toş” û tîm biser dikeve. Lewma tîma êrîşê pey wan dikevin û yek bi yek wan digirin.

“Berdeqê” du xort pêşberî hev weke daberizin hev, tilîya xwe ya beranekê ya lingê çepê, ji alîyê piştê ve bi destê xwe yê rastê digirin, yan berovajî, li ser lingekî diçin paş û milê xwe li hev dixin, jê re dibêjin (Gamilikê), kesê zûtir tilîya xwe ji destê xwe berde ew dişke.

“Darpilkê” dar bi dirêjahîya bêje 80 santîman e.
“Pilk” darekî kurt e, 30 santîm e, endamên her du tîman her yekî darek di destê wî de ye, pilk yek e ji her du tîman re ye, endamek pilkê ser du kevirên biçûk dirazîne, serê darî didane bin pilkê û diavêjê di nav koma tîma din, heger yekî dar li pilkê da ew kesê li ber kaviran pilk şandî ji lîstokê derdikeve, û heger bi dest girt tîma li ber keviran bi tevahî dişke, heger dar lê nedan û bi dest jî negirtin wê endamek pilkê biavêjê ji wî kesê li ber kevir re, ew jî dar lê dide û bi darê xwe ji kevir ta pilkê dipîve, heger kêmî darekî be ew derdikeve.
Heger pîvan bû 20 dar evan xalek tomar kir. Heger kêmî 20an be cara werê biser de temam dike ta 20ê, da bibe xalek.
“Sêşekê” gok ji pirça hespa yan jî hirîyê ye, bi cilikekî tê pêçan û dirûtin. Xortek gokê ji hevalên xwe re dihlavjê, ew jî dar lê gokê dixê. Dema dar lê nakeve ji mafê wî ye sê hewlan bide. Lewma navê wê “Sêşekê”ye.
Hingî gok dûrtir here defret jê re mezintir e, ku bi lez here li “Hille” bide û vegere cihê xwe berê endam herin gokê bînin û biavêjin wî û lê bixin, çimkî heger gok li wî ket ji lîstokê derdikevê.

“Bablitan” xortek şipya radiweste, xwe diçemîne her du destan didanê li ser kabên xwe.
Her hevalekî dibeze destên xwe didanê ser pişta çemandî, lingên xwe ji hev dûr dike û ji alîyê tenişta wî ve xwe li ser pişta wî re diavêje ser erdê, kesên din jî weke wî dikin.
Ji bilî van lîstokan jî birrek lîstokên din hene mîna: Hingêliyo, Qendûş, Kulîkulî, Çillî, Millî, Qal qal, Mîşê, Selabê, Guh kişênek, Kundiro, Kirkirênek…