Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
“HEJMARA SIFIR” ROMANA ROJNAMEGERÎYA RASTEQÎNE – Kovara Şar

“Di rojên me yên îro de ti nirx ji rastîyê re nemaye, êdî hevwelatî nema guh didin hetîketîyan, ji ber ku ew fêrî gendelîya berpirsyar û desthilatên xwe bûne û jê nefret dikin, jihevderxistina spî ji reşîyê nemaye, her weha ti sûdê ji çaksazkirinê nabînin, gendelî bûye tiştekî yasayî û normal, ên di zindanan de tenê dizên mirîşkan in, lê kesên mafyayê endamên perlemanê ne û dizên mezin endamên hukûmetê ne”. Ev gotina Umberto Eco ye, ya ku bû bingeh bo nivîsandina romana wî ya dawî ya bi navê “Hejmara Sifir”ê. 

Kurteya romanê

Bûyerên romanê di navbera 6ê nûsan û 11ê pûşberê de li bajarê Mîlano yê Îtalîyê diqewimin. Eco rewşa rojnamegerîya wî welatî di salên 90î ji sedsala 20an de ji me re dişayesîne ku gendelî di nav qata sîyasî de pirr belav bûbû. Ramana wê û çîroka romanê ya sereke li barê damezrandina hejmara sifir a taqiyeyî ji rojnameya bi navê “Siberoj”ê de ye. Desteya edîtorîyê ya wê rojnameyê ji 6 kesan pêk tê (Birgadotşiyo, Kampiriya, Lotişîdî, Bilatîno, Kostantisa û Maya) tevî Sîmey serokedîtorê rojnameyê û cîgirê wî Kolona yê ku bi erkê vegotina romanê radibe û bi têkilîyên wî bi kesayetên din re û hem vegotina têkilîyên kesayetan bi hev re, bûyerên romanê tên pêşkêşkirin. Di naveroka romanê de danûstandinên civînên di navbera endamên desteya edîtorîyê de tê vegotin, lê berî ku civînên wan bi dawî bibin, Birgadotşiyo yê ku li ser peygerîneke rojnamegerî li barê mirina Mosolînî de dixebitî û berî ku bigihêje encama piştrast ya wê peygerînê, ew hate kuştin di heman dema ku gef ji xwedîyê rojnameyê re (Komênditor Fîmirkatî) re bi rêya telefonê re hat, di encama bûyera kuştinê de û berî ku weşana rojnameyê dest pê bike, karê desteya edîtorîyê ji alîyê Fîmirkatî ve hate rawestandin, mûçeya du heyvan a kar ji endaman re hate dayîn û pirojeya damezrandina wê têk çû. Birgadotşiyo pirr bi dîtaneya dekbazîyê bandor bûbû û pê ve mijûl bûbû, di bawerîya wî de ku Mosolînî hê sax e û nemiriye û dixwest ku rêzegotaran di hejmarên pêşîn de yên rojnameyê li bara vê yekê  belav bike. Lê kuştina wî bi destê hin kesên nenas, bû sedema rawestandina karên amadekarîyê yên bo damezrandina rojnameyê.

Giringtirîn xalên ku roman gotûbêj dike:

– Ev roman şayesa qonaxeka reş a dîroka Îtalyayê, di salên 90î ji sedsala 20an de, dike, bi tayebet rexneyên tund û tûj ji rewşa ragihandinê bi giştî re û rewşa rojnamegerîyê bi taybet re dike, di rêya vegotina çîrokên hin rojnamegerên ku amade ne xwe bifiroşin ji bo bidestxistina hin pereyan an ji bo ku navdar bibin. Roman çawanîya binpêkirina hemû nirxên karê rojnamegerîyê ji me re dîyar dike ku çawa dibe alavek di destê berpirsyarên dewletê û karsaz û bazirganên xirabkar de. Bi awayekî balkêş û qeşmerî Eco me derbasî cîhana rojnamegerîya jirêderketî dike ku çawa rojnamegerên xwefiroş nûçeyan dinvîsin bê ku desthilatdar, karsaz û bazirganan bi wan nûçeyan tengav bikin. Li alîyê din gelo çawa navûdengîya dadgêrekî destpak ku li hember gendelîyê kar dike tê genîkirin, bi armanca pêkanîna fişarekê li ser wî da ku ji helwesta xwe vegere û ji ber rêya gendelîkaran û bercewendîyên wan were rakirin.

– Roman rexneya rewşa sîyasî dike, bi taybet siyasetmedarên ku li ser bingeha bercewendîyên xwe têkilîyan ji alîyekî bi karsaz û bazirganan re datînin û ji alîyê din ve dekbazî û pîlangerîyên xwe bi rojnameger û birêvebirên ragihandinê yên xwefiroş û gendelîkar re digerînin. Bi awayekî qeşmerî Eco ronîyê berdide ser dekbazîyên siyasetmedaran bi rojnamegeran re yên ku li paşperdeyê dihatin sazkirin.

– Rast e ku roman ragihandina çapkirî armanc girtiye, lê malperên ragihandinê yên civakî paşguh nake  û wan wekî taqîgeke bo berzekirina welatîyan di rêya ragihandinê re destnîşan dike, her weha wekî lênoseke biçûk di bêrîka mirov de ku kêlîya bixwaze û di kurttirîn dem de nûçe tên belavkirin, çi rast bin û çi şaş bin, lê ew jî di bin çavdêrîya desthilatê de ye û li gor bercewendîyên wan di rêya wan malperan re bandor li raya giştî tê kirin.

– Giringtirîn xala ku roman dîyar dike, di qonaxa amadekarîyên damezrandina hejmara taqiyeyî yan weke ku bi hejmara sifir tê naskirin û ji vê yekê romanê navê xwe wergirtiye; di wê qonaxa romanê de Eco ji me re dîyar dike çawa xwîner tê armancgirtin, awayê sextekirina agahîyên gotaran, çawanîya bidestxistina dîtevan û govanan, bibîrxistina bûyerên dîrokî û girêdana wan bi dîtane û pêşnyazên nûjen, bi armanca têkbirin û jêbirina wê dîrokê yan guhertina wê li gor bercewendîyên taybet. Li vê barê Birgadotşiyo armanca vê romanê bi gotina xwe dîyar dike dema dibêje: “Bavê min, min fêr bike ku ez ji hemû nûçeyan weke ku ji asîmanan daketine, bawere nekim, rojname derewan dikin, dîroknivîs derewan dikin û îroj telefiziyon jî derewan dikin, em di cîhaneka ji derewan dijîn û heger tu nas bikî ku ew derewan li te dikin, pêwîst e ku her gav tu gumanê bikî”.

– Roman bi awayekî tund û qeşmerî rexneyê li “dîtaneya dekbazîyê” dike, di rêya peygerîna rojnamegerî ya ku Birgadotşiyo li ser kuştina Mosolînî amade dike, ji ber ku di bawerîya Eco de ev dîtane bi lez di malperên enternêtê û malperên ragihandinê yên civakî re belav dibin. Li vê barê Eco nerîna xwe bo nivîsandina berhema wêjeyî dîyar dike û dibêje: “Di bawerîya min de, gerek ê daner tiştên di bawerîya xwîner de nenivîsîne, çimkî kêşe ne ew e ku xwîner çi dixwaze, lêbelê gerek çi di wî xwînerî de were guhertin. Bo her çîrokekê xwînerekî biafirîne”.

Kurtejiyana Umberto Eco:

Umberto Eco romannivîs, rexnevanê wêjeyî, fîlosov û ekadimisiyanekî Italî bû, di 5/1/1932’an de li bajarê Elîsandirya ji dayik bûye. Eco xwendina xwe berdewam kir ta gihişte Zanîngeha Torênto daku mafnasîyê bixwîne, lê wî nerîna xwe guhert û “felsefe û wêjeya sedsalên navîn ên Ewropayê” xwend , teza Eco ya doktora di sala 1954an de li ser “Arîşeya Bedewîtîyê li cem Toma Elekwînî” bû. Umberto Eco ji aliyê ramiyarî ve di bin sîwana şepêla çep a Îtalî tê kategorîkirin. 


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170