
Cezîra Rojavayê Kurdistanê bi samanên xwe yên ser erd û bin erd dewlemend e, her wisa aborîya wê ya sereke li ser zevîyên çandinîyê ye, lê ji ber sedema şerê navxweyî li Sûrîyayê ev neh deh sal in, tenê çavê xelekên deverê li bendewarîya mûsima genim in, gellek caran jî miradê wan bi berhemê wê nabe ji ber şewatê.
Fêsel Saroxan ji gundê Tenûrîyê, ku 25 km li rojhilatê Qamişloyê ye, got “sala borî /100/ donim genimê min şewitî û îsal jî /50/ donim genimê şewitî”. Fêsel da xuyakirin ku par Rêveberîya Xweser “tenê tovê wan /2/ ton genim da wekî bedelê şewitî, lê îsal heta niha ti tiştek me wernegirtiye”. Fêsel daxwaz ji Rêveberîyê kir ku destekê bide wan da ku bikaribin çandinîya xwe bê zîyan bikin.
Desteya Aborî û Çandinîyê ya Rêveberîya Xweser biryar dabû ku wan cotkarên zirarmend bedel bide wan, anku wan qerebû bike, tenê di warê zîyanan de, ne di warê qezencikirnê de, lê tevî ku bi milyonan ziyan hat kirin, tenê tov bi awayekî bexşan ji cotkaran re hat dayîn.
Lê şewata herî zêde li navçeya Tirbespîyê bû, ku 31 gund dane ber xwe, ji wê navçeyê jî Zinar Mehmûd ku çandininîya wî li gundê Girê Pirê ye, derdora 3 km dikeve rojhilatê Tirbespîyê, û di encamê wê şewata mezin de li wî gundî derdora /1000/ donim şewitî, yê Zinar jî derdora /100/ donim zevîyê wî şewitî, ew dibêje “tenê tovê wan ji alîyê Rêveberîya Xweser ve hat dayîn, lê zîyan gellekî mezin bû”. Lew ra Zinar gazinan dike û dibêje “pêwîst e bi xurtbûn piştgirîya warê çandinîyê bibe ji ber bingeh e bo herêmê”.
Her wiha li gorî amarên Desteya Aborî û Çandinîyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, di encama bûyerên şewata zevîyan de ya îsal li herêmên Rêveberîya Xweser, bêhtirî /9/ hezar hektar ji ceh û genim şewitî, rêjeya wê kêmtir bû ji sala borî, ku /34/ hazar hektar genim û ceh li tevahîya Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê hatibû şewitandin.
Şewata îsal bêhtir li navçeya Dirbêsîyê bû her wiha li gundewarê Tiltemirê jî li ser sînorê devera şer a bi çekdarên opozisiyoan Sûrîyayê yên ser bi Tirkîyê ve li Serê Kanîya dagirkirî, xwedîyên wan zevîyan jî, her yek ji wan xwedîyê çîrokek xemgîn û dilşewat e ji ber rewşa feqîrtî û hejarîyê.
Fehîme Qudso, hevjîna cotkarê xiristîyanî Ebdilehed Hena Biro, ku ji pêşîyên suryanan ên li gundê Cideydê yê navçeya Dirbêsîyê ye, ku 5 km li rojhilatê bajêr dikeve, niştecîbûne, dîyar kir ku piştî demjimêrekê wê palahîya zevîyê xwe kiribana, dewam kir û got “lê agir bi leztir bû û bi qasî /30/ hektarî dada genim û ceh”. Û çavê wan westiya li saleka hejar, ku li gorî Fehîme, “bi qwasî 50 milyon pereyên sûrî wê berhemdar baya, lê bûn deyndarê /10/ milyon xercîya çandinîyê û /800/ dolar buhayê semada Rêveberîyê”.
Îsmaîl Zibêr Hemdî jî, ku ji gundê Mişêrfê yê navçeya Dirbêsîyê ye, û derdora 20 km dikeve başûrê bajêr, çîroka şewata zevîyê xwe vedibêje, “rojek ma bû min ê zevîyê xwe yê genim biçiniya, lê agirekê dijwar ji gundên hawirdorên me xwe pêça û zadê me dora /20/ hektarî libek jî nehişt”, Îsmaîl wî texmîn dikir ku dora /28/ milyon pere berhem bida, lê ew jî bû deyndarê Rêveberîyê bi /750/ dolar semad û /2200/ k.g tovê genim.
Îsmaîl Hemdî dibêje: “Me hêvîya xwe da bû ser vê mûsimê ta ku rewşa malbata xwe baş bikim, û zarokên xwe yên biçûk xwedî bikim, lê bi têkçûna mûsim re, rewşa me xerab e”.
Rêveberîya Xweser /6850/ ton tovê genim û ceh li ser cotkarên ku zîyan ji şewata mûsimê 2109an dîtibûn belav kir. Hêja ye balkişandinê ye ku Desteya Aborî û Çandinîyê /22/ k.g ji tovê genim destnîşan kiribû, ji bo her donimekî, bo ku cotkaran qerebû bike, û li gorî Desteyê zîyanên şewata mûsimê par gihaştibû zêdetirî /11/ milyar l.s.
Li aliyekî din jî li devera şer a li ser sînorê gundewarê Tiltemir û gundewarê Serê Kanîya dagirkirî, li gorî amarên fermî yên Aborîya Tiltemirê, derdora /500/ hektar genim, ceh û pirêze bi dirêjahîya /8/ k.m ji gundê Um ElKêf, ku 7 km li bakurê bajêr e, ta bi gundê Til Tewîl, ku 15 km dûrî bajêr, ji alîyê çekdaran ve hat şewitandin.
Îdrîs Berkat ji gundê Dawidîyê, ku niha li Til Nesrî niştecîbû ye, dora 4 k.m li başûrê Tiltemirê ye, dibêje: “Dema ku min serdana zevîyê xwe kir çend roj mabûn ji çinîna genimê min ê ku li ser sînorê gundê Um Elkêf e, lê çekdaran gulle berdeane min, û ez birîndar bû û agir jî bi zevîyê min xistin û dora /50/ hektar genim şewitî”.
Desteya Aborî û çandinîyê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, ji bo şewata mûsima îsal jî, heta niha ti biryar nedaye ku cotkarên zirarmend qerebû bike, li alîyekî din jî cotkarên Cezîrê bangê li Rêveberîya Xweser dikin ku li wan xwedî derkeve û berdêlên zîyana wan a giran ji ber şewatê li wan vegerîne.