
Mejîyê rojhilatî bi awayekî seyr li ser binyada (yekbûn û yekîtîyê) siwar bûye, anku (Newekhevî) û (Nakokî) li cem bûne yek û heger deng û rengê te ne wek ên min bin naxwe tu dijmin î û gerek an tu bibî weke min yan jî tu hîç nemînî.
Mixabin ku ev têgihaştina şaş, ji kûrahîya dîrokê ve heta roja me ya îroj, heye û bi yek carî bûye sedema şer, ceng, koçberkirin, kuştin, talan û zordestîyê.
Li seranserî cîhanê, welatek tenê ku “xwerûnetew” yan “paknijad” be tune ye û li seranserî cîhanê jî her kes – ji pêvî yên mejîşuştî û yên ku ji yek alî li dunyayê dinêrin- vê rastîya beloq dizane û dizane jî ku xelkên newekhev dikarin bi hêsanî bi hev re bijîn.
Va îroroj, wek nimûne, li welatên herî pêşketî (li Ewropa û Amerîka) du netew û sê û çar û deh bi hev re li ser xakekê dijîn û her kes û gel ji wan, di bin sîya qanûnê de, erk û mafê xwe û yên hevsî û hevwelatîyên xwe xweş nas dike û mafxwerî û zêdegavîyê tu carî lê nake.
Tenê li van welatên me -û her weha li welatên paşketî yên weke me- sêgoşe û çargoşe, ne carekê lê sed carî, li hev diterpilin û xwîn û xwêdana hev dirijînin bê ku carekê tenê bi hêminî li hev rûnên, guhdarî bikin û sûdê ji çewtîyên duh bigirin da ku siberojê dîs nekevinê.
Sûrîya welatekî ferehnetew e û ev serê şêst salî partîya Beis û serok û fermandarên wê gotina (Sûrîya ya ereb) di serê xelkên xwe de diçînin heta ku ew gihandine radeya ku wan ji sedî sed pê bi bawerî dane, êdî çi xwedî neteweka din li Sûrîyayê ne hevwelatî ye lê bîyan û mêvan û aware ye.
Van rojên dawî, hevnêzîkîyek di navbera hin partîyên sîyasî yên kurdên Rojavayê Kurdistanê (Bakurê sûryayê) de pêk hat.
Lê xuya bû ev lihevhatin ne li gor bayê serê hin netewperistên ereb ên rikber hat û wan tam bi çavên partîya (Beis) lê nêrî, lewra çend daxuyanî û belavok li dij derketin, anku ev lihevhatin metirsîyeka mezin e û ew ê (Cezîra sûrî ya ereb) veqetîne û daqurtîne û zîyan û setemkarîyê bigihîne ereb û netewên din ên herêmê.
Jixwe ev tirs cureyeka “êrîş”ê lê di kirasê “xweparastinê” de ye ji ber ku xwedîyên wan belavokên navborî rojekê jî dengê xwe ji bo parastina kurdan û şermezarkirina neheqî û setemkarîya ku dihate serê wan hilnedane, lê ev “hêsirên nehingan” herikîn tenê gava berjewendîyên rejîma Esed (a ku xwedê giravî dijminê wan e!!!) kete ber lawazî û jidestçûn û heraftinê.
Bi wan kesan nexweş hat ku kurd li Sûrîyayê -piştî jêmayîna sed salî- xwe bi rê ve bibin û bi zimanê xwe bixwînin û biryara wan ji dest û serê wan be ji ber ku ew rikberî bi xwe li ser dogma (yekbûnê) perwerde û xwedî bûye, jixwe ne yekbûna biratîyê lê yekbûna jor û jêr, axa û xulam û serdest û bindestan.
Helbet, ev perwerdehîya nijadperist a dehên salan e û çi kesê ku li dibistan û zankoyên Beis xwendibe peşkên wê perwerdehîya reş lê ketine, lewra em di nav pêkhateya ereb de dibînin ku çîna gundî (ya nexwende) ji ya bajarî (ya xwende) paktir û nermtir e û tu kevnebawerîyên wan li dijî tu pêkhate û miletê din tune ne. Ev yek, mixabin, nîşan dide ku, di bin desthilata zordestan de, nexwendewarî ji xwendewarîyê çêtir e.
Perwerdehîya zordest çîn û pêkhateyên miletê xwe li hev sor dike da ku her dem ne li hev bin û her dem hewcedarên rêjîma zordest bin ku wan ji hev navcî bike. Bi vî rengî, ew pêkhate her û her lawaz û nezan dimînin û ew rêjîm her û her xurt û ser xwe dimîne.
Di encamê de:
Miletên Sûrîyayê dikarin bi hev re bijîn lê divê xweş bête zanîn û fêmkirin ku:
– Destdanîna ser maf û çarenûsa xelkên din ne karekê mirovî ye û heger demekê pêk hat jî ew namîne bo her dem.
– Federalî ne cudaxwazî ye lê tenê misogerîya mafê xwebirêvebirinê ye û mafê her miletekê ciyawaz e ku ew, di çarçoveya dewletê de, xwe bi rê ve bibe.
– Lihevhatina kurdan derî li ber lihevhatina tevahîya sûrîyan vedike û heger, li alîyê din, rêjîm û rikberîya xwe jî li hev hatin ew ê bê guman bibe destpêka çareserîya dawî.
– Kes, li Rojavayê Kurdistanê, ji ber nijad, tuxm, ol, reng, bîr û bawerîyên xwe di metirsîyê de tune (Sê zimanên fermî hene: Kurdî, Erebî û Suryanî û di Peymana Civakî de jî wekhevî bendekê sereke ye û dibistanên erebî û suryanî û peristgehên misilman û xiristyanan fermî û heşkere vekirî ne).
– Hizr û ramanên (Beis)a faşist sedema sereke ya wêrana vî welatî ye û gerek miletê sûrî xwe bi yek carê jê bişo û berê xwe bide hizr û ramanên mirovperwerîyê.
– Dem ne dema şovînizm û sepandina nasnameyan e û xwedîyê Rojavayê îroroj ew e çi kesê ku beşdarê avakirina wê be.
Ji bo hevjîyanê: Ev ne rêzebijare ye tu bikî yan nekî lê tek bijare ye.