
Eric Arthur Blair navê rastîn ê nivîser û romannivîsê Brîtanî George Orwell e, yê ku nivîsandina romana xwe ya bi navê “1984” di sala 1948an de bi dawî kir, îcar wî dîroka qedandina wê pev guhert û kir nav ji romana xwe re, ji ber Orwell ji şayes û enalîza awayê hizira ramanên dîktatorî derbas dibe û pêşbînîyan li ser rewşa paşerojê ya desthilata siyasî û ewlehî di nav rûpelên vê romanê de ji me re pêşkêş dike, ku xwîner yekser rûbirûyî rewşa heyî ya dewlet û desthilatên dîktator dike. Orwell ji xwe dipirse gelo rewşa Ingilistanê dê çawa be heger bikeve bin sîwana desthilateka gelemperî? Ji vê pirsê çirûska pêşîn a nivîsandina vê romanê rû da û îroj hem weke berhemeka nivîskî û hem jî weke jîwarîyeka heyî li ber çavan ku em di nav de dijîn, dibînin.
Kurtejîyana Orwell:
George Orwell di 25/6/1903yan de li wîlayeta Bîhar a Hindistanê jidayik bûye, piştî salek ji temenê wî temam dibe, dayika wî, wî dibe Ingilistanê, dayika wî dixwest ku li dibistanên dewletê bixwîne, lê ji ber rewşa aborî ya ne baş, wan Orwell di 5 salîya wî de şandin dêra li ser Çemê Taymiz li Bajarê Hênlî. Paşê bi alîkarîya rêvebirê dibistanê Orwell di sala 1911an de li dibistana Sant Qubrus 5 salan xwend, di 13 salîya xwe de li Zanîngeha Ayton hat pejrandin û ta sala 1921an xwendina xwe qedand. Di sala 1922an de di Esayîşa Empratorîya Hindî de li Bormayê dest bi kar dike, di 1924an de dibe alîkarê rêvebirê bajêr, paşê li gellek herêm û bajaran wekî polîsekî Birîtanî kar û xebatê dike û çavên wî li ser gellek qewimînan vedibe, di sala 1929an de vedigere Londonê û 5 salan li wir dimîne, li Îspanîyayê di 1936an de bi “Îlîn Oşgênsî” re dizewice, dema rewşa şerê xwecihî li wir dişopand. Kar, xebat û nivîsarên Orwell bêrawestan bûn û di gellek rojname û kovaran de gotarên sîyasî û wêjeyî belav kiriye. Di 1947an de bi nexweşîya Silê dikeve û rewşa wî ya tenduristî xerab dibe ta ku di 21/1/1950î de û di 46 salîya xwe de koça dawî kir û li gor gerdişên kenîseyê wekî ku Orwell dixwest li Londonê hate binaxkirin.
Kurteya Romanê :
“1984” ne romaneka rêzebûyeran e, lêbelê ew rewşa civaka di bin desthilateka dîktatorî de dide xuyan. Bûyerên wê li Londonê, paytexta Ingilistanê, diqewimin, di sala 1984an de, ev bûyer rû didin û lehengê wê Winston Smith e ku hemwelatîyek dewleta Oqyanya û sembola opozisyonê ye, Oqyanya yek ji sê dewletan e ku cîhan di sala 1984an de li hev dabeş kirine (Oqyanya, Îstasya, Orasya), ew welateke di bin desthilata yek partiyê de ye; “Partîya Sosyalîzim a Inglîzî”, serokê wê partîyê heman serokê dewletê ye jî, bi navê “Mezintirîn Bira” tê naskirin û hemû tişt di rêya akranên çavdêrîyê de, di bin çavdêrî û şopandina wî de ne. Ew dewlet ji çar wezaretan pêk tê:
1- Wezareta Rastîyê: Winston yek ji karmendên vê wezaretê ye û karê wê afrandina derewan, sextekirina rastîyên dîrokî û guhertina rastîyên di rojname, kovar û pirtûkan de ye, li gor bercewendîyên partîyê.
2- Wezareta Hezkirinê: Karê wê îşkencekirina welatîyan e û dijberîya têkilîyên cinsî dike.
3- Wezareta Aştîyê: Hemû karûbarên şer û cengbazîyê dike.
4- Wezareta Berhemdarîyê: Karê wê birçîkirina welatîyan e daku li gor xwesteka partîyê tev bigerin.
Belengazî, hejarî û rebenî di vî welatî de pirr e, lê Wezareta Rastîyê berûvajî rewşê agahîyan radighîne û welatîyan dixapîne ku ew di rewşeka baş û di hebûnê de dijîn. Pirtûk, xwendin û nivîsandin ji tiştên qedexe ne, di rêya “Asayîşa Ramanan” çi kesê ku pênûs û hin pelên nivîsê li cem wî hebin, ew dibe tewaneka mezin û li ser tê îşkencekirin û zindankirin. Orwell di vê romana xwe de dibêje: Wekî ku partiya tekane bi serokatîya “Mezintirîn Bira” welat bi rê ve dibe, pêwîst e welatî jî beşdarî partîyê bibin û fêrî dirûşmeyên wê bibin:
-Mezintirîn Bira çavdêrîya te dike.
– Şer aştî ye.
– Nezanîn hêz e.
– Azadî koletî ye.
Di dawîya romanê de Orwell nirxên mirovahîyê wekî tiştek paşguhkirî dide nasîn, li alîyê din zordarîya partîya tekane û desthilata wê ya gelemperî li ser gelan dîyar dike; ta wan di jîyanê de bike hejmarek bênirx, bêhest û bêarezû ku ti xewn û xeyalên wan tune ne, tenê wekî alavan ji tirsa “Mezintirîn Bira” kar dikin da ku razîbûna wî qezenc bikin, ji ber ew her gav û her dem ta di malên xwe de di bin çavdêrîya wî de ne.
Dawîyê Winston û evîndara wî Julia tên girtin û Winston di bin îşkenceya tund de ji helwesta xwe ya li dijberî partîyê vedigere, her wiha hest, nirx û binçîneyên xwe jî li gor daxwaza wê diguherîne, lê sîyaset û rêbaza îşkenceyê li vir ranewstîya ta ku ew ji nirxên mirovî bi giştî şûştin ku ne tenê dest ji yara xwe berda, lêbelê qîr da û xwest ku wê jî îşkence bikin.
Felsefeya Romanê:
Romana “1984” ji navdartirîn romanên (Dîstobiya/ Dystopia) û ji cihêwaztirîn romanên sedsala 20an e. Orwell wêneyek a civaka ku her tim ji cengê re li kare dişayesîne, civaka ku aqil tê de tê çewisandin û mirov ji hemû nirx û hestên mirovî tê şûştin di encama tirs, zordarî û îşkenceyê de. Civaka di bin desthilata îdyolojîya yekpartî ya dîktator de ku bi rêya çavdêrîya wê ji hemû tiştî re; welatîyan ji azadîyê bêpar dihêle û hemû taybetîyên jîyana wî dihetikîne.
Tevî ku bûyerên romana Orwell li Londonê diqewimin û wî weke pêşbînîyek bo rewşa sîyasî û ewlehî ji me re pêşkêş kiriye, lê ev bûyer ji jîwarîyek rastîn girtîye ku di wê demê de rewşa Yekîtîya Sovyêtê bû.
Em dikarin bibêjin ku hêvî di civakên bi vî rengî de tune dibe, civaka ku şer, tirs û zordarî tê de ji hêzên sereke ne. Li alîyê din endamên partîyên bi heman hişmendîyê bawerîya wan bi îşkenceyê tê ji bo mejîşûştin û veqetandina welatîyan ji nirx û binçîneyên mirovî, her wiha pişaftina wan di nav jîyana zor û zehmetîyê de, ku ji wan re dibe rastîyek heyî û cihê bawerîyê.
Bi vî hawî Orwell romana xwe bi bêhêvîbûnê bi dawî dike dema Obrayn dibêje “Heger tu dixwazî wêneyekê ji siberojê bibînî, wêneya soleke ku rûyê mirovekî heta bêdawîyê diperçiqîne nîgaş bike”, lê em ê di vê pêşkêşîya xwe de hêvîya azadî û serbestîyê zindî bihêlin û bi gotina lehengê romanê bi dawî bikin dema ku jê hat xwestin di bin dîktatorîyetê de were pişaftin û rewşa heyî ya li gor partîyê bipejirîne û li gor wê bijî û tev bigere, lê Winston ev yek red kir û got: “Hûn nikarin cîhanekê li gor xwe ava bikin, ev xewnek ne pêkan e, ji ber ne gengaz e ku hûn şaristanîyekê li ser tirs, nefret û zordarîyê ava bikin û heger cîhanek bi vî rengî were dîtin ew ê ne mayinde be, ji ber ti awayên jîyînê dê tê de tune bin û paşê dê ji hundirê xwe ve were parçekirin û wêrankirin”.