Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
NANÊ XELKÊN CEZÎRÊ BI TÊKŞIKANDINA ABORÎYA SÛRÎYAYÊ RE TÊ STRANDIN – Kovara Şar
Wêne: Izedîn Salih

Li pêşîya Nanpêjgeheka giştî (Firneya Alî) li bajarê Qamişloyê, Kalmêrekî por spî nanên xwe radixe, wan dihejmêre, û careke din dide ser hev û vedigerîne tûrikê nan. Tenê çend metreyan dûrî Hecî Mihemed, Kalmêrê 75 salî, bi dehan kesên din, li pêşîya pencereya firotina nan ya nanpêjgehê, belawela sekinîne, ji bo ku pêdivîya xwe ji nan bikirrin, a ku wekî xwarina bingehîn a xelkên Sûrîyayê tê naskirin.

Piştî kirrîna pêdivîya malbata xwe ji nan, Hecî Mihemed ji qerebalixa li pêş nanpêjgehê, hinekî dûr dikeve, tizbîyê di nav tilîyên xwe de, libo libo dikişîne, û ji bo Kovara “Şar” dibêje: “Di vê rewşa buhabûnê de, ya ku gihaştîye her tiştî, ji encama daketina berdewam ya nirxê Lîreya Sûrî li hemberî Dolarê Amerîkî, hîn jî nirxê nanê nanpêjgehên Alî, ku serê her tûrekî /14/ nan in, /150/ L.S ye, tê pejirandin, tevî ku nanê wan zû hûr dibe, her wiha piştî bûrîna rojekê ser çêkirina wî, nema tê xwarin”.

Nanê “Sîyahî” Baştir e, Lê Buhatir e:

Ehmed Hemo (32 salî) şênîyekî din ji bajarê Qamişloyê ye, pêdivîya malbata xwe ji nan, ji “Nanpêjgehên Sîyahî” yên taybet dikirre, ji ber ku, li gor wî “cûreyê nanê wan ji yê “Nanpêjgehên Alî” çêtir e, tevî ku buhatir e jî”. Ehmed, ku malxuyê malbatekê ji 5 kesan e, ji Kovara “Şar” re dibêje: “Bi awayekî rojane, pêdivîya malbata min, bi /2/ tûrikan ên nanê “Sîyahî” heye, û nirxê her tûrekî, ku /6/ nan tê de ne, /250/ L.S ye, û ez dizanim ku buha ye, lê çibikim? Nanê nanpêjgehên giştî nayê xwarin, lew re hêvî dikim ku nirxê nanê “Sîyahî” ji wiha buhatir nebe”.

 Wêne: Izedîn Salih
Wêne: Izedîn Salih

Li gor şênîyên Herêma Cezîrê, ku nan li nanpêjgehan peyda dibe, û nirxê wî jî ta niha baş e, tevî ku cûreyê nanê “Firneya Alî” ne ewqasî baş e, û her wiha nanê “Sîyahî” û yê kevirî jî, di vê rewşa buhabûnê de biçûktir bûne, lê dîsa jî hêvîya xelkê ji Rêveberîya Xweser û Nanpêjgehan her ew e, ku guhertinên sîyasî û yên aborî li Sûrîyayê, bandorê li xwarina wan a sereke neke.

Bandora Pêkanîna Qanûna Qeyser Ser Nanê Xwarinê:

Ev yek di demekê de, ku Qanûna Qeyser/Caesar kete warê cîbicîkirinê de, ev qanûn dê gellek sezayên cihêreng li dijî Rêjîma Sûrîyayê û kes û komên pê re alîkar pêk bîne, lê hin şirovekar tirsa xwe venaşêrin, ku bandora van sezayan dê bêhtir li ser xelkên Sûrîyayê hebe, û her wiha dê rêjeya xelkên Sûrîyayê yên ku di bin xêza hejarîyê de ne bilindtir bibe. Li gor “Neteweyên Yekbûyî/ UN” ku bêhtirî 80% ji Sûrîyan di bin xêza hejarîyê de dijîn, her wiha “Bernameyê Xwarinê Yê Cîhanî/ UNWFP” diyar dike, ku ji gulana sala 2019an ve, nirxên kelûpelên xwarinê li Sûrîyayê, bi rêjeya 133% bilind bûne.

Ji destpêka sala 2020an ve, nirxê Dolarê Amerîkî li hemberî Lîreya Sûrî bi rêjeyeke nêzîkî 300% bilind bûye, her wiha di heyama neh salan de ji Şerê Sûrîyayê, an ku ji sala 2011an ve, nirxê Dolar bi rêjeyeka nêzîkî 6500% li hemberî Lîreya Sûrî rabûye. Ev yek bandoreke neyênî li rewşa jîyana tevahîya xelkên Sûrîyayê kiriye, û ji nav wan jî xelkên Herêma Cezîrê, ya ku bi navê “Selika Xwarinê ya Sûrîyayê” tê naskirin, ji ber ku ew wargeha sereke ya çandina genim û ceh û pembû li Sûrîyayê ye.

Wekî tevahîya beşên jîyanê, bandora pêkanîna Qanûna Qeyser, û daketina nirxê Lîreya Sûrî li hemberî Dolarê Amerîkî, li ser nanpêjgehan jî heye, ji ber ku divê ew jî, yan nirxê firotina nan bilind bikin, an jî dê nikaribin karê xwe berdewam bikin, û ev yek di destpêka pûşpera 2020an de dîyar bû, ku gellek nanpêjgehan li Herêma Cezîrê karê xwe rawestandin, ji ber ku Rêveberîya Xweser rê neda wan ku nirxê firotina nan bilind bikin, wan jî dît ku karê wan wiha bê sûd e, berî ku Desteya Aborî ya girêdayî Rêveberîya Xweser destlêwerdanê bike, û bo ku rê li pêş buhakirina nirxê nan bigre, ard ji nanpêjgehan re, bi nirxinên erzan pêşkêş bike.

Rêveberiya Xweser Rê li Pêş Buhakirina Nirxê Nan Girt:

Hevseroka Hevbeş a Rêveberîya Aşa û Nanpêjgehan a Herêma Cezîrê, Nûra Ibrahîm, ji Kovara “Şar” da xuyan: “Em bi awayekî rojane /400/ ton ard li ser tevahîya nanpêjgehên Cezîrê belav dikin, û her tûrikekî ard ku nirxê wî li bazaran dighêje derdora /35/ hezar L.S, em ji nanpêjgehên (Alî) re bi nirxê /1000/ L.S, û ji yên “Sîyahî” re bi nirxê /11/ hezar L.S pêşkêş dikin”.

 Wêne: Izedîn Salih
Wêne: Izedîn Salih

Li gor Amarên Rêveberîya Aşa û Nanpêjgehan, li Herêma Cezîrê /320/ Nanpêjgeh kar dikin, /32/ nanpêjgeh ji wan giştî ne, û bi rêya /7/ aşan, ku /3/ ji wan giştî ne, ard ji wan nanpêjgehan re tê peyda kirin. Ev di demekê de, ku Rêveberîya Xweser dest bi wergirtina genim ji cotkarên Cezîrê kiriye, ji piştî ku Desteya Aborî û Çandinîyê, nirxê her kîloyeke genim bi /0.17/ Dolarê Amerîkî destnîşan kir.

Piştgirîya Rêveberîya Xweser Bo Nan Têrê Nake

Tevî piştgirîya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê bi pêşkêşkirina ard bo nanpêjgehan, lê ev yek wan ji bandora têkşikandina aborîya Sûrîyayê nade alî, ku xwedîyên nanpêjgehên taybet, yên “Sîyahî” û yên “Alî” jî dîyar dikin ku gellek zehmetî ketine rêya karê wan, û her eşkere dikin ku eger rewş wiha bimîne, ew ê neçar bibin ku karê xwe rawestînin.

Ebdilrehîm Mehmûd, Birêvebirê Nanpêjgeha “Şemis” ya “Sîyahî” ya bajarê Qamişloyê dîyar dike, ku ew hîn jî her tûrikekî ku /0.65/ kîlo ji nan tê de ye, bi nirxê berê /200/ L.S difroşin xelkê, lê bilindbûna nirxê Dolarê Amerîkî li hemberî Lîreya Sûrî, lêçûna çêkirina nan jî buha dike, û ji Kovara “Şar” re dibêje: “Piştgirîya Rêveberîya Xweser alîkar bû ku nirxê nanê “Sîyahî” bilind nebe, lê ew piştgirî, tenê ard li xwe digre, û em hîn hevîrtirş, zeytê û xwê û şekir, her wiha tûrikan bi nirxekî buha li gor dolar dikirrin, lew re sûda karê me kêm bûye, û eger Rêveberîya Xweser piştgirîya me bi ard nekiriba dê nirxê nan duqat û sêqatê nirxê niha ba”.

Li alîyekî din, Merwan Şêxo, xwedîyê nanpêjgeheke “Alî” ya Hesekê ye, dibêje ku ew her tûrekî ji 14 nanan, ku dike /2.4/ kîlo, bi /125/ L.S difiroşin, lê zêdebarî buhabûna keresteyên çêkirina nan, çaksazkirina makîneyan jî bargiranîyek din e, û ji Kovara “Şar” re dibêje: “Di rewşa vê buhabûnê de, him parçeyên yedek, û him jî bihayê destê hosteyan bilind bûye, û ev xerçkirin tev ji sûda nanpêjgehan tên birîn”.

Hewlên Sivikirina Bandora Sezayên Qeyser Li Ser Nanê Xwarinê:

Tevî ragihandina Rêveberîya Xweser, di dema çûyî de, ku Amerîkayê soz dane wê, ku dê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê ji cezayan bide alî, lê hîn jî ne dîyar e bê ka çawa dê ev yek biser bikeve, ji ber ku ew jî beşek ji Sûrîyayê ne, û her wiha Lîreya Sûrî bikar tînin.

Li bara vê yekê, Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, di 17ê pûşpera 2020 de, bi rêya rûpela xwe ya fermî ya  “Facebook”ê dîyar kir, ku ewê hin amadekarîyan, ji bo sivikirina bandora sezayên Qeyser li ser şêniyên wê, bike, wekî dana piştgirîyê bo projeyên biçûk, û bilindkirina dahatê kesên di hindirê Rêveberîya Xweser de, û yê ji derveyî wê jî, û her wiha çareserkirina pirsigirêkên sereke, wekî kêşeya nanê xwarinê.

Girêdayî vê mijarê, Desteya Aborî ya Rêveberîya Xweser ji Kovara “Şar” re dîyar dike, ku wê nepejirand nanpêjgeh nirxê firotina nan bilind bikin, lê ew niha lêkolîneka giştî bo karê nanpêjgehan amade dike, da ku li gor wê tevbigere û çareyan pêşkêş bike, ji bo ku bandora têkşikandina aborîya Sûrîyayê û ya sezayên Qanûna Qeyser li ser parîyê jîyana xelkê sivik bike.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170