Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
PEREYÊN KU JI DERVE DERBASÎ HERÊMÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DIBIN BINGEH E BO DEBARA JÎYANA HEVWELATÎYAN – Kovara Şar

Gellek ji kurdên Sûrîyayê berî kirîza sala 2011an a ku li Sûrîyayê qewimî berê xwe dan welatên din, hindek jî piştî bûyerên şer û alozîya li vî welatî, xwestin li derfeteke jîyanî ya guncawtir bigerin.

Bereya yekem jî Ewrupayê bû, li wê derê xebat û kar bi mûçeyên bilind kirin û dikin, derfet û fersend jî pirtir bûn.

Ew pere û dahata ku ji kar dihate derxistin, hate veguhestin bo Sûrîyayê û taybet bo herêmên Rojavayê Kurdistanê. Û di çend salên derbasbûyî de veberhênan, kompanî, kargeh li vê herêmê hatin avakirin.

Dirav û ciyawazîya wê, berî û piştî alozîya li Sûrîyayê ne wekî hev in, mînak, berî alozîyê her 1 Euro bi 50-60 leyreyên Sûrî bû, lê piştî rûdana alozîyê di navbera salên 2012 û 2013an de, her 1 Euro bi qasî 500-600 leyreya Sûrî bû.

Piştî sepandina biryara “Qeyser” a Amerîkî di 17ê meha pûşbira 2020an de, her 1 euro bi 2600-2700 leyreyên Sûrî ye.

Şênîya bi navê Xezala Ibrahîm ku ev 20 sal in kurê wê li Almanyayê dijî dibêje: “Ez, kurê min yê biçûk û bûka xwe di yek malê de dijîn, halê me pak e, lê ev alozîya aborî ya ku heye ecêb e, gava ez buhaya dolar û euro di roja îro de dibînim, ez behetî dimînin, çilo mirov nikaribe debara jîyana xwe li welatekî bike, kurê min ê li Almanyayê dijî her demekê û demekê ji me re pereyan dişîne, yeqîna we ji xwedê be ku wan pereyan neşîne, em nikarin debara jîyana xwe bikin û carinan li parîya nên û qûtê malê heyirî dimînin”.

Qanûna Qeyser ya ku ev nêzî sê mehan e ketiye piratîkê, dest û lingên hikumeta Sûrîyayê, di alîyê projeyên aborî û karsazîyê de, girêdan. Her wiha vê qanûnê hişt ku hikumet êdî nema piştîvanîya berhemên xwecihî bike.

Bandora neyênî ya sizayên qanûna “Qeyser”ê li ser Sûrîyayê, kir ku aborîya welat bi tevahî kontirola xwe ji dest bide.

Sûka Dolar jî naşka ve, her wek xwe dimîne, lê leyreya Sûrî her li beramber dolarê Amerîkî nirxê xwe winda dike. Her wiha benka navendî ya Şamê ta niha gavên kêmkirina nirxê dolar li sûkên reş ne avêtiye li gorî ku xwediyê Kompanîya El- Welîd (Welîd Elî) dibêje, ku sedema bilindbûna Dolar vedigere ji benka navendî ya Şamê re û wiha dibêje: “Her sal berî mûsim nirxê dolarê Amerîkî bilind dibe, ew yek jî ji alîyê benka navendî ya Şamê ve, vê carê gellekî nirxê dolarê Amerîkî bilind ma, mebesta min me heyama mûsim jî xelas kir û hîn jî dolar wekî xwe ye, min bawer nedikir ku tu carî nirxê her 1 dolarê Amerîkî bigihêje 3000 leyreyê Sûrî, ji ber vê kirîza aborî zirar digihêje qatê xizan û yê navîn di civakê de, taybet kesên karmendên sazîyan û dezgehên ku mûçeyên wan bi Sûrî ye, yan jî mûçeyên wan kêm in”.

Li ser pirsa kesên ku pereyan ji derve dişînin herêmên Rêveberîya Xweser û sûdê ji ciyawazîya diravan werdigirin Welîd Elî wiha domand: “Gava kesek ji derve hebe û pereyan ji malbata xwe re bişîne, ev yek pirr baş e, em jî ji alîyê xwe ve mafê veguhestina pereyan ji derve bo Sûrîyayê kêm distînin, rêjeya em ji pereyan werdigirin 2.5 ji sedî ye, şandina pereyan alîkarîya malbatan dike ku bikaribin debara jîyana xwe bikin û hindekî jî li pêşîya xwe bibînin, ne wilo tenê gava ku pereyên derve derbasî vî welatî dibin, veberhênan, avabûna kargehan, sektora aborî geş dibe, li kêleka wê jî em wekî ofîsên diravguhertinê karê me pirrtir dibe, hêvîya me ew e ku ev kirîz bi dawî bibe, yeksengî têkeve nirxê dolar de”.

Bi lawazîya nirxê leyreya Sûrî, jîyaneka zor û zehmet tê pêşîya şênîyên Bakurê û rojhilatê Sûrîyayê, ji her malbatekê jî du kes an sê kes kar dikin, carinan jî her endamekî malbatê du karan bi hev re dike.

Ednan Igêl yek ji wan hevwelatîyên ku du karan dike da ku pêwîstîyên mala xwe bi cih bîne, “em 8 kes in di malekê de, ez û hevjîna xwe û lawikê min her yek ji me du karan dike, ez bi xwe li sazîyeke civakî û li benzînxaneya sîyahî ya bajarê Qamişloyê kar dikim, hema bi zorê xwe diqedînin, çend lawikên min ên din hene, du li Başûrê Kurdistanê kar dikin, yek jî li welatê Litwanîya ye, kurê min ên li Başûrê Kurdistan heqê dikanekê bo me şand, îca niha ez 3ê karan bi hev re bi rê ve dibim, jîyan gellekî zehmet bûye, xwezîya bi wan rojên berê”.

Cotyar Idrîs Kazim jî yek ji wan kesan e ku ev kirîz jê re bûye derd û kesereka mezin. Idrîs Kazim dîyar kir ku ji bilî cotyarîyê, nikare karekî din bike û wiha dibêje: “Ne ji birayê min ê li Almanya be, ez dikevim bobelatekê de, 8 zarokên min hene, yek kure yên din hemî keç in, mehane pere ji min re tên, eger neyên nikarim bijîm û divê ji vî welatî koç bikim, rewşa aborî li herêmê sînorê xwe derbas kir, ger wilo dewam bike û pere ji derveyî welat ser me qut bibin, divê ku stûnên mala xwe bifroşin da ku pêdîvîyên zarokên xwe peyda bikim”. 

Di vê kirîza aborî ya ku tevayî Sûrîyayê tê re derbas dibe, zehmetî û arîşeyên mezin tên pêşîya hevwelatîyan, ji buhayê kelûpelan hetanî bi bilindbûna nirxê diravan.

Pirsa ku aborînas meraq dikin, çima ta niha nirxê dolar û diravên din ên bîyanî li tevayî Sûrîyayê di hilkişînê de ye û nayê kontirolkirin?


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170