REWŞA RAGIHANDIN Û ROJNAMEGERÎYÊ LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

(Karek Di Bin Sîya Qanûneke Ne Dîyar De)

“Heger em hevrûkirina rewşa ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê bi rewşa wê li deverên di bin desthilata Rêjîma Sûrîyayê de bikin, em dê bibînin ku rewş li herêmên me baştir e, ev ne tenê nerîna min e, lêbelê lêkolîn û raporên rêxistinên ji derve û yên xwecihî jî vê yekê teqez dikin”. Bi van gotinan rojnameger Hoşeng Hesen rewşa ragihandinê li herêmê dinirxîne û dibêje “hîn jî hin astengî li hember pêşketina rewşa ragihandinê hene, wekî mafê bidestxistina agahîyan ji her kesî re ne pêkan e. Li alîyê din ji ber nebûna qanûnên ragihandinê Rêveberîya Xweser bi awayekî şandilxwaz kar dike, ku çav li ser hinan vedike û li ser hinan digire, lê bi awayekî giştî Rêveberîya Xweser bo damezrandina qanûnên taybet bo karê ragihandinê dixebite -li gor gotina wan- û heger ev qanûn pêk were, ew dê gaveke ber bi pêşketina rewşa ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê be”.

Di nav hemû bûyerên ku li Sûrîyayê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê bi taybet de diqewimin, roleka sereke ya ragihandinê di vê mijarê de heye. Lê ku em li ser pêvajoyên pêşketina ragihandinê li deverên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê rawestin, em dê rastî gellek kêmasîyan werin. Di asta yekem de hebûna qanûnên ku rojnameger û karê rojnamegerîyê biparêzin û gelo hewldanên rijd hene ku qanûnan hem ji karê rojnamegerîyê re û hem jî ji karê ragihandina xwecihî re dest nîşan bikin? 

Ev pirs me ber bi pirseka din ve dikşîne, ew e ku gelo rojnameger û sazîyên ragihandinê yên xwecihî, pabendîyê bi qanûnên nû ve dikin? Yan jî karê rojnamegerîyê di deverên me de bi awayekî dirust bi rê ve diçe?

Rojnameger Lava Esed anî ziman ku ew asta pêwîst a azadîyê bo karê rojnamegerîyê hê jî di herêmên me de peyda nebûye, “lê li gorî rewşa serdema rêjîma Sûrîyayê û rewşa ragihandinê di deverên di bin desthilata wê de îroj û hem li gorî rewşa derûdorê, em dikarin bibêjin ku rengek a azadîyê peyda dibe û gellek mijar hene ku rojnameger li ser bixebitin û raporan li ser wan amade bikin, lê hê jî asteka din a azadîyê pêwîst e da ku rojnameger bikaribe hemû mijaran bi awayekî serbest bigire dest û gotûbêj bike”.

Rewşa rojnamegerîyê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, bi awayekî giştî, ji çarçoveya nexşeya Sûrîyayê ya şer derneketiye. Rojnamger Serdar Mela Derwîş vê yekê tîne ziman û dibêje “rojnamegerî li herêmê karekê nûjen e û di destpêka xwe de ye”. Serdar dide xuyakirin ku rewşa rojnamegerîyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê ji yên rêjîm û opozisyonê baştir e, “çimkî hebûna sazî û desteyên ragihandinê, qanûna karê rojnamegerîyê û sandîqeyên ku li ser erdê kar dikin, rewşa vî karî ber bi başîyê ve dibin”.

Lava balê dikşîne ser vê yekê û dibêje ku qanûnên taybet bo parastina mafê rojnamegeran û karên wan nehatine cîbicîkirin “û tevî hebûna Yekîtîya Ragihandina Azad a li ser vê yekê dixebite, lê mafê rojnamegeran hê jî ne parastî ye û ev yekîtî baş bi karê xwe ranabe”. 

Di heman mijarê de, Serdar dibêje ku di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê de rojnameger, sazî, kar û qanûn jî hene, “lê belê desthilateke heye derfeta kar bi temamî li ber sazîyan venake, her wisa asta pêwîst a vî karî bi cî nayne; ev yek, bawerîya rojnamegeran û vîna desthilatê, jê re gerek e da ku derfetên mezintir û firehtir li pêş vî karî bêne vekirin”

Li gorî rojnameger Arya Hacî, rewşa ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, ta astekê baş bûye, “em nikarin bibêjin ku azadîya kar sed ji sedî ye, lê ta astekê derfet ji bo kar peyda dibe”. 

Arya mixabinîya xwe tîne ziman û dibêje ku, “ta niha hin tabo hene, em di warê ragihandinê de, nikarin nêzî wan bibin, em daxawazê ji desthilatdarîya deverê dikin, ku ji wisa zêdetir bi me re alîkar bin, ta ku birastî û bi hêz, em karibin bi rola xwe rabin”. 

Li alîyekî din, rojnameger Lorîn Sebrî dibêje ku “divê qanûna ragihandinê  birêkûpêk be da ku rojnameger û mafê wî parastî be”.

Lê rojnameger Arya dibêje ku “carcaran, nelihevkirina di navbera hêzên ewlehîyê û alîyên berpirs de bo karê ragihandinê, dibe asteng li pêşîya rojnemegerên deverê”. 

Lewra Arya teqez dike ku pêwîstîya rojnamegeran bi qanûnekê heye, “him ji bo birêxistinkirina kar û him jî ji bo ku rêzgirtina rojnameger û karê wî parastî be”.

Rojnameger Şêrîn Temo balê dikşîne ser ezmûna ragihandinê li herêmê û dibêje “li gel ezmûna sava ya karê ragihandinê li herêmên Rêveberiya Xweser a Demokrat, lê vegeşbûnek di vî warî de heye. Gellek dezgehên ragihandinê yên çapî û bihîstinî û elektronî hatin sazkirin, û gellek ji keç û xortên çalak û jêhatî derbasî warê ragihandinê bûn û xebitîn. Û dimîne ku derfetên kar û serbestîya ragihandinê û rêjeya aramîyê li herêmên Rêveberîya Xweser ji herêmên din ên Sûrîyayê baştir in, lê ev nayê wê wateyê ku ti rexneyek li ser cîbicîkirina qanûna ragihandinê li herêmên Rêveberîya Xweser tune ye.

Rojnameger Serdar teqez dike ku ragihandin her tim xwe nû dike û pêdivî bi nûkirina sînor û kêmkirin û zêdekrina li ser qanûnê heye, “bi taybet em di rewşeka xwefêrkirinê de ne ku karê piratîkî ezmûneka baş dide rojnameger da ku di warê xwe de pêk bîne, lê divê di çarçoveya hizra pêşvebirina karê rojnamegerîyê de be”.

Rojnameger Lorîn jî dibêje ku “gellek qanûn ji hêla nivîsgeha ragihandinê ve hatine pejirandin, lê ne ji erkê wan e ku biryarekê li dijî rojnamegerekî derxînin; ev li dijî azadîya derbirîn û karê rojnamegerîyê ye”.

Li alîyê din, rojnameger Şêrîn dibîne ku pêwîst e rojnameger mafên xwe nas bike û di bin navê “azadîya rojnamegerîyê” de hemû “xetên sor” derbas neke, “ji ber ku çiqasî azadî hebe, siza jî hene, û dê derheqê wê/î de werin cîbicîkirin; heger ew bendên qanûna ragihandinê binpê bike”.

Close