Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
JI KONÊ PENABERÎYÊ BER BI SIBEROJEKA GEŞ VE – Kovara Şar

Li Kampa “Tiwêna” ya penaberan ya li rojavayê bajarê Hesekê, û bi destpêka meha tebaxê re, Elaa Xelef (19 salî) hawîrdora konê malbata xwe avrêj dike, bi hêvîya ku hinekî kela germa vê havînê bişkîne, bo ku karibe ji xwe re bixwîne.

“Xelef” şagirtê Bekelorya yê şaxê wêjeyî ye, û di serencamên ezmûnên xwe de, bi rêjeya %75 bi ser ket, û hîn jî dixwîne, bo ku tevlî dewra ezmûnan a dudiyan (a tekmîlî) jî bibe, bi hêvîya ku rêjeya serencama xwe baştir bike.

Pirtûka di destê xwe de digre, û bi rûyekî geş ji Kovara “Şar” re dibêje: “Kêfxweş im ku keda min vala neçû, û piştî rêderdîyeke dûdirêj ji encama penaberîya neçarî, careke din kêf ket dilê malbata min, lewra min biryar da ku kedeke duqat bidim, bo ku xewna xwe pêk bînim, û her li gor hêvîyên wan bim”.

Wêne: Serencamên “Elaa Xelef” şagirtê Bekelorya, beşê wêjeyî – Malpera “Wezareta Perwerdeyê ya Sûrîyayê”.

Penaberîya Neçarî Ji Encama Proseya “Kanîya Aştîyê”:

“Xelef” ji xelkê gundewarên bajarokê Til Temirê ye. Lê ji encama êrîşa artêşa dewleta Tirkîyê û grûpên girêdayî wê yên Dijberîya Sûrîyayê, ya ku di 9ê çirîya pêşî ya 2019an de, dest pê kir, malbata wî neçar ma ku dev ji mal û milkên xwe berde û koçberî Kampa “Tiwêna” ya penaberan bibe, berî ku gundê wan jî, yê ku bi navê “Bedro”yê tê naskirin, ji alîyê Tirkîyê û komên çekdar ên Dijberîya Sûrîyayê ve bê dagîr kirin.

Vîn Ji Nîrên Penaberîyê Bihêztir e:

Bidestxistina serencameke bilind, bo derbasbûna beşekî hêja di zanîngehê de, ravajtin û kedeke mezin ji şagirtên Bekeloryayê dixwaze, îcar wê çawa be dema ku ew şagirt penaber be, û tevî malbata xwe ya ku ji 10 kesan ve pêk tê, di konekî de, bêyî asantrîn mercên jîyanê dijî? Helbet ne hêsan e, lê di gel hebûna vînê, mirov dikare zora mercên dijwar bibe, û parekê ji serkeftinê bi dest bixe, û ezmûna “Elaa Xelef”, mînakeke baş e di vê barê de.

Piştî penaberîya malbata wî, Xelef di rewşeke zehmet de xwendina xwe berdewam kir, û ji ber nebûna korsên fêrbûnê li Kampê, ew neçar bû ku bi awayekî rojane berê xwe bide bajarê Hesekê, da ku tevlî korsên giştî bibe, û tevî nîr û mercên dijwar, xwendina xwe li kampê paşguh nekir:

“Karebe li konê me tune bû, û min di tarîyê de, li ber sermaya zivistana çûyî û germa vê havînê bi seatan dixwend, û tevî her tiştî, ez ti carî bêhêvî nebûm, ji ber ku armanca min her ew bû, ku xwendina li beşekî baş di zanîngehê de bi dest bixim”.

Serkeftin Berhema Kedkarîyê ye:

Tevî nîrên penaberîyê yên ku malbata “Xelef” tê re derbas bûn, şagirtê Bekelorya dikarîbû ku bi ravajtin û keda xwe, pileya 203.4 ji eslê 280 bi dest bixe, lê ew hîn jî bêhtir dixwaze:

“Mafê min heye ku ez di dewra 2an de, ezmûnên 2 madeyan careke din pêşkêş bikim, lewra ku ez madeya cografîyayê û ya Zimanê Erebî dîsa dixwînim, û hêvîdar im ku karibim pileya serkeftina xwe di wan de baştir bikim”.

Derbarê şaxê ku “Xelef” dixwaze li  Zanîngehê bixwîne, ew dîyar dike ku hîn bi vê mijarê nefikirî ye, û dê piştî dewra ezmûnan a dudyan, û her li gor serencamên xwe, xwendina şaxekî di zanîngehê de hilbijêre.

Wekî tevahîya penaberên Sûrîyayê, “Elaa Xelef” hêvî dike ku şer li welatê wî bidawî bibe, û aştî cih bigre, da ku careke din vegerin malên xwe, her wiha şagirtên dibistanan jî vegerin refên xwendinê, ji bo ku zanebûn û xwendina xwe ya zanistî di piştre de, di jinûavakirina welat de bikar bînin.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170