Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
ÇARENÛSA NE DÎYAR A GIRTÎYAN LI SÛRÎYAYÊ – Kovara Şar

“Birayê min Eymen leşkerîya hikumeta Sûrîyayê ya neçar dikir, ji sala 2013an ve me ti nûçe jê negirtiye”. 

Ehmed Xanê yê ji bajarê Dirbêsîyê ye, dibêje me gelek caran hewil da em agahîyan ser wî nas bikin, “lê mixabin heta roja îro me tiştek nas nekir”, her wisa Ehmed got ku wan gellek pêwendî bi fermendarên leşkerî yên di nava hêzên hikumeta Sûrîyayê de kir, “wan fermendaran pere ji me dixwestin û soz didan me ku dê agahîyan ser Eymen bidine me, lê dema me pere ji wan re dişand, nema bersiva me didan, her wiha hejmarên telefonên xwe diguherîn”. 

Roja 15ê adara 2011an dê di bîra hemwelatîyên Sûrîyayê de bimîne, ew roja destpêka tevgera gelêrî ya Sûrîyayê bû. Di  wê rojê de li  Şama paytext û hin bajarên din gel ji bo başkirina rewşa jiyanê derketin xwepêşandanan. Çalakiyên gel veguherîn pevçûnên leşkerî di navbera hêzên rejîmê û dijberîya girêdayî hêzên dereve de; rewş li Sûrîyayê tevlihev bû.

Berdêlê pevçûnan jî gelê Sûrîyayê da, Ji despêka alozîya Sûrîyayê û heta niha bi hezaran kes di zindanên Sûrîyayê de windayî ne, û çarenûsa wan ne dîyar e. Ji bilî  windakirinê di zindanên Sûrîyayê de, gellek sivîl hatin kuştin, revandin, û gellek binpêkirinên din di mafê wan de hatin kirin. Li gorî Çavdêrîya Mafên Mirovan a Sûrîyayê (SOHR) di nava 9 salên alozîya Sûrîyayê de /116/ hezar û /86/ sivîlan (80 hezar û 307 mêr, 22 hezar û 75 zarok, 13 hezar û 704 jin) hatine kuştin.

(Semîra), 40 salî ye û ji bajarê Qamişloyê ye, ya xwest xwe bi vî navî bide nasîn, dibêje birayê min ji sala 2013an ve li cem rêjîma Sûrîyayê gitîye “û heta niha em nizanin bê sax e yan mirî ye”. (Semîra) da xuyan ku malbatê wan gellekî hewildanên xwe bo naskirina çarenûsa wî binasin lê negahştin ti encamê.

Sûrîyayê tê naskirin ku yek ji dewletên herî bi nav e di warê girtîgehan de, û bûye cihê herî metirsîdar bo hemwelatîyê Sûrîyayê. Rêjîma Sûrî ji dema ku partiya Bais û Esedê bav bi rê ve bir, di gellek tiștan de mafê mirovan binpê dike,yek ji wan binpêkirinên girtîyên sîyasî, windakirin û îşkencekirin e.

Gellek girtî û windabûyî li zindanên hêzên cihêreng li Sûrîyayê çarenûsa wan ne dîyar in, nemaze piştî pirrbûna hêzên leşkerî li ser xaka Sûrîyayê, ku pirranîya wan jî pabendî bi qanûnên mirovî û yê navdewletî di dema şer û pevçûnan de nabin. 

Bêhtirî salekê li ser bidawîbûna DAIŞê derbas dibe, lê heta niha çarenûsa gellek kesên ku di zindanên wan de girtîbûn ne dîyar e. Yek ji girtîyên ku heta niha çarenûsa wan ne dîyar e Ferhad Hemo ye, peymnêrê Rûdawê yê Rojavayê Kurdistanê. Birayê Ferhad, Aras Hemo dibêje “Roja 15ê meha berfanbera 2014an, birayê min Ferhad Hemo û kamêrevanê wî Mesûd Eqîl ji alîyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin, Ferhad û Mesûd l li ser rêya navdewletî ya di navbera bajarê Qamişloyê û bajarokê Til Koçerê de hatin revandin, Piştî nêzîkî 10 mehan ji bûyera revandina wan, di çarçoveya pevguherîna dîlan de, di 21ê îlona 2015an de, Mesûd Eqîl hate berdan, di destpêkê de ji me re hate gotin ku wê Ferhad û Mesûd bêne berdan, lê tenê Mesûd û hin ji endamên Yekînîyên Parastina Gel hatin berdan, û heta niha û piştî bidawîbûna DAIŞê mixabin çarenûsa Ferhad ne dîyar e”.

Aras bang li rêxistinên navdewletî û yên mafên mirovan kir û bi taybet li hêzên Koalîsyona Navdewletî û Hêzên Sûrîya Demuqratîk ku dosyaya girtîyan vekin piştî ku gellek ji fermandarên çekdarên  DAIŞê li Baxozê girtin da ku çarenûsa birayê xwe nas bike.

Piştî dagirkerîya dewleta Tirik û komên dijberîya Sûrî yên çekdar ên girêdayî wê ji Efrînê re, gellek binpêkirin di mafê sivîlan de hatin encamdan. Rêxistina Mafên Mirovn a Efrînê, kuştina zêdetirî /50/ jinî, revavandin û destdirêjîya zayindî li dijî /60/ jinan belge kiriye. Ev belge xwe dispêrin şahidên ji niştecihên Efrînê yên ku ji ber sûcên dagirkeran revîyan e.

Li gorî rêxistinê rêjeya binpêkirinên li dijî jinan ji kuştin, revandin û destdirêjîya zayindî %30 e, û heta niha bi sedan ji jinên Efrînê di zindanên çekdarên girêdayî dewleta Tirkîyê de ne, û malbtên wan ti agahîyan li ser keçên xwe nizanin.

Li gorî biryara, hejmara (65/169), ya Neteweyên Yekbûyî (UN), 24ê adarê ji her salê, wekî roja cîhanî ya zanîna rastiyên girêdayî binpêkirinên li dijî mafên mirovan û rêzgirtina rûmeta qurbanîyan tê naskirin. Di 24ê adara 1980an de Monsignor Oscar Arnulfo Romero yê ji Salvadorê hate kuştin. Ji ber karê binirx ê Monsignor bo parastina mafên mirovan û rûmeta mirovahîyê de, her wiha têkoşîna wî ya li dijî hemû cûreyên tundîyê Neteweyên Yekbûyî ev biryar da.

Kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çekdarên wê yên kuştin, destdirêjî, talanî û dizîyê li Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Spî berdewam in.

Li Serê Kanîyê, ev bêhtirî şeş mehan e çarenûsa Mehmûd Hesen Omerî ne dîyar e, Mehmûd xortekê xwedî pêdivîyên taybet e, dema ew û dayika xwe berê xwe dan bajêr da ku nas bikin çi bi mal û milkên wan hatiye, Mehmûd ji alîyê çekdarên girêdaî Dewleta Tirik ya dagirker ve yê bi navê “El Hemzat”, di 24/11/2019, hate revandin. Şerîfa Slêman dayika Mehmûd dibêje “dema ez û Mehmûd rêbendên çekdaran ên ser rêya ku diçe bajêrê me derbas kir û min nasnameya xwe û ya Mehmûd ya nexweşîyên Neurolojîk radestî wan kir da me derbas bikin, lê dema em  gihaştin bajêr çekdar nehiştin ku em derbsî malê bibin û 4 çekdar êrişî Mehmûd kirin û lêxistin û ew xistin zindanê”. Şerîfa dibêje kurê min nexweşê pişka mêjî ye û ew hewcedar e ku hertim kesek pê re hebe ji bo ku xwarin û vexwarina wî û her wiha dermanê wî bidine wî, “lê niha Mehmûd bi tena xwe ye û heta niha çarenûsa wî ne dîyar e”.

Şerîfa got ez bang li hemû kesên ku dibêjin em parastina  mafê  mirovan dikin ku kurê min ê nexweş ji destê wan çekdaran xelas bikin.

Evîn Cumia, Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan a Herêma Cezîrê, got: “Piştî dagirkerina dewleta Tirik ji Serê kanîyê û Girê Spî re, di dema şer, her wiha piştî dagirkerinê jî dema ku ew milet berê xwe dane her du bajaran li ser rêbendên kontirolê gellek sivîl, ku di nava wan de gellek jin hebûn, ji alîyê dewleta Tirik û çekdarên wan ve dîl hatin girtin, li gorî belgeyên cem me heta berya du mehan derdora /90/ kes li girtîgehên çekdaran e, gellek ji wan berê wan dane girtîgehên dewlet Tirik ên Tirkîyê û heta niha çarenûsa wan ne dîyar e, hijmareka Jin di nava wan de heye ew Jin gellek işkence derheqê wan hate kirin”.

Evîn da xuyakirin ku girtina van sivîlan li dijî zagonên navdewletî ye, ji ber ku ev kes nasnameya wan Sûrî ne, gerek heger sûc kiribin li gorî zagonên dewleta Sûrîyayê bêne dadgehkirin.  

Mafnas û  Parêzer Mehmûd Cemîl got ku rewşa girtîyên ku di zindanên rêjîma Sûrîyayê, yan DAIŞê yan çi hêzên ku girtî li cem wan hene, mafên wan têne xwarin, her wiha tên îşkencekirin, lêdan, û rêz ji nerînên wan re nayê girtin. “Wekî em dizanin ku di rêbazên Neteweyên Yekbûyî de, çi soz û peymanên navdewletî hatine damezirandin mafê azadîya nerînê di wan de parastîye, lê mixabin li gel me ev tişt pêk nayê, tevî ku her kes di belgeyên xwe de, di rêbaz û daxuyanîyên xwe de dibêjin em rêzê jê re digrin, lê mixabin ev tişt nayê pêkanîn”.  

Berya demekê Encumena Sûrîya Demokratîk (MSD)ê destpêşxerîyek ragihand, û Komîteya Şopandina Dosyaya Girtî û Revandîyan li tevahî Sûrîyayê ava kir, ev komîte Erka wê lêgerîna li ser rewşa tevahî girtî û revandîyên li gel hemû alîyên li Sûrîyayê ye. Li gorî MSDê ev destpêşxerî li ser daxwaza (NY)yê ya serbestberdana girtîyan di gel metirsîya li ser jîyana wan û geşkirina agirbestê, pêk hat.

Hêjayî gotinê ye, ku ev destpêşxêrî girtîyên Encumena Niştimanî Kurdî li Sûrîyayê (li gorî lîsteya ku wan pêşkêşkiriye) yên li cem Rêveberîya Xweser jî digre ser xwe.

MSDê eşkere kir ku wan tîma xebatê, ya ji malbatên girtîyan û kesên revandî, pisporên sîyasayî û çalakvanên civaka sivîl pêk tê, ava kir, da ku bi hevkarîya desteyan, rêxistinan, û sazîyên herêmê û cîhanî agahîyên taybet bo dosyaya girtîyan dîyar bikin, û planên têkildarî hêvî û xwestekên Sûrîyan di dadmendî, û sizakirina sûcdaran de deynin. 


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170