JI DAYIKBÛNÊ VE RONÎYA DUNYAYÊ NE DÎTINE

Di himbêza dayika xwe de, Hisênê deh salî, ji bo ku bi tenê bimîne, bi qêrînî digirî û tevgereke bi hêrs dike.

Hisên tev li daiyk û malbata xwe, bi sedema dagîrkerîya Tirkîyê, û girûpên girêdayî wê, ji bajarê Serê Kanîyê re, ji mala xwe ya li gundewarê bajêr, reviyan, û di konekî de li nav kampa Newrozê ya dikeve bakurê bajarê Dêrikê, bi cih bûne.

Piştî ku temenê Hisên bû du sal, dayik û bavê wî bi nexweşîya wî hişyar bûn, ku xwedî mejîyê pûç e, wê çaxê û li gor bizîşkan, êdî nema sûda dermankirinê wê hebe.

Dayika Hisên ji ŞAR re dibêje ku, ji şeş mehan ve li kampê dijîn, êş û azarên kûr bi rewşa lawê xwe re, derbas dikin. “Hestekî pirr biêş e, dema ku ez li lawê xwe yê bê çare dinêrim, bitaybetî dema bi hêrs dibe û ji jêr kontirola me derdikeve, û ti tişt bi destê min nayê da ku ez alîkarîya wî bikim”.

Di nav konên kampa Newrozê de, çîrokên biêş pirr in, rawestana zarokên xwedî pêdivîyên taybet li ber derî û pencereyên wan konan, hûrgilîyên van çîrokan dîyar dikin.

Li milê din ê kampê, çîroka Ehmedê pênc salî cuda ye, berovajî hevalên wî yên dîtir e, hinek bi çavên xwe beşdarî lîstokan bi zarokan re dibin, û hinek bi ken û girnijîna xwe beşdar dibin, lê Ehmed ji roja ji dayikbûnê ve çavên wî ronîya dunyayê ne dîtine.

Xwîşka wî bi destên wî digire û li derûdora kampê digerîne, Ehmed jî bi zîrekbûna xwe ya balkêş, çi cihê di nav re derbas dibe, êdî dikare ji wir bi tena xwe vegere ber bi konê malbatê ve.

Mîna her malbateke li vê kampê dijî, malbata Ehmed xwedî rewşeke aborî ya xirab e, ev yek bandoreke neyênî li çavên Ehmed kiriye ku, dermanên pêwîst ji bo wan nayên peydakirin.

Dayika Ehmed bi keser dibêje: “Berî reva me ji Serê Kanîyê, em sozdarê çûna ber bi Şamê ve bûn, da ku derzî li lawê min bikevin û çavên wî bi ronî bibin”.

Dayika Ehmed berdewam kir û got: “Lê mala cengê wêran bibe, çûna bo dermankirina lawê min jî ji dest me çû, û me karîna kirrîna wan derzîyan jî ji dest da”.

Li gorî bizîşkan, her şeş mehan, pêwîstîya Ehmed bi derzîyekê heye, ev yek sê caran wê were dûbarekirin da ku Ehmed karîbe bi her du çavan bibîne, lê nirxê her derzîyekî digihêje zêdetir ji 600 hezar lîreyên sûrî, ku bi gellekî ji karîna malbatê bilindtir e.

Zarokên xwedî pêdivîyên taybet, li her cihî pêwîstî rewşeke taybet û guhdaneke cuda ne, lê hin ji wan zarokan ku bi sedema dagîrkerîya Tirkîyê ji bajarê wan (Serê Kaniyê û Girê Spî û Efrîn) re, ji alîyekî ve di rewşeka xirab û xizmeteke lawaz de dijîn, û ji alîyekî din ve, derfeta dermankirinê, bi sedema jîyana di kampan de, ji dest dane.

Kon, meydan û her goşeyek di vê kampê de, çavkanîyên êşên xelkên ku xwe lê girtine, rondikên dayikên van zarokan her rojê, mîna kanîyan diherikin, çav li rêya vegerê ne, bendewarê derfeta jîyaneka hêsan û bê alozî ne.

Dayika Hisên li lawê xwe dinêre û dibêje, tenê hêvîya min ew e ku ez lawê xwe saxlim wekû hemû zarokan bibînim.

Close