Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
“NIKARIM DEBARA JÎYANA XWE BIKIM MA EZ Ê ÇAWA XWE DERMAN BIKIM” – Kovara Şar

“Ez mehane /80/ hezar l.s werdigirim, de îcar ampêr, av, xwarin û pêdivîyên zarok û malê, ew ê çi ji bo dermankirina nexweşîyan re bimîne?! Jina bi navê Rojîn Mihmed ku li “Mala Munetê (qûtên salê)” dixebite, amaje bi rewşa debara mala xwe kir û got ku ew dêya 9 zarokan e, hevserê wê jî xityar e û şixulkirê malê tune ne, “nikarim debara jîyana xwe bikim ma ez ê çawa xwe û malbata xwe derman bikim”.

Ev serê çend salan e kirîza Sûrî bandor li hemû warên jîyanê kiriye, herêmên Bakur û Rohilatê Sûrîyayê û Rojavayê Kurdistanê ne dûrî vê kirîzê bû. Herêm ji hemû alîyan ve dorpêçkirî ye, made, alavên bizîşkî û pêwîstîyên qada tendirustîyê û xeynî qadê, hem nayên herêmê hem jî li hundirê herêmê peyda nabin û eger peyda bibe jixwe ew ê bi buhayekî beloq be. Li aliyekî din jî hejarîya xelkê rê nade ku xelk derbasî herêmên wekî Şam, Heleb, herêma Kurdistanê û hwd bibin, lewra xelkê ji tunebûnê hebûnek çêkir, bi kelûpelên kêm, kadroyên pispor û ne pispor hema hema xwe ji kirasê bindestîyê xelas kirin.

Ehmed, 45 salî ye, ji bajarê Qamişloyê ye, dibêje ku bihaya dermankirinê li cem bizîşkan û li nexweşxaneyên taybet pirr bilind e, Ehmed anî ziman ku wî bavê xwe li nexweşxaneya Dil û Çav a Qamişloyê bi bihayeke kêm derman kir, “danîna şebeka dil li nexweşxanîyên din bêhtirî /1,5/ milyon l.s bû, lê li nexweşxaneya Dil û Çav kêmî nîvê wê bû”. 

Desteya Tendirustîyê ya Herêma Cezîrê, ji par ve, navendên rezonîkî ya magnetîkî (MRI), navendên tomografî (CT scan) û Nexweşxaneya Dil û Çav vekir, li van navendan nexweş bi pereyekî pirr kêm têne dermankirin; bi vî awayî barê nexweşan hinekî sivik dikin û azara gelê xwe hembêz dikin. 

Bizîşkê diranan, Bendewar Ednan Mihmed, behsa bilindbûna heqdestên doktoran kir û wiha axaftina xwe doman: “Di vê wextê de tişta herî erzan heqdestên doktoran e, rast e heqdestên bizîşkan bilind bûye, lê dîsa jî li hemberî nirxê kelûpelan, madayan û pê de here û here pirr kêm e û ti carî doktor li gorî ku tê xwestin pereyan wernagirin”.

Şênîyên Rojavayê Kurdistanê, wekû hemû şênîyên hemû cîhanê bi belavbûna petaya “Covid 19” bandor bûn. Bi ser de jî kirîza aborî derket pêş û li Sûrîyayê ev kirîz dijwar bû, nexasim piştî daketina nirxê lîreya sûrî li himber dolarê amerîkî, jixwe herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê ji vê kirîzê ne bêpar bû.

Warê tenduristîyê jî para xwe ji vê yekê stand û li seranserî Rojava, nemaze li Qamişloyê, bihaya dermankirinê (muaîne) û kirrîna dermanan bilind bû. 

Dr. Ednan dibêje: “Mesele heke heqdestên doktoran be, berî vê buhabûnê /500/ lîreya sûrî bû, di îronîya me de deh dolaran dike û talîya matalî  divê heqdestên doktoran li gorî lîreya sûrî /2500/ bûya, lê niha doktorê herî zêde heqdestên xwe digire /5000/e. Di vir de tadayî li welatîyan dibe, ji ber lîreya sûrî mirîye, şixulkerên sêribê xelkê tune ye û di dawîyê de ew ê welatî zehemtîyan bikişîne”.

Her wisa Dr. Ednan got çare ew e ku “welatî berê xwe bidine nexweşxaneyên ku pişkirîna nexweşan bê pere dikin”.

Şênîyên Qamişloyê ne tenê zehmetîya bihaya dermankirinê dikişînin, lêbelê ji buhabûn û kêmbûna dermanan jî bi gazin in.

Ciwan, ji Qamişloyê, dibêje ku bi zor û zehmetî ew dermanê dêya xwe peyda dike, “tu diçî dermanxaneyekê ji te re dibêje ev derman tune, lê ew bixwe li cem heye, tenê li bende ye ku bihaya wê bilind bibe”.

Li bajarê Qamişlo bijîşkên herî bi bilindbûna dolar re û pê de here û here bandor bûne, bizîşkên diranan e, ji ber taqîgehên diranan çêdikin pera du qatan zêdetir dixwazin û madeyên diranan jî hem buha ne û hem jî peyda nabin, ev jî dihêle barê doktor û barê nexweş girantir bibe û ji destan derkeve.

Kesê ku xwest xwe bi navê (Ehmed) bide nasîn dibêje ku ew ji berîya 20 salan ve mamosta ye li dibistanên hikûmetê, û niha /47/ hezaran ji dewletê werdigire, Ehmed anî ziman min dixwest ez diranên xwe derman bikim, lê bi rastî gellekî buha ye, lewra min ji dev dermankirinê berda”.

Tev li hewildanên destên Rêveberîya Xweser ên têkildar bo kontirlokirina vê mijarê, lê hê jî ev mijar bûye cihê keysbazîyê, çi ku hemû alî bi gazin in, çi bizîşk û çi dermanxane û çi welatî; ji ber hemû jî dibêjin ku ew qurbanîyên kirîza aborî ne.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170