Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
CIWAN HÊZ Û SIBEROJA CIVAKÊ NE – Kovara Şar

Rola ciwanan di civakê de pirr mezin e, ku em dikarin wan wek stûnên avakirina civakan bi nav bikin; ji ber ku hêz û hezkirina pêşketin, guhertin û  naskirinê li gel wan di asta herî bilind de ye, her wiha civak jî hêvîyên xwe bi ciwanên xwe ve girê didin. Ciwan cihê xwe di hemû waran de digirin û dikarin bandorka erênî li van waran bikin, mîna: Ragihandin, sîyaset, projeyên xizmetguzarî, xwendin, leşkerî, aborî, civaka sivil û hwd…

Katrîn Ristem keça 20 salî ya ku li bajarê Tirbespîyê dijî, wiha dibêje: “Ez xwendekara zanîngehê, beşê bizîşkîyê me, lê berî xwendina zanîngehê, min wek xwebexş di Rêxistina Heyva Sor a Kurdî de dest bi kar kir û min perwerdeya birînpêçîyê stanand. Di destpêkê de, tev li ku hezkirina min ji vî warî re heye, hinek tirs xwe li min dipêça, lê heval û endamên bi min re kar dikirin, bi min re bûn alîkar û  agahîyên pêwîst û girêdayî vî warî ji min re pêşkêş kirin. Piştî min demeka baş di nav karê bizîşkîyê de li Heyva Sor bûrand ku min tûrikê xwe tije agahî û tecrûbe kiribû, paşê dema ez derbasî zanîngehê bûm gellek tişt bo min hêsantir bûn. Di karê xwe de, min hewil dida her tiştê nas dikim û karim bikim ez ji nexweşan re pêşkêş bikim,  ji ber ku her kes dikare bibe neferekî bibandor û xwedî roleka baş di civakê de, nexasim ger mijar girêdayî nexweşî û dermankirinê be, divê asta berpirsîyarîyê di lûtkeyê de be. Pê re pê re, min pêşinyazên ku karê me bi  pêş bixin, pêşkêş dikirin ku rola pêşinyazên min di rêxistinê de bibandor bûn û karîbûn cihê xwe bigirin”.

Tev li temenê Katrîn ê biçûk jî, wê xizmeteka baş ji derdora xwe re  pêşkêş kir her wiha bandorek li rêxistina ku tê de kar de kir, û hewil dida bi pêşinyaz û nerînên xwe, karê rêxistinê bighîne astên herî baş.

Hêza civakan girêdayî xurtbûn û jêhatîbûna ciwanên xwe ne, ji bo vê yekê em dikarin bibêjin ku civakên xwedî hêz, pêşketin û siberoj, ew in ên ku rêjeya ciwanan tê de mezin e. Li gor rêxistina neteweyên yekbûyî ya çand, fêrkirin û perwerdehîyê (UNESCO) rêjeya ciwanên ku temenê wan ji 15 ta 24 salan e, li seranserî cîhanê dighêje nêzî %16 ji tevahîya şênîyan, ku di cîhanê hemûyê de, nêzî /1.2/ milyar kes dikevin di bin beşa ciwanan de û li gor pêşbînîyan dibe ku jimara wan, ji rojên bê de û ta 2025an de, nêzî /72/ milîyonan zêdetir bibe. Her wiha li gor rêjedarîyan, jimara ciwanên nifşên îroj, ji salên bûrî hemûyan ve bêhtir e.

Wek me gotî, ciwan bombeyek ji enêrcîyê ne, ku dikarin hêza xwe di nav civakê de biçespînin, yek ji van ciwanan Islam El-Ferewan e, keça 23 salî ya ku li bajarê Rimêlanê dijî, dibêje: “Ez xwendekara zanîngehê beşa kîmîkê sala 3yem bûm, lê bi sedema şer min nema karîbû biçim Şamê û xwendina xwe berdewam bikin û ji ber ku belgeya xwendinê bo min pirr girîng e, min beşa aborîyê li zanîngeha Firatê li bajarê Hesekê qeyd kir, ez niha xwendina xwe dikim her wiha endama rêveberîya Desteya Pêjîyanîyê me”.

Bi tecrûbeya vê keça ciwan, hezkirina xwendin, kar, pêşketin, hebûn û bandora xwe di nav civakê de çesipand. Ku gellek biryar û berpirsyarî dikievin ser milê wê, lê ew bi enêrcîya di hundirê xwe de dihewîne, tu zehmetîyan di karê xwe de nabîne.

Ji ber ku em nikarin serê sedî sed her tiştî biçespînin, hin ciwanan xwendina xwe berdewam kirin û di heman warî de kar kirin.

Mînaka wê, Nermîn Hiso keça 22 salî ya ku li bajarê Qamişloyê dijî, xwendina diransazkirinê li Şama paytext qedandîye û niha li labratorekê karê xwe dike.

Dîsan jî ev keç hêza ciwanan tîne bala mirov, ku dikara bibe miroveka bibandor û xwedî sûd di hundirê civaka xwe de û xizmetekê ji bo welatê xwe pêşkêş bike.

Ciwan bi tena serê xwe nikarin tu guhertin û pêşketinê bêyî piştgirîya civakê bikin, anku civak û ciwan hev temem dikin ku tiştekî binirx derdxin holê, hin ji piştgirîyên ku ji erkê civakê ne ku ji ciwanên xwe re pêşkêş bike:

  • Peydakirina atmosfîra warê ku her ciwanek jê hez dike û xwe tê de dibîne, ji ber ku ev yek dê encameka bisûd debirxe holê.

  • Guhdayîna bi tendirûstîya ciwanan a derûnî û hişmendî.

  • Peydakirina pêdivîyên aborî derheqê warê ku bala her ciwanekî dikşîne.

  • Peydakirina hemû rêyên ku şarazaya ciwanan xurtir dikin.

  • Alîkarîya ciwanan ku bi serxwebûnê hest bikin û hebûna xwe biçespînin.

  • Hestkirina ciwanan bi rol û karîna wan a giring di guhertin û pêşketinê de.

Herî dawî em dikarin bibêjin, ger em bixwazîbin nifşekî ji ciwanên bibandor û xwedî hêz ava bikin, divê ji biçûkanî de em wan li gor perwerdeyeka rast û durist mezin bikin, wan neşkînin, bawerîya xwe bi ênêrcîya wan bînin, pêdivîyên pêwîst ji wan re peyda bikin û rêzdarîya hewldanên wan bigirîn, wê çaxê dê encam xwe bîne zimên.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170